Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) û Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl got, “Em navê Kurdistanê ji partiya xwe dernaxin.”
Mihemed Îsmaîl ragihand, "Wekî helwest, Kurd pergala federaliyê ji bo Sûriyeyê pergala herî baş dibînin."
Wî destnîşan kir ku gelek dewlet dema bûn federal bi pêş ketin û dewleta Îmaratê wekî mînak nîşan da û got, "Ew hemû Ereb in lê di nav xwe de bûn federal."
Serokê ENKSyê anî zimên ku piştî bûyerên destpêka îsal rûmeta Kurdan hatiye şikandin û got:
"Bi rastî, rûmeta Kurdan hat şikandin. Bi şikestina rûmeta Kurdan re gelek tişt sist bûn."
Mihemed Îsmaîl eşkere kir ku niha ofîsa hiqûqî ya ENKSyê hinek pêşniyaran dide serokatiya partiyê.
Ev pêşniyar li ser destûra Sûriyeyê û xwebirêvebirina xwecihî ya berfireh in.
Îsmaîl li ser vê mijarê wiha axivî:
"Qanûna 107an heye ka dê çawa xwebirêvebirin hinekî berfirehtir bibe. Mijarên nanavendîtiyê û pergala federaliyê.
Divê em li ser van mijaran biaxivin û bizanin em dê kîjan têgehê bi kar bînin. Ka kîjan ji bo vê qonaxê baştir e û me jî xwe ji bo wê amade kiriye."
Wî da zanîn ew dê di kongreya pêş a partiya xwe de navê "Kurdistan"ê ji navê partiyê dernexin û got, "Ti guman nînin ku em naguhêrin."
Her wiha wî eşkere kir ku ew gelekî dilgiran dibûn dema nedigotin "Rojavayê Kurdistanê" û tenê digotin "Rojava".
Mihemed Îsmaîl ku niha Serokê ENKSyê ye, ragihand ku ji wan 12 parlamenterên li Parlamentoya Sûriyeyê 6 ji wan endamên ENKSyê ne.
Wî destnîşan kir ku ew ji bo du armancan çûne Parlamentoya Sûriyeyê û got:
"Ya yekem, ji bo ku parastina mafên xelkê xwe bikin û qanûnan di berjewendiya gelê Sûriyeyê û herêmê de derxînin. Ne tenê ji bo Kurdan lê belê ji bo hemû pêkhateyên herêmê.
Ya duyem jî ji bo ku bi pêkhateyên Sûriyeyê re pêwendiyan deynin."
Mihemed Îsmaîl 16ê Tebaxa 2026an li ofîsa PDK-Syê ya li Qamişloyê pirsên Rûdawê bersivandin.
Naveroka hevpeyvîna Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl a bi Dilbixwîn Dara re:
Rûdaw:Temaşevanên hêja êvar baş. Li Qamişloyê me. Min xwest bizanibim ji bo paşeroja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê helwesta Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê û Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye çi ye? Bê guman hêzeke mezin e li Rojavayê Kurdistanê, nûnertiya aliyekî gelê Kurd dikin li vê derê. Min hez kir van pirsan li gel Serokê ENKS û PDK-Syê Mihemed Îsmaîl bikim. Mamoste Mihemed tu çawa yî? Tu bi xêr hatî. Gelek mesele hene em li ser biaxivin.
Mihemed Îsmaîl: Ser çavan, tu bi xêr hatî Qamişloyê, ser çavan hatî.
Rûdaw: Çavên te sax bin, siheta te çawa ye?
Mihemed Îsmaîl: Baş e, gelek caran dibêjin ji Xwedê de baş e ji ebdan de ne pirsgirêk e
Rûdaw: Niha baş e?
Mihemed Îsmaîl: Elhemdullah baş e.
Rûdaw: Mamoste 12 endamên Kurd li Parlamentoya Sûriyeyê hene. Çend endamên we ne?
Mihemed Îsmaîl: Ji 12an 6 yên Encûmena Niştimanî ya Kurd in.
Rûdaw: 6 endamên we di parlamentoya Sûriyeyê de ne?
Mihemed Îsmaîl: Yên Encûmena Niştimanî ya Kurd in.
Rûdaw: Ne yên PDK-Syê ne?
