Ruben Soghoyan diyar kir ku ew girîngiyeke mezin didin pêwendiyên xwe yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û dixwazin di her warî de hevkariyê bi pêş bixin.
Balyozê Ermenistanê yê Îraqê Ruben Soghoyan anî ziman ku qebareya bazirganiya di navbera Ermenistan û Îraqê de gihîştiye 350 milyon dolaran û armanca wan ew e ku vê hejmarê di demeke kurt de derxînin nîv milyar dolarî.
Ruben Soghoyan destnîşan kir ku ew dixwazin di warê teknolojiya agahiyan de hevkariyê bikin û li bendê ne ku geştên asmanî yên rasterast di navbera Hewlêr û Êrîvanê de dest pê bikin.
Soghoyan bal kişand ser rola civaka Ermenan a li Herêma Kurdistanê û vekirina perestgeha mezin a Kurdên Êzidî ya li Ermenistanê jî wekî nîşaneya azadiya olan nirxand.
Balyozê Ermenistanê yê Îraqê Ruben Soghoyan pirsên Rûdawê bersivandin.
Rûdaw: Gelo ti bername û destpêşxerî hene ku armanca wê bihêzkirina pêwendiyên di navbera Îraq, Herêma Kurdistanê û Ermenistanê de be?
Ruben Soghoyan: Em gelekî girîngiyê didin pêwendiyên xwe yên bi Îraqê re. Bê guman, em gelekî girîngiyê didin bipêşketina pêwendiyên xwe yên aborî, çandî û civakî yên bi Herêma Kurdistanê re. Qebareyeke mezin a bazirganiya me bi herêmê re heye ku bi 100 milyon dolaran tê texmînkirin. Plana me ew e ku em wê zêdetir bi pêş bixin. Ez potansiyeleke mezin a nehatî bikaranîn di warê bazirganî, veberhênan û pêwendiyên aborî de bi Îraqê û Herêma Kurdistanê re dibînim. Ji ber vê yekê, em ji nêzîk ve bi sektora taybet, sektora giştî û hikûmetê re dixebitin. Komîteyeke me ya navbera hikûmetan bi Îraqê re heye. Par me gelek belgeyên bisûd ên li ser bazirganî û veberhênanê îmze kirin. Em di warê aborî, çand û perwerdeyê de jî zêdetir bi pêş ve diçin.
Rûdaw: Qebareya niha ya bazirganiya di navbera Ermenistan û Îraqê de, tevî Herêma Kurdistanê, çi qas e?
Ruben Soghoyan: Gihîştiye 350 milyon dolaran û bipêşketina wê jî balkêş e, ji ber ku salane nêzîkî ji sedî 50 bipêşketina me heye. Em li bendê ne ku bazirganiya me bigihêje 400 milyon dolaran. Eger dînamîk bi heman şêweyî bimîne, armanca me ew e ku di demeke kurt de em bigihîjin nîv milyar dolar dan û standina bazirganî.
Rûdaw: Kîjan sektor xwedî potansiyela herî mezin a hevkariya dualî ye?
Ruben Soghoyan: Bi baweriya min, niha warê herî girîng ê hevkariyê, warê teknolojiya agahiyan û warê dîjîtal e. Veguherîna dîjîtal, hikûmeta elektronîk, bankeya elektronîk û her tiştê ku bi teknolojiya bipêşketî ve girêdayî ye, cihê girîngiya me ye û ez piştrast im ku cihê girîngiya Îraqê jî ye. Her wiha, em li benda vekirina yekem laboratuwara teknolojiya agahiyan a li Silêmaniyê ne. Em hêvîdar in ku ev tenê gava yekem be. Potansiyeleke me ya mezin a nehatî bikaranîn di warê teknolojiya zanyariyan û veguherîna dîjîtal de heye.
Rûdaw: Ango, hûn ji bo hevkariyê bi Kurdistanê û bajarên wê re vekirî ne?
Ruben Soghoyan: Belê, em ji bo hevkariyê bi hevkarên xwe re li seranserê Îraqê vekirî ne û ti sînorên me nînin. Em bi rastî jî dixwazin hevkariyên xwe bi pêş bixin.
Rûdaw: Gelo ti gotûbêj li ser destpêkirina geştên asmanî yên rasterast ên di navbera Hewlêr û Êrîvanê de hene ji bo bilezkirina geştyariyê ya di navbera her du bajaran de?
