Barbara Leafê ji Rûdawê re qala encamên ewlehiyê yên vekişîna hêzên Amerîkayê ya ji Îraqê, metirsiya derketina DAIŞê û serdestiya komên çekdar ên nêzîkî Îranê kir.
Alîkara berê ya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ya Kar û Barên Rojhilata Navîn Barbara Leafê ragihand ti garantî nînin ku piştî vekişîna hêzên Amerîkayê metirsiya vegera terorê dernekeve holê û pêdagiriya Bexdayê ya li ser bidawîanîna erkê wan hêzan wekî "serkêşiyeke hikûmeta Îraqê" bi nav kir.
Barbara Leafê her wiha destnîşan kir ku binpêkirina serweriya Îraqê ji aliyê komên çekdar ve û qelsiya parastina asmanî, bi taybetî di parastina Herêma Kurdistanê de li hemberî êrişên bi dron û mûşekan, erkê rasterast ê hikûmeta federal e ku heta niha nekariye dabîn bike.
Leafê tekez kir ku eger êrişên li ser berjewendiyên Washingtonê berdewam bikin, vebijêrka bersivdayîna leşkerî ya rasterast a Amerîkayê bi temamî vekirî ye.
Hevpeyvîna Alîkara berê ya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ya Kar û Barên Rojhilata Navîn Barbara Leafê ya bi Rûdawê re:
Rûdaw: Vekişîna hêzên Amerîkayê ya ji Îraqê rojeveke germ e; li cîhanê û herêmê jî tim tê axaftin. Gelo ev vekişîn dê bibe sedema vejîna rêxistinên terorê yan na? Pêşbaziya Amerîka û Îranê ya li Îraqê dê ber bi kû derê ve biçe? Rewşa heyî ya li Îraqê çi qas metirsî ye ji bo Herêma Kurdistanê? Ji bo nirxandina van hemû mijaran, Alîkara berê ya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ya Kar û Barên Rojhilata Navîn Barbara Leaf bi me re ye. Barbara Leaf, bi xêr hatî. Ez dixwazim bi vê yekê dest pê bikim, dema sala 2011ê Amerîka vekişiya, valahiyeke ewlehiyê çêbû û sala 2014an DAIŞ derket holê. Niha Bexda dibêje ti dilgiraniyên ewlehiyê nînin. Gelo Washington piştrast e ku ev vekişîn dê heman senaryoya valahiya ewlehiyê û vegera terorê ducare neke?
Barbara Leaf: Ti rê nînin ku garantî bide gefeke wiha dernakeve holê. Amerîkayê di îdareyên cuda de -îdareya 2011ê de, îdareya Biden de û niha jî di îdareya Trump de- rêz li serweriya Îraqê û biryara hikûmeta Îraqê ya ji bo bidawîanîna hebûna hêzên şerker girtiye. Nexwe ev serkêşiyek e ku hikûmeta Îraqê dike.
Rûdaw: Ev metirsî tenê metirsiya DAIŞê ye, yan hêzên din jî hene ku dibe ku li ser aramiya Îraqê metirsiyê çêbikin?
Barbara Leaf: Dibe ku metirsî navxweyî be, wekî ku me di qonaxa sala 2014an de dît dema DAIŞ ji ser sînorê Sûriye û Îraqê teqiya û zêdetirî sêyeka welêt dagir kir û bi berdewamî gef li Bexdayê dixwar. Her wiha bi hebûna dewleteke wekî Îranê, dibe ku derve jî be; gelek mekanîzmayên Îranê yên navxweyî hene ku fişarê dixin ser Îraqê. Metirsî dikare bi şiklê van komên çekdar be ku li hundir in û piraniya caran fermana hikûmeteke biyanî bi cih tînin ku di vê rewşê de Îran e.
“Baweriya sala 2011ê bêbingeh bû”
Rûdaw: Gelo hikûmeta Îraqê çi qas hest bi van metirsiyan kiriye dema biryara vekişîna van hêzan daye û dixwaze di paşerojê de çawa rûbirûyî van astengiyan bibe?