Mihemed Îsmaîl: Ne yên PDK-Syê ne yên Encûmena Niştimanî Kurd in.
Rûdaw: Lê dema ku parlamento hate vekirin, kesekî negot “Em endamên Encûmenê ne, yan jî endamên PDK-Syê ne, yan jî serkirdeyên PDK-Syê ne. Yanî, diyar nebû ku ew ji aliyê we ve derbasî parlamentoyê bûne.
Mihemed Îsmaîl: ENKSê û PDK-Syê ew her du jî ji bo xizmeta miletê xwe, xizmeta doza xwe çûne da ku du karan bikin. Yek, ji bo berevaniyê li mafên xelkê xwe bikin û yek jî yasayan di berjewendiya Sûriye û deverê de deynin. Ne tenê ji bo Kurdan lê ji bo hemû xelk û pêkhateyên deverê. Ya duyem pêwendiyan li gel pêkhateyên Sûriyeyê çêbikin û miletê Sûriyeyê bidin nasîn ku Kurd kî ne, ji ber ku Baasiyan di mijiyên Sûriyan de çandiye ku Kurdan şûrek anîne û Sûriyeyê qut dikin û dê cûda bibin. Wezîfeya endamên parlamentoyê ew e ku nûnerê gelê Sûriyeyê bi giştî bin, têkiliyên baş çêkin, heqîqeta Kurdan, daxwazên Kurdan, helwesta Kurdan, hebûna Kurdan, mafên Kurdan û taybetmendiya zimanê Kurdî bidin nasîn bi xelkê. Ne ku tenê biçin wir di danîştina yekem de Alaya Kurdistanê hildin û bêjin em hatine. Vê jî bêjim, ne bi awayekî hestiyarî be, mesele ne hestiyarî ye.
Rûdaw: Ango tu dibêjî ew ne pirsgirêkeke mezin e û pirsgirêk e ku nebêjin em kî ne?
Mihemed Îsmaîl: Na ne pisgrêk e.
Rûdaw:Lê ewê bikaribin nûnertiya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bikin?
Mihemed Îsmaîl: Li gorî hejmara parlamenteran hejmara me hindik e lê tişta hikûmetê got û kir, erê hindik e û em nikarin bêjin a hemû tişt an me tiştek navê, gav bi gav em bi pêşve diçin. Em wekî Encûmena Niştimanî ya Kurda, wekî Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyeyê, me hewl da em beşdar bibin û tê de hebin.
Wextê ku 12 endam hene, 6 ên Encûmenê ne. Yanî her şeşên din jî kesên baş û qenc in û em ti cudahiyên zêde nakin di navbera endamên din encumenê de. Ew jî nûnerên xelkê din in 2 ji wan ser bi hikûmetê ve ne û Kurdên qenc in. Du serbixwe ne û xortên gelekî delal in, 2 jî yên civaka medenî û PYDyê ne, ser bi wan in û du xortên hêja ne, hemû bi hevdû re dikarin bi hev re tiştên baş pêşkêş bikin. Ya bingeh ew e ku her 12 bi hev re karibin, têkiliyan li gel xelkê û xelkên din re çêkin û dostan ji xwe re çêki, da ku karibin wezîfeya xwe pêk bînin.
Rûdaw: Niha ev cîhê ku em lê ne Qamişlo ye, Rojavayê Kurdistanê beşek ji Kurdistana mezin e yanî yek ji çar parçeyên Kurdistanê ye ku hatiye parçekirin. Hûn wekî ENKS û PDK-Syê li ser wê yekê kar dikin ku di paşerojê de, di belgeyên fermî yên dewletê de, di arşîva dewletê de, di pêşeroja Sûriyeyê de bi rastî navê Kurdistanê derbas bibe û cih bigire?
Mihemed Îsmaîl: Tiştekî waqîî ye. Miletê me 69 sal xebat bê rawestan ji bo maf û hebûna gelê xwe kiriye. 69 sal xebat, nifşekî teslîmî nifşekî din kiriye. Kesek ji me nikare, ez nikarim tiştekî bêyî xebata berê bidim aliyekî din ku ne li gorî fedekarî û qurbaniyên vî miletî be, ev emanet e heta ku miletê me bigihêje mafên xwe yên rewa di hundirê Kurdistana Sûriyeyê de. Rast e, em gav bi gav diçin, siyaset wiha ye, destpêkê hewl didî tiştekî bi dest bixî û daxwazên din bikî lê guman tê de nîne ku rojek ji rojan em tenezûlê ji yek mafekî miletê xwe bikin.
