Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbijartinên Swêdê de heta niha 5 namzedên Kurd ên di lîsteyên cuda de serkeftina xwe misoger kiriye û tê pêşbînîkirin ku heta dawiya hefteyê ev hejmar bibe 7.
Parlamenterê Kurd ê Partiya Sosyal Demokrat Kadîr Kasirga, ji Rûdawê re ragihand ku Kurdan di vê qonaxê de di qada siyasî ya Swêdê de pêgeheke xurtir bi dest xistiye.
Li gorî encamên destpêkê, 3 namzedên Kurd ên ji lîsteya Sosyal Demokratan, namzedekî ji lîsteya Demokratên Swêdê (SD), namzedekî ji Partiya Kesk û namzedekî din jî ji Partiya Çep bi ser ketine.
Kadîr Kasirga da zanîn ku ew li bendê ne encamên dawî pêncşemê werin eşkerekirin da ku hejmara rasteqîn a parlamenterên Kurd diyar bibe.
Kasirga derbarê avakirina hikûmetê got, "Pêvajo dê ne hêsan be, ji ber ku du blokên siyasî li hemberî hev in.
Em wekî Partiya Sosyal Demokrat, me destê xwe dirêjî 7 partiyên din kir da ku em hevkar bin lê em ne amade ne bi Partiya Demokratên Swêdê (SD) re dest bi ti dan û standinê bikin, çimkî nirxên me yên siyasî pir ji hevdû dûr in."
Kadîr Kasirgaye ku ji bo cara sêyem wekî parlamenter hat hilbijartin, tekez kir ku erka wan tenê yasadanîn nîne, ew her wiha dê bibin pireke pêwendiyê di navbera Swêd û Kurdistanê de.
Wî amaje pê kir ku êdî Kurdên Swêdê tenê wekî koçber nayên dîtin, ew wekî beşeke bibandor di nava civaka Swêdê de rola xwe dilîzin û dê di lûtkeya biryarên siyasî de jî amade bin.
Parlamenterê Kurd Kadîr Kasirga beşdarî bultena Rûdawê bû li ser hilbijartinên Swêdê û rola Kurdan pirsên Wehbê Romiyê bersivandin.
Rûdaw: Em te pîroz dikin ku tu careke din bûyî parlamenter. Em pir kêfxweş in û careke te pîroz dikin. Ez dixwazim ji vê derê dest pê bikim, çend Kurd bi ser ketin û bûn parlamenter?
Kadîr Kasirga: Êvar baş, silav ji bo karmend û hevalên Rûdawê yên li vir kar dikin. Pir spas ji bo pîrozbahiya we. Heta îro û heta vê kêliyê ku encam hîn bi temamî nehatine ragihandin, 5 parlamenterên bi eslê xwe Kurd ên di partiyên cuda de teqez hatine hilbijartin. Em li bendê ne ku sibe yan dusibe encam bi fermî û bi temamî werin ragihandin. Wê demê îhtîmal heye ku 2 kesên din jî bi ser bikevin û hejmar bibe 7.
Rûdaw: Nexwe heta sibe dê bibin 7 endamên parlamentoyê. Baş e, ew ji kîjan lîsteyan in Birêz Kadîr?
Kadîr Kasirga: Belê, niha 3 kes ji Partiya Sosyal Demokrat in, yekî me yê din jî heye ku em li bendê ne, eger ew jî bi ser bikeve em dê ji Partiya Sosyal Demokrat bibin 4 kes. Kesek ji Partiya Demokratên Swêdê (SD), kesek ji Partiya Kesk û kesek jî ji Partiya Çep hatiye hilbijartin.
Rûdaw: Birêz Kadîr, ev hemû ji bo parlamentoyê bûn. Lê ji bo herêm û şaredariyan çend Kurd bi ser ketin? Wekî tu dizanî, hilbijartina parlamento, şaredarî û herêman li Swêdê hemû di yek rojê de hatin kirin.
Kadîr Kasirga: Belê rast e. Li Swêdê her sê hilbijartin di heman rojê de tên kirin; ji bo şaredarî, herêm û parlamentoyê. Nêzîkî 200 kesên Kurd di partiyên cuda de bibûn namzed. Heta niha encameke me ya zelal li ber dest nîne bê çend kes ji bo şaredariyan bi ser ketine, ji ber ku 290 şaredarî hene lê dikarim bibêjim ku hejmareke mezin ji ciwan û jinên Kurd di vê pêvajoyê de serkeftin bi dest xistine.
Rûdaw: Birêz Kadîr, dê encamên dawî kengî eşkere bibin?