Barbara Leaf: Li gorî min çend sedem hene ku hikûmetên Îraqê ber bi vî alî ve dehf didin. Bê guman fişar ji aliyê Îranê û wan aliyên ku li ser fermana Îranê dixebitin heye, çi aktorên siyasî bin çi jî komên çekdar bin. Pirsa baweriyê jî heye ku dibe ku hikûmeta Îraqê hîs bike. Sala 2011ê hikûmeta wê demê û gelek serkirdeyên siyasî xwedî baweriyeke zêde bûn ku hêzên Îraqê dikarin rûbirûyî hemû gefan bibin lê wekî me dît ew baweriyeke bêbingeh bû.
Di van salên dawî de Amerîka, NATO û hevpeymanên din ji bo hevkariyê, piştgiriyê, perwerdekirinê û şêwirmendiya hêzên ewlehiyê yên Îraqê hewlên mezin dan. Mirov dikare bibêje li gorî 12-13 sal berê, ev hêz di rewşeke gelekî baştir de ne ji bo rûbirûbûna li gel gefên navxweyî û dibe ku yên derve jî lê hîn jî wêne bi temamî ne zelal e.
Rûdaw: Te behsa komên çekdar kir. Çawa miamele li gel wan koman bê kirin di demekê de ku ew di nava sîstema ewlehiyê ya Îraqê de ne lê di heman demê de xwedî ajandaya xwe ne û carinan êrişî Herêma Kurdistanê yan jî hêzên din dikin?
Barbara Leaf: Ew girêdayî cewherê gefê ye. Ew komên çekdar ên ku Îranê piştî êrişa Amerîkayê û di dema şer de alîkariya avakirina wan kir û ew komên ku Îran berdewam çek û cebilxaneyan dide wan û wan perwerde dike, derketine pêşberî hikûmetên li pey hev ên Îraqê. Di rastiyê de wan wekî aktorên navxweyî serweriya Îraqê bin pê kiriye; li derveyî kontrola dewletê çek hildigirin û axekê kontrol dikin ku mafê dewleta Îraqê nîne bikeve navê. Ev ji bo hikûmeta Îraqê pirsgirêkeke pir metirsîdar a ewlehî û siyasî ye lê ne tiştek e ku tu bixwazî bi zora çekan çareser bikî. Divê bi rêya pêvajoya siyasî be ku ev jî ji bo Serokwezîrê niha ceribandineke rasteqîn e.
“Parastina asmanî ya Îraqê gelekî lawaz e”
Rûdaw: Li ser sîstema parastina asmanî ya Îraqê û bi taybetî Herêma Kurdistanê ku çend caran rûbirûyî êrişên bi dron û mûşekan bûye; gelo çi qas pêwîstiya Îraqê pê heye ku şiyanên xwe di vî warî de bi pêş bixe yan sîstema parastina asmanî ji bo Herêma Kurdistanê dabîn bike?
Barbara Leaf: Bi nêrîna min xala herî lawaz û metirsîdar di parastina Îraqê de sîstema wê ya parastina asmanî ye. Bê guman Kurdistana Îraqê rûbirûyî herî zêde êrişên bi dron û mûşekan bûye, hem ji aliyê Îranê ve hem jî ji aliyê komên nêzîkî Îranê ve. Ev gefek e ji du aliyan ve, hem gefek e li ser xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê, hem jî gefek e li ser hikûmeta navendî ya li Bexdayê ku nikare wan kontrol bike û nikare rê li ber Îranê bigire ku êrişî deverên Îraqê bike.
Di pêşerojê de jî me gelek êrişên wiha li ser Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê dîtin ku hikûmetê nekarî rê li ber wan bigire. Ji ber vê yekê parastina asmanî gelekî girîng e lê tiştê ku nîne, kêmasiya şiyana kontrolkirina van koman e û têgihandina Tehranê ye ku êdî nikare destwerdanê di kar û barên navxweyî yên Îraqê de bike yan êrişî welatiyên Îraqê bike, çi li Kurdistana Îraqê bin çi jî li cihekî din bin.