Mafên miletê me ne li ser hesabê mafên kesekî din e. Eger mafê Kurdan li ser hesabê kesekî din be, ew kêmkirina mafê kesekî din e û dê min gotiba em zilmê li kesekî nakin. Lê dema tu mafê rewa yê gelê Kurd, taybetmendiya Kurdî teqez dikî ev ne zilmkirin e li kesekî, berevajî ew dibe dewlemendiyek ji bo Sûriyeyê. Wextê Kak Nêçîrvan hat û Alaya Kurdan li Qesra Komarî ya Sûriyeyê hate hildan, çi ji Sûriyeyê kêm bû?, berevajî wê Sûriye geş bû, Sûriye xweş bû.
Ew metirsiya ku şovenîzmê peyda kiribû di nav civata Sûriyeyê de, ew tişt şaş e, ew neheqî ye, ew destdirêjî li ser mafên xelkê ye. Mafê rewa yê gelê Kurd, hebûna Kurdan û taybetmendiya Kurdan dewlemendiyek e ji bo Sûriyeyê. Em berdewam in li ser xebata xwe ji bo xatirê miletê xwe, Kurdên Sûriyeyê, û ji bo xatirê miletê Sûriyeyê bi giştî jî.
Rûdaw: Baş e, niha dema em bi hev re diaxivin tu dibêjî "Kurdistana Sûriyeyê" lê di daxuyaniyên fermî yên ENKS û PDK-Syê de nabêjin "Kurdistana Sûriyeyê".
Mihemed Îsmaîl: Belê çawa na! Navê partiya me Partiya Demokat a Kurdistana Sûriyeyê ye.
Rûdaw: Rast e lê di beyan û gotinên xwe de hûn bêtir Kurdistana Sûriyeyê bi kar tînin?
Mihemed Îsmaîl: Erê, dema hin kesan digot Rojava em dilgiran dibûn, em gelekî dilgiran dibûn.
Rûdaw: Hûn gotina Rojava bi kar nayînin?
Mihemed Îsmaîl: Em "Rojavayê Kurdistanê" bi kar tînin, bes "Rojava", rojavayê kû derê? "Rojava" tenê? Em gelek dilgiran bûn, rastî me qebûl nedikir û me nedixwest. Me ti carî tenê "Rojava" bi kar neaniye lê belê em dibêji "Rojavayê Kurdistanê".
Rûdaw: Mamoste, niha wekî mînak Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyeyê di 1957an de wekî yekemîn partiya Kurdan li Sûriyeyê hatiye avakirin. Di demên pêş de wê navê Kurdistanê ji bo we nebe pirsgirêk?
Mihemed Îsmaîl: Bi rastî di serdema rêjîmê de bêtir pirsgirêk bû û me li ber xwe da. Me xebateke dirêj kiriye û me kumê xwe tevlî axê daye serê xwe û em dimeşiyan, me guh neda ti qurbanî û zehmetiyan ji ber ku wekî berê min gotiye ji ber ku ti zilma me li ser ti kesî nîne, dema em behsa mafên xwe dikin, em behsa taybetmendiyên xwe dikin, ev dever Kurd in û Kurdan jiyan lê kiriye. Îro miletê Kurd nebûye sedema nakokiyan ne li Sûriyeyê ne li ti weletan din jî. Ew tirs a netewperestiya Ereban a teng e, ew tenê Ereban dibînin. Em niha di vê asoya nû de ne ku ez dibêjim di vê fezaya îslamî de, her çi fikrekî din be ji bilî nijadperestiya Ereban dê Kurdan qebûl bike. Em jî amade ne xebata xwe bikin û xwe bi xelkê bidin qebûlkirin. Xwedê em Kurd dane, bila biçin hesab ji Xweda bixwazin.
Rûdaw: Hûn dê di kongreya xwe de navê Kurdistanê li ser partiya xwe bihêlin yan na?
Mihemed Îsmaîl: Li cem me ti gumanên me nînin ku em biguherînin.