Ruben Soghoyan: Geştyarî, yek ji pêşîneyên Ermenistanê ye û bê guman, em dixwazin zêdetir geştyaran ji Îraqê bibînin. Mixabin, niha geştên me yên rasterast nînin, ne ji Bexdayê û ne jî ji Hewlêr û bajarên din ên Îraqê. Em hêvîdar in ku em karibin di demeke kurt de geştên rasterast ji nû ve dest pê bikin.
Rûdaw: Plana we ji bo wê heye?
Ruben Soghoyan: Belê.
Rûdaw: Hûn rola civaka Ermenan a li Herêma Kurdistanê di bihêzkirina pêwendiyên di navbera her du gelan de çawa dinirxînin?
Ruben Soghoyan: Ew yek ji pirên herî girîng ên navbera gelên me ne. Ermen bi 100 salan e li vir dijîn û beşek ji vê civakê ne. Bê guman, ew girîngiyê didin pêwendiyên me. Tenê ji ber ku ew Ermen in, em hest dikin ku bingeheke me ya baş li vir heye. Ew pireke pêwendiyê ya gelekî girîng in di navbera civakan de û di warê aborî de jî. Em girîngiyê didin vê kevneşopiya rêzgirtina dualî û pêkvejiyanê ya ku em li vir dibînin.
Rûdaw: Îro perestgeheke mezin a Êzidiyan li Ermenistanê tê vekirin. Armanca sereke ya avakirina vê perestgehê çi ye?
Ruben Soghoyan: Yek ji mezintirîn civakên Êzidiyan ên li cîhanê li cem me ye. Daxwaza civaka Êzidiyan bû ku perestgeheke wan li wir hebe ji bo pêkanîna rîtuelên xwe yên olî. Bê guman, em pêşwaziyê li vê yekê dikin û rêzê li azadiya derbirînê û azadiya olan digirin. Em bi rastî şanaziyê pê dikin ku yek ji mezintirîn perestgehên civaka Êzidiyan li Ermenistanê hebe.
Rûdaw: Bi berçavgirtina ku Laliş perestgeha sereke ya Êzidiyan e, gelo ti şêwir bi Mîr an aliyên pêwendîdar ên Êzidiyan re hatine kirin li ser wê perestgeha ku îro li Ermenistanê tê vekirin?
Ruben Soghoyan: Tiştek nîne ku ez pê agahdar bim. Dibe ku di nav civaka Êzidiyan bi xwe de şêwir hatibin kirin lê ez nikarim piştrast bikim.
Rûdaw: Bi raya we xalên hevbeş ên sereke yên di navbera Kurdistan û Ermenistanê de çi ne?
Ruben Soghoyan: Gelê wê. Gelên me, gelek tiştên wan ên hevbeş hene. Ne tenê dîrok, çand, xwarin û muzîk, ev hemû atmosfereke mezin a têgihiştin û rêzgirtina dualî diafirînin. Ez dê kurt bikim û bibêjim, gelê me nirxê pêwendiyên me ye. Xala sereke û nirxê vê bihevrejiyan û hevaltiyê, gelê me ye.
Rûdaw: Dema ku hûn bi gelê Kurdistanê re diaxivin, çi tiştê jibîrnekirî di hişê we de dimîne?
Ruben Soghoyan: Ji bo min bi awayekî kesane, pîrozbahiya Newrozê ye. Ez 2 caran hatim vexwendin û ev tiştê herî jibîrnekirî ye ku min dîtibû. Ez dixwazim careke din li wir bim dema ku ji nû ve tê organîzekirin.
Rûdaw: Tenê carekê çêbû?
Ruben Soghoyan: Na, ji bo min 2 caran çêbû. Îsal mixabin hat bipaşxistin lê bûyereke mezin e û ez bi rastî pê serbilind im.
Rûdaw: Li ser vîzeyê, ji bo welatiyan û nûnerên bazirganiyê, gelo ti hewl hene da ku ew hêsantir wergirin?
Ruben Soghoyan: Her welatekî rêkareke xwe ya vîzeyê heye û mercên Ermenistanê jî ji bo daxwaza vîzeyê hene. Ew kesên ku mercan pêk tînin û belgeyên wan ên pêwîst hene, bê guman vîze ji wan re tê dayîn. Cureyên me yên cuda yên vîzeyê hene û em hewl didin ku bazirgan, hunermend û rewşenbîran teşwîq bikin ku werin serdana Ermenistanê. Em vekirî ne û em hemû hewla xwe didin da ku hejmara herî zêde ya geştyaran bê cem me.
Rûdaw: Gelekî spas ji bo dema we.
Ruben Soghoyan: Spas xweş.