Rûdaw: Gelo Bexda berpirsyar e ji bo parastina asmanê Herêma Kurdistanê û dabînkirina sîstema parastina asmanî ji bo Hewlêrê, yan divê Herêma Kurdistanê bi xwe li vê çareseriyê bifikire?
Barbara Leaf: Bi nêrîna min bi zelalî diyar e ku hikûmet hîn nikare wê parastinê dabîn bike. Di bingehê de ev erk û berpirsyariya dewleteke federal û navendî ye. Ji aliyê siyasî û yasayî ve bi temamî berpirsyariya Bexdayê ye lê eşkere ye ku di her du aliyên leşkerî û siyasî de hikûmetên li pey hev ên Îraqê nekariye wê parastinê mîsoger bikin. Ev ne tenê erk an berpirsyariyeke leşkerî ye ku divê Bexda bigire ser xwe, di heman demê de pirsgirêkeke siyasî ye jî da ku ji van koman û ji bo Tehranê jî were eşkerekirin ku ev rewş êdî nayê qebûlkirin.
Rûdaw: Tu hewlên Serokwezîrê Îraqê yên ji bo xistina çekan a bin kontrola dewletê û sînordarkirina rola van koman çawa dinirxînî? Gelo ew dikare di vî karî de bi ser bikeve?
Barbara Leaf: Li gorî min ev dê rêyeke pir dûr û dirêj û aloz be ku ev hikûmet tê re derbas dibe û dibe ku hikûmetên din jî neçar bimînin vî karî bidomînin. Beşek ji van koman ji salên 2003 û 2004an ve bêyî lêpirsîn û ceza li ser axa Îraqê dixebitin. Berpirsyariya serkirdeyên siyasî yên van koman e ku piştrast bibin çekdarên wan bi temamî serî ji dewletê re ditewînin; heke dewlet biryara radestkirina çekan bide, divê bi cih bînin. Bê guman erkê hikûmeta Serokwezîr e ku van gavan bavêje lê di heman demê de berpirsyariya serkirdeyên siyasî yên wan aliyan e jî ku piştrast bikin ev kom pêbendî biryar û fermanên dewletê dibin.
Rûdaw: Heke êrişên li ser hêzên Amerîkayê yan hevpeymanan ên li herêmê berdewam bikin, gelo îhtimala wê heye ku Amerîka rasterast bi awayekî leşkerî li nava Îraqê yan heta li derveyî Îraqê jî bersiva van koman bide?
Barbara Leaf: Ji bo niha ne zelal e lê li gorî min ev îdare dê li bersivdayîna leşkerî bifikire li hemberî her êrişeke ku li ser berjewendî û navendên Amerîkayê were kirin. Di pêşerojê de jî bi vî rengî xebitîne, ji bo paşerojê jî ez bawer dikim ku ev îhtimaleke pir vekirî û bihêz e.
Rûdaw: Di dawiyê de, pêwendiyên leşkerî yên di navbera Washington û Bexdayê de piştî vekişîna hêzên Hevpeymanan dê ber bi kû ve biçin? Gelo dê şêwirmendên leşkerî li Îraq û Herêma Kurdistanê bimînin?
Barbara Leaf: Bê guman hejmara şêwirmendên leşkerî yên Amerîkayê, şêwirmendên leşkerî yên Ewropayê û welatên din mijara gotûbêjan in. Rola wan, hejmara wan, erkên wan û ew xebatên ku li ser axa Îraqê bi hêzên ewlehiyê yên Îraqê re dikin, hemû tên nîqaşkirin. Her beşek ji wan bi awayekî dualî tê nirxandin. Ez nizanim di navbera hemû wan welatên cuda de yên ku berê beşdar bûn ev mijar di çi astê de ye lê bê guman dan û standin li ser tên kirin. Hejmara hêzan hatiye kêmkirin, erkên wan jî dikevin çarçoveya peymana dualî, ji ber vê yekê jî hemû hûrgilî hîn bi temamî ne eşkere ne.
Rûdaw: Barbara Leaf, Alîkara berê ya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, gelekî spas ji bo vê derfetê û beşdariya te ya bi me re.
Barbara Leaf: Ji bo we jî spas.


