Birêvebirê Hunerî yê Festîvala Fîlman a Venedîkê Alberto Barbera ji Rûdawê re li ser fîlmê “Eger Jinek Te Bikuje Tu Naçî Bihuştê” axivî û got, “Dema min fîlm temaşe kir ji ber hêz û bedewiya wê matmayî mam.”
Alberto Barbera da zanîn ku wî yekser biryar daye ku ew wê fîlmê vexwîne festîvalê da ku cîhan rola Pêşmergeyan bibîne.
Barbera destnîşan kir ku heta Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Îtalyayê Rêzan Heme Salih heta ku lînk ji wî re neşandiye haya wî ji fîlm çênebûye û got:
"Wê demê dereng bû û pêvajoya hilbijartina fîlman berdewam dikir lê Rêzan Xanim gelekî biçoş bû û ez razî kirim ku temaşe bikim. Dema min temaşe kir, min fîlmekî mezin dît."
Barbera amaje bi wê yekê kir ku wî hêvî nedikir li ser rola Pêşmerge û gelê Kurd a li dijî DAIŞê fîlmekî ew qasî bihêz û balkêş bibîne û got:
“Helwesta welatên rojavayî ya li hemberî wî gelê ku ji bo azadiya her kesî û azadiya welatê me gelek kar kir û şer kir, cihê şermê ye.
Ji ber vê yekê min biryar da ku yekser vê fîlm vexwînim Venedîkê çimkî min dixwest gelek kes fêm bikin bê ka rola Pêşmergeyan di dema şer de çi qasî girîng bûye."
Barbera têkildarî lêdana strana Kurdî ya li ser xalîçeya sor jî eşkere kir ku ew wekî kevneşopiyeke festîvalê ye.
Wî diyar kir ku ew her tim wê yekê dikin da ku bi rêya muzîka fîlmê atmosfereke guncav ava bikin.
Barbera her wiha tekez kir ku ew dê ji niha û pê ve jî bêtir piştgiriya fîlmên Kurdî bikin û ew li benda dîtina dengên nû yên Kurdan e.
Şeva 7ê Îlona 2026an, li salona dîrokî ya Sala Grande ya li Venedîkê fîlm bi fermî hat nîşandan û bi çepikeke germ ji aliyê beşdarên navneteweyî ve hat pêşwazîkirin.
Derhêner Helkewt Mistefa û hinek ji lîstikvanan bi cilên Kurdan û di nav dengê Kîjan Îbrahîm Xeyat de di ser xalîçeya sor re derbas bûn.
Her wiha gelek Kurdên diyasporayê yên ji Ewropayê ji bo piştgiriya fîlmê amade bûn.
Rojnameger û rexnegirê Îtalî Marco Consoli jî li ser fîlm ji Rûdawê re got, "Fîlm gelekî baş bû, yek ji wan fîlmên herî baş bû ku îsal min li Festîvala Venedîkê dît.”
Rêzan Heme salih jî ew roj wekî "rojeke dîrokî ji bo neteweya Kurd" bi nav kir û hêvî kir ku bigihîje Oscarê.
Ji bilî serkeftina li Venedîkê, Komîteya Niştimanî ya Hilbijartina Namzedên Oscarê li Îraqê bi yekdengî biryar da ku fîlma fîlmê Helkewt Mistefa wekî nûnertiya Îraqê di hevrikiya Xelata Oscara 2027an de bike.
Komîteyê sedema vê hilbijartinê wisa rave kir ku fîlm xwedî "vîzyoneke derhêneriyê ya gihîştî ye, elementên teknîkî û dîtbarî yên temam li xwe digire" û her wiha "kûrahiya mirovahî" nîşan dide.
Berdevkê Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê Namiq Hewramî jî kêfxweşiya wezaretê nîşan da û ragihand ku ew dê herî zêde piştgiriya vê berhemê di festîvalên navneteweyî de bikin.
Fîlm qala jineke Pêşmerge ya segvan dike ku ji bo rizgarkirina xwişka xwe ya biçûk, bi dizî derbasî nava rêxistina DAIŞê dibe û red dike ku li beramberî tarîtiyê serî bitewîne.
