Piştî 12 salan ji şerê hevbeş ê li dijî DAIŞê, dawî li erkê şer ê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Îraq û Herêma Kurdistanê hat.
Ev qonaxeke nû ye ji bo hêzên ewlehiyê yên Îraqê ku niha bi tenê berpirsyariya parastina asman û axa Îraqê hildigirin.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îraqê Yehya Resûl tekez dike ku hêzên wan di asteke gelekî bilind de ne.
Ew diyar dike ku sîstema parastina asmanî û bejayî bi temamî di bin kontrola hêzên Îraqî de ye û ew ji bo her eger û rûdanekê amade ne.
Di vê qonaxa nû de, pêwendiyên Îraqê yên li gel welatên Hevpeymaniya Navneteweyî qut nabin.
Li gorî daxuyaniyên Wezareta Parastinê, ev pêwendî dê derbasî qonaxa dualî bibin û dê ji bo rahênan, perwerde û kirîna çekan berdewam bin.
Mijareke din a girîng jî hevahengiya di navbera artêşa Îraqê û Pêşmergeyan de ye.
Yehya Resûl destnîşan dike ku Hêza Pêşmergeyan beşeke girîng a sîstema parastina niştimanî ya Îraqê ye û hevahengiya di navbera her du aliyan de di asta herî bilind de ye.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îraqê Yehya Resûl bû mêvanê Rûdawê û pirsên Wehbê Romiyê yên li ser vekişîna hêzên Amerîkayê, sîstema parastina asmanî, metirsiya DAIŞê û hevahengiya bi Wezareta Pêşmergeyan re bersivandin.
Rûdaw: We û Hevpeymaniya Navneteweyî 12 salan bi hev re li dijî DAIŞê şer kir. 30ê Îlonê leşkerekî Amerîkî jî li seranserê Îraqê nema. Gotina we ya destpêkê ji bo vê rojê çi ye?
Yehya Resûl: Ev roj rojeke girîng e û roja serweriya tam a Îraqê ya li ser ax, asman û avên Îraqê ye. Bê guman me di şerê xwe yê li dijî çeteyên terorîst ên DAIŞê de ji sala 2014an ve li ser navê hemû cîhanê şer dikir. Hevpeymaniya Navneteweyî xwedî roleke girîng bû. Em spasiya Hevpeymaniya Navneteweyî dikin ji bo hemû wê piştgiriya ku di dema operasyonên rizgarkirinê de pêşkêşî me kir. Lê yên ku li ser erdê şer dikir, hêzên çekdar ên Îraqê û saziya parastina niştimanî ya Îraqê bûn. Ew jî ji yekîneyên artêş, polîs, Pêşmergeyan, Heşdî Şebiyê û hemû dezgehan pêk dihatin. Me karî axa Îraqê rizgar bike. Îro jî şiyanên leşkerî yên hêzên çekdar ên Îraqê di asteke gelekî bilind de ne. Ev şiyan li ser asta bejayî, asmanî, balafirvaniya artêşê, çek û her wekî din in.
Her wiha yekîneyên me yên leşkerî li her bostekê ji axa Îraqê bi cih bûne. Xaleke din jî ew e ku di warê îstixbaratê de şiyaneke me ya gelekî bilind heye. Sîstema îstixbaratê bi rêya dezgehên îstixbaratê bi hûrbînî dixebite. Ew li gorî agahiyan û bi rêya amûrên gelekî pêşketî dixebitin.
Îro arasteya Wezareta Parastinê bi rêya birêz Sererkan û bi fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, temamkirina avakirina şiyanan e. Ev yek bi taybetî di warê parastina asmanî de ye. Belê, radarên me hene û ev radar tevahiya rûberê axa Îraqê diparêzin. Lê divê em karê parastina asmanî zêdetir bi pêş bixin. Ev yek jî ji aliyê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ve wekî rênima hatiye dayîn û komîteyeke teknîkî hatiye avakirin.