Kadîr Kasirga: Niha ji bo parlamentoyê, dê encam roja pêncşemê zelal bibin. Derbarê herêmên Swêdê jî, heta hefteya bê dê eşkere bibe.
Rûdaw: Birêz Kadîr, gelo dê pêkanîna hikûmetê karekî hêsan be? Ji ber tu dizanî ka hikûmeta berê ya Swêdê çawa bû.
Kadîr Kasirga: Belê, wekî tu dizanî pêkanîna hikûmetê li welatên Ewropayê û bi taybetî li Swêdê, ne karekî pir hêsan e. Niha du blok li hemberî hevdû ne lê cudahiya van her du blokan pir zêde nîne. Em wekî Partiya Sosyal Demokrat ku em partiya herî mezin in, me destê xwe dirêjî 7 partiyên din kiriye, lê em naxwazin bi Partiya Demokratên Swêdê (SD) re kar bikin, çimkî nirx û bihayên me û yên wan pir ji hevdû dûr in.
Em dixwazin siyaseteke nû li cîhanê pêk bînin, bi taybetî li dijî bêkariyê. Bêkarî pirsgirêkeke mezin e, niha li Swêdê nêzîkî 500 hezar kesan bêkar in. Ji bo dewleteke wekî Swêdê ev tiştekî ne baş e. Em amade ne ku çaksaziyê bikin û pêşniyaza me ji bo çareserkirina vê meselê heye.
Rûdaw: Lê li ser mijara koçber û penaberan, gelo dê di polîtîkayan de guherîn hebe? Çimkî partiya berê ya li ser desthilatê pir li dijî vê mijarê bû.
Kadîr Kasirga: Belê, niha mijara penaber û koçberan li cem hemû partiyên Swêdê di heman astê de ye. Wate, divê penaberî û koçberî di şert û mercên erênî de bin. Dema xelk tên vê derê, divê derfetên baş ji wan re werin avakirin da ku fêrî ziman bibin û derbasî nava bazara kar bibin.
Niha li Swêdê pêvajoya entegrasyonê di van 8-10 salên dawî de pir baştir bûye. Em dixwazin ew siyaset mirovî be lê di heman demê de berpirsyarane jî be.
Rûdaw: Birêz Kadîr, te got ku 5 parlamenter hatine misoger kirin û dibe ku bibin 7. Gelo ev 7 parlamenter di nav parlamentoyê de dikarin deng li ser pêşniyaryasayekê bidin?
Kadîr Kasirga: Her parlamenter dikare pêşniyara yaseyê bike, ev mafê her parlamenterî ye lê divê em ji bîr nekin ku em nûnertiya partiyên cuda dikin û em mecbûr in li gorî bernameya partiyên xwe tevbigerin. Hebûna Kurdan di nav parlamentoyê de ew maf e ku her parlamenter dikare pêşniyazan bîne parlamentoyê.
Rûdaw: Hebûna vê hejmara Kurdan di nav parlamentoyê de, bi taybetî ji bo civaka Kurd li Swêdê çi wateyê dide û hûn dikarin çi pêşkêş bikin?
Kadîr Kasirga: Beriya her tiştî, ew 7 kesên ku diçin parlamentoyê û ew Kurdên din jî ku di warên huner, bazirganî û şaredariyan de ne, mînakeke pir baş in ji bo civaka Kurd û nifşên paşerojê. Ji bo wan, em hêviyek in da ku ew bibînin ku Kurd jî dikarin rêya xwe vekin û derfetan ava bikin.
Em beşek in ji civaka Swêdê lê em Kurdbûna xwe ji bîr nakin. Em dikarin bibin pirek di navbera civaka Swêdê, dewleta Swêdê û Kurdistanê de.
Rûdaw: Birêz Kadîr, wekî tê dîtin te xizmeteke pir baş kiriye, lewma tu careke din bûyî parlamenter, ne wisa ye?
Kadîr Kasirga: Belê, ev cihê kêfxweşiyê ye. Ji bo min serbilindiyeke herî mezin e ku dema endamên partiya me û gelê Swêdê di vî warî de careke din baweriya xwe bi min anî. Ev cara sêyem e ku ez têm hilbijartin û ez pir kêfxweş im. Heta her qonaxê be, ez dê bi başî cihê xwe bigirim û xizmetê bikim.
Rûdaw: Gelek spas ji bo te Birêz Kadîr Kasirga, Parlamenterê Partiya Sosyal Demokratê ku tu mêhvanê me bûyî. Spas.
Kadîr Kasirga: Gelek spas, êvar baş.