Rûdaw: Ango hûn dê li ser vî navê Partiya Demokart a Kurdistanê - Sûriye bimînin?
Mihemed Îsmaîl: Em dê bihêlin, rast e. Em dê bimînin, em negihîştine wê astê ku rewşa Sûriyeyê di vê dema veguhêz de çawa diguhere lê wekî gotineke Îngilîziyan heye dibêje “Tu dê kengî pirê derbas bikî? Dibêje dema em bigihîjin ber pirê û dema em gihîştin ber pirê em dê bizanibin çawa derbas bikin.”
Rûdaw: Hûn hîn negihîştine ber pirê?
Mihemed Îsmaîl: Em ne gihîştine ber pirê, dema em gihîştin em dê bi zanibin çawa derbas bikin.
Rûdaw: Baş e mamoste, di dema pêş de paşeroja Sûriyeyê diyar dibe, paşeroja Rojavayê Kurdistanê diyar dibe, destûr tê amadekirin. We xwe ji wê re amade kiriye? Wekî mînak we komîte amade kirine ji bo destûra nû ya Sûriyeyê. Di destûra Sûriyeyê de mafên Kurdan dê çi be?
Mihemed Îsmaîl: Hemû vebijêrk hatin lêkolînkirin. Me ofîseke qanûnî heye. Ew weke xwendin û pêşniyar ji serokatiya Encûmenê re pêşkêş dike. Ew destûra Sûriyeyê, heta mijara Rêveberiyên Xwecihî ya fireh, dê bi çi şiklî be. Qanûna 107 heye, çawa dikare hinekî firehtir bibe. Mijara nenavendî, Mijara federaliyetê. Divê em li ser van mijaran nîqaşê bikin ka em çi bi kar bînin baş e û ka kîjan baştir e ji bo vê qonaxê û me xwe hazir kiriye. Ya sereke berjewendiya miletê me ye, hebûna bingehîn a miletê Kurd, mafên rewa yên gelê Kurd û şirîkatiyeke heqîqî di vî welatî de.
Eger ev tişt hebin, bawerî bi Kurdan bû dê bawerî bi partiyên Kurdan jî çêdibe. Bawerî bi bernameya me çêdibe. Bernameyeke me ya niştimanî heye, delal e û şirîkatiyeke heqîqî dixwaze. Ne ku postekî bidin me, yan mensebekî bidin me. Ew nabe şirîkatiya heqîqî, ew ne mafên Kurdan e. Şirîkatiya heqîqî ew e ku tiştek da te ji ber ku tu Kurd î.
Rûdaw: Hûn ne amade ne ti postên hikûmî wergirin?
Mihemed Îsmaîl: Em postan wergirin jî lê ne şexsî. Yanî eger bêjin tu were wek şexs tu bibe tiştek lê eger post hebe divê weke Kurd be nek şexsî, eger wisa nebe yanî me ti tişt qezenc nekir. Destpêka hikûmeta Sûriyeyê ya veguhêz em vexwendin Şamê, gotin birêzên rêzdar ango weke kes bi navê me, em jî neçûn, me got yan bi navê Encûmena Niştimanî ya Kurd an bi navê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye, yan bi navê nûnerên Kurdan em dê werin. Em bi çi şiklî bên lê tenê weke Kurd. Me ew qasî sal xebat kiriye ji bo Kurdîtiyê, ne ji bo şexsê xwe. Di dawiyê de ez weke Mihemed Îsmaîl biçim Şamê, ez ne hewceyî wê meqamê me.
Rûdaw: Yanê we dixwest hûn weke Encûmena Kurd bi fermî werin vexwendin?
Mihemed Îsmaîl: Em hatin vexwendin, piştî çar heyvan em weke Encûmena Niştimanî ya Kurd em hatin vexwendin, yekemîn pêkhateya siyasî ya Sûriyeyê ku dihat vexwendin bi navê pêkhateya siyasî, Encûmena Niştimanî ya Kurd, piştre di vê dema dawî de Encûmena Tirkmenî jî hat vexwendin. Lê heta niha ti hêzên siyasî yên Sûriyeyê nehatine vexwendin weke hêzeke siyasî ji bilî Encûmena Niştimanî ya Kurdîû Encûmena Tirkmenî.