"Em di çarçoveya yek sîstema parastina niştimanî de dixebitin"
Rûdaw: Baş e, ti cihekî vala li ser axa Îraqê û Herêma Kurdistanê maye ku di destê hêzên Pêşmergeyan û hêzên Îraqî de nebe?
Yehya Resûl: Nexêr, bi ti awayî. Em îro di çarçoveya yek sîstema parastina niştimanî de dixebitin. Li Kurdistanê hêzên pasewanên herêmê û birayên me yên di hêzên Pêşmergeyan de hene. Her wiha li seranserê axa Îraqê yekîneyên artêşê, Wezareta Karên Navxwe, hêzên sînor hene. Hêzên sînor bi tundî û bi çavdêriyeke bilind sînor diparêzin. Heşdî Şebî û dezgehên ewlehî û îstixbaratê jî hene.
Tevahiya wan navçeyan jî, bi taybetî ew cihên ku berê vala bûn, bê guman şiyana me ya balafirên bêmirov heye. Îro bi rastî şiyaneke mezin di warê balafirên bêmirov de heye. Ew balafir şopandina van navçeyan dikin û çavdêriya tevgera dijmin dikin. Eger hin şaneyên kêm û razayî jî hebin ku heta radeyekê ne diyar in, veşartî ne û şikestî ne, em li her derê li pey wan dikevin.
Beriya demekê Fermandariya Operasyonên Badiyeyê hat damezrandin ku niha li çola Semawê ye. Tevahiya navçeyên çolistanê ji aliyê yekîneyên leşkerî, balafirên bêmirov û balafirên şer ên artêşê ve hatine kontrolkirin. Ango hemû navçe û axa Îraqê bi hemû beşên xwe ve di bin kontrola hêzên me yên çekdar de ne.
"Em derbasî nava pêwendiyên dualî dibin"
Rûdaw: Li gorî peymana navbera Bexda û Washingtonê di paşerojê de, çarenivîsa pêwendiyên leşkerî dê çawa be?
Yehya Resûl: Vekişîna Hevpeymaniya Navneteweyî bi ti awayî bi wê maneyê nîne ku pêwendiya me ya li gel wan bi dawî bûye. Belkî em derbasî nava pêwendiyên dualî yên li gel wan dewletan dibin. Hûn dizanin ku Hevpeymaniya Navneteweyî zêdetirî 60 dewletan li xwe digirt. Ew welatên cîhanî, xwedî pêgeh û artêşên mezin bûn. Em dê bi rêya şandina şandeyên rahênanê, kirîna çekan û perwerdeyê berdewam bin. Ev karê dualî di çarçoveya karê leşkerî de gelekî girîng e. Ji bilî vê jî nabe em ji cîhanê qut bibin. Belkî pêwendiya me ya li gel welatên cîran, herêmî û cîhanî dê li ser bingeha rêzgirtina li serweriya Îraqê be. Em hebûna pêwendiyên dualî yên li gel welatên Erebî û biyanî wekî tiştekî girîng dibînin. Şandeyên me ji bo kirîna çek, kel û pelan û temamkirina avakirina hêzên çekdar dê berdewam bin.
Rûdaw: Piştî vekişîna hêzên Hevpeymanan, hûn çi dilniyayiyê didin xelkê ji bo parastina serweriya Îraqê û rûbirûbûna li hemberî gefan?
Yehya Resûl: Bê guman îro baweriyeke mezin a welatiyê Îraqî bi hêzên çekdar heye. Em jî wekî hêzên çekdar xwedî wê şiyanê ne ku parastina Îraqiyan, rûmet û serweriya Îraqê bikin. Yekîneyên me li hemû cihan hene. Pêwendî û baweriya navbera welatiyan û hêzên ewlehiyê gelekî bihêz e.