Helkewt Mistefa dibêje, armanca wî ya sereke "rakêşana bala cîhanê ya ji bo qehremaniya jina Kurd" bûye.
Derhênerê ku pêştir bi fîlmên wekî "Klassîko" û belgefîlma "Vedişartina Seddam Huseyn" navdar bûye, diyar dike ku ew bi hilbijartina fîlma xwe ji aliyê Îraqê ve gelekî dilxweş e û hêvîdar e kampanyayeke baş li Amerîkayê ji bo fîlmê bê kirin.
Ev fîlm dê 22yê Îlona 2026an li sînemayên Herêma Kurdistanê bê nîşandan.
Fîlma " Eger Jinek Te Bikuje Tu Naçî Bihuştê" bi hevkariya şîrketên "Hene Film" a Norwecê, "La Media" li Herêma Kurdistanê û "Chimney Pot" a Swêdê hatiye çêkirin.
Ev naveroka hevpeyvîna bi Alberto Barbera ye:
Rûdaw: Birîz Barbera, gelekî spas. Hestên te çawa ne û dîtina te ya li ser vê fîlmê Kurdî yê ku niha li ser xalîçeya sor a festîvala fîlman a cîhanê ye, çi ye?
Alberto Barbera: Min tiştek derbarê fîlmê nezanî heta dema ku Rêzanê lînk ji min re şand. Wê demê dereng bû. Pêvajoya hilbijartina fîlman berdewam dikir. Ew ji bo fîlm gelekî biçoş bû û hewl da min razî bike ku ez temaşe bikim, min jî temaşe kir. Min fîlmekî mezin dît. Gelekî balkêş bû. Helbet fîlm tevlî vê rewşa taybet a gelê Kurd û Pêşmergeyan di dema şerê li dijî DAIŞê de dibe. Ez bi rastî ji hêza fîlm û bedewiya wê û naveroka wê ya siyasî matmayî mam, lewma min biryar da ku ez yekser fîlmê vexwînim.
Rûdaw: Ez dizanim ku te hîn fîlm nedîtiye. Rast e?
Alberto Barbera: Na, na, min dît. Min dît.
Rûdaw: Îcar nêrîna te ya li ser fîlmê çi ye?
Alberto Barbera: Dema ku lînk ji min re şand, min yekser li fîlm temaşe kir. Min lînka fîlmê bi hevpîşeya xwe ya di pêvajoya hilbijartinê de re parve kir û em ji fîlm matmayî man. Min fîlmekî ew qasî bihêz û balkêş li ser vî şerî û li ser rola Pêşmerge û gelê Kurd a li dijî DAIŞê hêvî nedikir. Lewma ez di wê baweriyê de me ku pir û pir girîng e ev fîlm bê nîşandan û piştgiriya wê bê kirin.
Helwesta welatên rojavayî ya li hemberî wî gelê ku ji bo azadiya her kesî û azadiya welatê me gelek kar kir û şer kir, cihê şermê ye. Ji ber vê yekê min biryar da ku vê fîlm vexwînim Venedîkê çimkî min dixwest gelek kes li fîlm temaşe bikin û hîs bikin ka rola Pêşmergeyan di dema şer de çi qasî girîng bûye.
Rûdaw: Te straneke Kurdî ji bo xalîçeya sor hilbijart. Çawa bû ev?
Alberto Barbera: Belê, em wisa dikin. Em her tim wisa dikin û em ji bo hemû fîlman jî wisa dikin. Di dema xalîçeya sor de em hinek stranên fîlm lê didin da ku keşeyeke guncav çêbibe, da ku beşdar ji bo temaşekirina fîlmê amade bibin.
Rûdaw: Pirsa min a dawî, ez naxwazim zêde dema te bigirim. Gelo tu yê ji niha û pê ve bêtir piştgiriya çîrok û fîlmên Kurdî bikî? Ji ber ku fîlmsaz û derhênerên me yên gelekî baş hene û fîlm û çîrokên me yên baş hene.
Alberto Barbera: Helbet. Helbet. Ez bi kelecanî li benda dîtina dengên nû yên ji gelê Kurd im.
Rûdaw: Gelekî spas. Spas ji bo her tiştî.