Rûdaw: Baş e, hûn sîstemeke çawa daxwaz dikin ji bo Sûriyeyê? Demekê we digot federalî, demekê we digot nenavendî. Guhertin di nêrînên we de çêbûn yan na? ENKS û PDK-Syê Sûriyeke çawa dixwazin?
Mihemed Îsmaîl: Wekî helwest Kurd dibînin sîstema federalî, sîstema herî baş e ji bo Sûriyeyê, ji bo paşerojê û çareserkirina gelek pirsgirêkên Sûriyeyê. Gelek dewletên federal, dema bûn federal bi pêş ketin. Biner e Îmeret hemû xwe bi xwe ne lê bûne federal yanî çi pirsgirêk nînin. Pirsgirêk ew e ku difikirin piştî federaliyê cudabûn tê. Federal bi Îngilîzî hevgirtin e, yanî yekîtî lê wan rêjîman wisa fêm kiriye ku cudabûn e. Ew sîstema herî baş e.
Pêk nehat lê niha ji ber ku me xwe ne wekî opozisyonê nişan daye û em naxwazin tehediyan bikin em dibêjin nenavendî. Nenavendî jî heye, nenavendiya îdarî heta nenavendiya siyasî. Nenavendiya siyasî federaliyet e. Federaliyeta her welatekî ne weke ya din e. Federaliyeta Îmaratê ne weke ya Almanyayê ye, ya Almanyayê ne weke ya Swîsreyê ye, ya Swîsreyê ne weke ya Amerîkayê ye. Her welatek li gorî xwe, li gor miletê xwe çawa dikare taybetmendiya xwe biparêze, em jî federaliyeteke li gorî berjewendiyên Sûriyeyê û miletê me dikare bê nîqaşkirin.
Eger heta niha miletê Ereb an Hikûmeta Sûriyeyê û rewşa wê ya siyasî û ewlehiyê î ne amade be ji bo vê yekê, em dikarin li ser nenavendiyê biaxivin, heta biryarnameya rêveberiyên xwecîhî dikarin fireh bikin. Weke mînak, parêzgar ji aliyê serokkomar ve tê erkdarkirin. Encûmena parêzgehê tê hilbijartin. Weke mînak li parêzgeha Hisîçayê 15 kes hatin hilbijartin, me got bila ew 15 kes kesekî ji nava xwe bikin parêzgar, ev dibe nenavendî, yanî ne ji navendê parêzgar tê erkdarkirin ango ne bi biryara serokkomar be, divê bi biryara xelkê deverê be.
Yanî, gelek tişt hene ku di yasaya 107an de bên kirin û rehetîyekê çêkin. Heta niha em hinekî ji tişta ku ji hikûmeta demkî xuya dike, geşbîn in, mesela Alaua Kurdan û mesela mafên Kurdan. Mersûma 13an derket, têrê nake lê gaveke ber bi pêş e li gorî berê. Em dikarin bi hev re nîqaşê bikin li ser berjewendiya welat, berjewendiya miletê me, berjewendiya miletê Sûriyeyê bi giştî, û berjewendiya tevahiya deverê da ku aramî û îstiqrar li herêmê çêbibe ez bêjim em tev pê razî dibin.
Rûdaw: Kak Mihemed dema ku rêjîma Esed rûxiya, Serok Mesûd Barzanî got, "Sîstema herî baş ji bo Sûriyeyê federalî ye lê Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi xwe biryarê li ser xwe didin." Yanî, ew dikare piştgir be ji bo we û her dem jî piştgiriya xwe aniye ziman. Lê Kurdên Rojavayê Kurdistanê, li ser paşeroja xwe di Sûriyeya nû de hemfikirin?
Mihemed Îsmaîl: Em hemû ji bo paşeroja xwe xebatê dikin. Nifşê me, temenê me çû. Ez ji nifşê berê me. Em ji nifêşên pêş re xebatê dikin.
Rûdaw: Ez behsa ENKS û PDK-Syê nakim, ez behsa Kurdan dikim.