Yekîneyên me yên leşkerî di warê rahênan, çekdarkirin û rû bi rû bûna li hemberî terorê de ji baştirîn yekîneyan in. Ew li hemû navçeyên dijwar ên cografî bi piştevaniya asmanî û balafirên bêmirov amade ne. Îro aramiyeke mezin a ewlehiyê heye. Wezareta Karên Navxwe li nav bajaran erkên xwe bi rê ve dibe. Proseya radestkirina dosyeya ewlehiyê ya bajaran ji artêşê ji bo navxweyê berdewam e. Ev jî delîla pêşketina şiyana polîsan e. Parastina welatiyê Îraqê jî ji bakur heta başûr û ji rojhilat heta rojava, erka me ye.
"Şaneyên DAIŞê gelekî lawaz û şikestî ne"
Rûdaw: We got hêzên we bi tevahî amade ne, baş hatine perwerdekirin û ji bo parastina hemû Îraqê amade ne. Heta niha bermahiyên DAIŞê li Îraqê mane?
Yehya Resûl: Li ser şaneyên DAIŞê, dibe ku hejmareke kêm a şaneyên gelekî lawaz û şikestî hebe. Karê me yê îro îstixbaratî ye. Şiyana dezgeha me ya îstixbaratê ya şopandina van bermahiyan heye. Ew car caran operasyonên curbicur li dijî wan encam didin. Wekî ya ku li Kerkûkê rû da. Dema ku wê şaneya terorîst hewl da bikeve bazarê ji bo dabînkirina pêwîstiyan, ew yekser hatin şopandin û jinavbirin. Ev jî delîla hebûna hewla îstixbaratî ye.
Ew çekdarên kêm ên ku mane ne metirsî ne û xwe veşartine. Xala duyem jî hişyariya welatiyê Îraqî ye ku rasterast li ser her gumanlêkiriwekî agahiyan didin. Lewma ev şaneyên pir kêm û lawaz metirsiyeke berbiçav çênakin.
Rûdaw: Ew bûyera li navçeya Pirdê ya Kerkûkê çêbû ku tê de 2 xortên Kurd şehîd ketin, bi taybetî ew kesên êrişkar ji hêzên Îraqî an Dijîterora Îraqê bûn. Gotina we li ser vê çi ye? Niha jî komîteyeke lêkolînê li ser vê hatiye avakirin. Rûdanên bi vî rengî çêdibin û di encamê de xelkê sivîl şehîd dibin. Dê çi bibe?
Yehya Resûl: Destpêkê rehma Xwedê li şehîdan be. Yên ku şehîd bûne zarokên me ne û Îraqî ne. Bê guman komîteyeke lêkolînê heye û eger ti xemsariyek hebe, dê lêpirsîn li gel xemsaran were kirin. Lê divê em li benda encama karên vê komîteyê bin li ser tiştê ku li Kerkûkê qewimî.
Rûdaw: Bi taybetî ew kesên ku êriş kirin ji dijeterora Îraqê bûn. Eger destê wan di vê rûdanê de hebe û bi şaşîtî ew du xortên Kurd şehîd xistibin, dê werin cezakirin û bi çi cezayî?
Yehya Resûl: Min got, ev babet girêdayî rapora wê komîteyê ye ku li wir e. Komîteyeke bilind a lêkolînê li ser babetê hatiye avakirin ji bo gihîştina bi rastiyan. Bê guman raspardeyên vê komîteyê yên li ser rûdanê dê werin belavkirin.
"Ti şêwirmendên biyanî li ser axa Îraqê nemane"
Rûdaw: Em werin ser vekişîna hêzên hevpeymanan. Hejmara wan leşkerên Amerîkî yên ku heta niha vekişiyane çend e?
Yehya Resûl: Dibe ku hejmara hûr li ba min nebe lê ew ne leşker bûn. Ew di warên rahênan, çekdarî û amadehiyê de şêwirmend bûn. Niha hemû şêwirmend vekişiyane. Ti şêwirmendekî Hevpeymaniya Navneteweyî, çi Amerîkî be yan ji welatekî din be, li ser axa Îraqê nemaye.