Mihemed Îsmaîl: Binêre rewşek hat, mesela heyva yek a sala borî li Eşrefiyê û Şêx Meqsûdê karesat çêbûn. Ji Dêrhafir heta Til Koçerê rû dan. Bi rastî, heybeta Kurdan şikest. Bi şikestina heybeta Kurdan re gelek tişt sist bûn. Asta xîtaba Kurdan jî li waqiyetekê fikirî. Xîtaba kînê li cem Ereban zêde bû. Ew hêviya ku digot rasterast em dê herin federaliyetê, ew hêvî hinekî kêm bû. Ji ber wê yekê, Kurd mecbûr in siyasetê bikin. Em mecbûr in em li Sûriyeyê bidin fêmkirin. Em nehatine vî welatî parçe bikin û tenê taybetmendiyên xwe bigirin. Em dibêjin hemû pêkhate hene weke Kurd hene, Tirkmen hene, Suryan û Aşûrî hene, pêkhateyên îdeolojîk hene, sosyalîst hene, dîndar hene. Di Sûriyeyê de divê cihê her kesî hebe. Sûriye êdî ne ew Sûriyeya yek reng e. Em yek in, em Sûriyeyî ne lê em curbecur in. Divê bawerî bi pir neteweyî, pir partîtî, pir ayînî bê kirin. Eger ew hebe dilrihetî dê di nava giştî civaka Sûriyeyê de çêbibe, xwandina Kurdî ji bo paşeroja tevahî Sûriyeyê waqîîyet e, waqîîyet weke rewşa ku em niha têde ne.
Rûdaw: Tiştekî din, navbera we û Rêveberiya Xweser çawa ye?
Mihemed Îsmaîl: Tiştek me û Rêveberiyê bi hev re tune ye, ji roja destpêkê ve me ne bawerî pê kiriye, ne jî em ketin dezgehên wê û ne jî em bûne şirîkên mijarên wê. Eger başbûneke wan hebe ji wan re ye û eger xirabiyeke wan hebe, çi gendelî û dizî be dîsa jî ji wan re ye.
Rûdaw: Hûn dixwazin Rêveberiya Xweser bimîne yan jî nemîne?
Mihemed Îsmaîl: 4 rêveberiyên Sûriyeyê hebûn, Rêveberiya hikûmetê bû, Hikûmet Inqaz bû ya li Idlibê, hikûmeta Demkî ya Îtîlafê bû û Rêveberiya Xweser dibe ku hikûmeta Inqaz hinekî ji yên din baştir bû lê hersê yên din faşil bûn a îtîlafê û ya Rêveberiya Xweser û ya hikûmetê jî serkeftî nebûn û çûn. Her tişt eşkere bûn, hemû tişt eşkere bûn, eger kê rast digot û kê nerast digot û kê jî tola xwe hildida. Ew qonax derbas bû û eşkere bû.
Derbarê aliyê PYDyê ku de ku girêdayî fikra PKKyê bû, em hez dikin yek helwesta Kurdan hebe, divê em bi hev re bin, me bivê yan nevê cudahî di nêrînên me de gelekî hene lê em neçar in bi hev re bin, em wekî Encûmena Niştimanî ya Kurd, ti ajandeyên me nînin ku yekhelwestiya Kurdan têk bidin.
Em hez dikin ku yek helwesta Kurdan di sinorê mûmkîn de çêkin, herî kêm bi mîsaqekê, bi cebheyekê, karekî hevpar bikin ku bi kêmahî di paşerojê de ku em şerê hev nekin ji ber ku miletê me westiyayî ye, 15 sal in di vê rewşê de ye. Kî rast e û kî çewt e divê em bi hev re nûnertiya miletê xwe bikin li gel wê Hikûmeta Demkî û em karibin tiştên baş ji bo miletê xwe bi dest bixin. Ev nakokiyên di navbera me de çêdibin hikûmet sûdê jê werdigire. Wextê me diçe û temenê me diçe û ev jî li ser hisabê milletê me ye.
Rûdaw: Zimanê Kurdî, Mamoste, hûn dixwazin zimanê Kurdî li herêmên Kurdî zimanê fermî be, di destûra Sûriyeyê de cih bigire?
Mihemed Îsmaîl: Bê guman, yek ji daxwazên me yên sereke zimanê Kurdî ye. Me rojên berê bi veşartî xelk fêrî tîpên Kurdî kiriye û heya niha miletê me pêbend e û şanaziyê dike bi zimanê xwe. Şanaziyê bi Xwendina Kurdî dike. Şaneziyek e ku milet qurbanî ji bo zimanê xwe bide. Yek ji daxwazên me yên sereke ne tenê ji bo zimanê Kurdî weke xwendin lê hemû çanda Kurdî, dîroka miletê Kurd, çîrok, metelok, edebiyat û wêjeya Kurdî divê bê diyarkirin. Madem Kurd heye divê partiyên Kurdam hebin, pirtûkên Kurdî dîrok û çîrokên Kurdî jî hebin.
Rûdaw: Zimanê Kurdî dê yek ji daxwazên we yên sereke be ji bo Şamê?
Mihemed Îsmaîl: Biryarnameya13an derket, me got têrê nake, ji ber ku meseleya zimanê Kurdî ne tenê em fêrî zimanê xwe bibin, divê xwendin bi zimanê Kurdî hebe da ku miletê Kurd zimanê xwe baştir fêr bibe. Ew jî bibe yêk ji zimanên Sûriyeyê, ev jî dibe dewlemendiyek ji bo Sûriyeyê ne kêmasî ye. Zimanê Kurdî dewlemendiyek e ji bo vî welatî. Miletê me berdewam e li ser xebata xwe. Yek ji xalên me yên sereke ye bi rastî.
Rûdaw: Li vê derê hemû dibistan û zanîngeh bi zimanê Kurdî bûn niha hewl tê dayîn ku ev berdewam bike û hikûmet îtîrafê bi dîplomayên wan kir.
Mihemed Îsmaîl: Erê eger em ne mutefiq bûn bi îdarê re ev nayê we watayê ku em ne mutefiq bûn li ser zimanê Kurdî gelek xalên me yên hevpar hene. Em bi hev re Kurd in. Dibe ku nêrînên me ji yên xebatê cûda bin lê di mesela zimanê Kurdî, wêje û çanda Kurdî de, Kurd hemû yek in.
Rûdaw: Kak Mihemed navbera te û Mezlûm Ebdî çawa ye?
Mihemed Îsmaîl: Me gelek kar bi hev re kiriye. Me gelek rûniştin û hevdîtin kirine. Gelek caran di navbera me de nîqaşên tund çêbûne. Kesekî bêhn fireh e, me karibû di wextên tengavî û zehmetiyan de di nava miletê me de bi hev re bicivin. Rûniştinên me nakokiyên navxweyî yên Kurdan sivik dikirin, ev nakokî û pisgirêk sist dikirin. Ev tiştekî gelekî girîng û pêwîst bû. Em gihîştin dereceyekê, me gelek caran bi hev re li gel Amerîkiyan, Fransiyan, Brîtaniyan û li gel hêja Serok Mesûd Barzanî rûniştin kirine. Wan dîtinên me rehetî didan miletê me. Berê civatên me civatên nakokiyan bûn, her yekî nêrîna xwe digot. Me rexneyên xwe jî bi hevra digotin. Tîma cenabê Mezlûm jî di gelek aliyan de alîkar bûn.
Rûdaw: Hûn dê di dema pêş de bi hev re kar bikin?
Mihemed Îsmaîl: Xeta di navbera me de berdewam vekirî ye û heta niha nehatiye girtin û em hez dikin vekirî bimîne û tiştek di berjewendiya miletê me de be, em amade ne.
Rûdaw: Gelek spas, eger peyameke te di dawiyê de ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê hebe dikarî bibêjî.
Mihemed Îsmaîl: Ez spasiya we dikim, destxweşiyê li karmendên Rûdawê dikim ku xebateke baş kirine di qonaxa borî de, tevî ku cemawerê me ji hin biwêjeyan ne gelekî razî bûn. Lê spas ji bo we, hûn bi xêr hatin Qamişloyê. Ser çavan.
Rûdaw: Gelekî spas Serokê ENKS û PDK-Syê Mihemed Îsmaîl mêvanê min bû, yan ez mêvanê te bûm? Ez mêvanê wan bûm. Gelekî spas, camêrî kirin. Bi rastî, camêr in. Spas mamoste Mihemed. Tu her hebî. Te dema xwe da min, ez dizanim karê te heye. Gelekî spas. Mala te ava.