Rûdaw: Piştî qonaxa vekişînê, asta hevahengî û pêwendiya we ya li gel hêzên Pêşmergeyan dê çawa be?
Yehya Resûl: Destpêkê hêzên Pêşmergeyan beşek in ji sîstema parastina niştimanî ya Îraqê û xwîn, qurbanî û şehîd dane. Rêz û spasiya me ya tam ji bo wan heye. Asta hevahengiya me gelekî bilind e. Pêwendiyeke gelekî xurt li gel Wezareta Pêşmergeyan bi rêya birêz Wezîr û Sererkan Ferîq Rukn Îsa heye. Nûnerên wan her dem amade ne. Civînên berdewam hene û hevahengî di asta herî bilind de ye.
Rûdaw: Birêz Yehya Resûl, beriya çend rojan Sebah Numan ji bo Rûdawê ragihandibû ku sîstema parastinê ya li dijî balafirên bêmirov û êrişên asmanî di demeke nêzîk de digihîje Îraqê. Dê kengî bigihîje?
Yehya Resûl: Wekî min berê jî got, komîteyeke teknîkî serdana wan welatan kiriye ku di warê parastina asmanî de gelekî pêşketî ne. Di qonaxa bê de em dê bazdaneke mezin di şiyanên xwe yên parastina asmanî de bibînin. Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar fermana çekdarkirin û terxankirina budceyê daye. Bi rêya komîteyên teknîkî ve hevdîtin û lihevkirin hatine kirin. Di demeke nêzîk de em dê pêşveçûneke berbiçav di sîstema parastina asmanî ya Îraqê de bibînin.
Rûdaw: Ew radar û sîstemên parastina asmanî yên ku digihîjin Îraqê, asmanê Herêma Kurdistanê jî li xwe digirin?
Yehya Resûl: Herêma Kurdistanê axa Îraqê ye û li ba me ezîz e. Gelê Kurd gel û kesûkarên me ne. Îraq yek welat e. Bê guman hemû ev sîstem ji bo parastina serweriya ax û asmanê tevahiya Îraqê ne.
Rûdaw: Piştî vekişîna hêzên hevpeymanan, niha jî hikûmeta Îraqê dixwaze ku çek di destê koman de li ser asta Îraqê nemîne. Dê kengî ew dem were diyarkirin ku hemû komên çekdar çekên xwe deynin û radestî hikûmetê bikin?
Yehya Resûl: Ez wisa difikirim ku hikûmeta Îraqê bi xwe berpirsiyar e ji vê pirsê. Li ser pirsa çekan û dan û standinan, daxuyaniya fermî ji aliyê birêz Sebah Numan ve tê dayîn. Agahiyên min ên hûrbîn li ser vê mijarê nînin.
Rûdaw: Beriya demekê hûn li Şingalê bûn. Bi taybetî nerazîbûn ji aliyê xelkê Şingalê ve hebû. Dê çarenivîsa Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) çi lê bê û dê çi were kirin?
Yehya Resûl: Ez dibêjim, komîteyeke bilind li ser vê mijarê hatiye avakirin û wan dest bi civîn û hevdîtinan kiriye. Em li benda civînên bê yên vê komîteyê ne û dema ku gihîştin encamekê, dê were ragihandin. Em hemû dixwazin Îraq ji bakur heta başûr aram be.
Rûdaw: Ez dixwazim pirsa sînorê Sûriye û Îraqê jî bikim. Ji ber ku sînorê Sûriye û Îraqê sînorekî dirêj e û ji ber tevgera DAIŞê ya li aliyê Sûriyeyê, rewşa ewlehiyê ya li ser sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê di çi astê de ye?
Yehya Resûl: Sînorê me yê li gel Sûriyeyê nêzîkî 605 kîlometreyan e. Piştî rizgarkirina navçeyan, di serê karên me de kontrolkirina vî sînorî bûye. Bi hevahengiya Fermandariya Pasewanên Sînor û Operasyonên Hevbeş, sînor bi tevahî hatiye kontrolkirin û qahîmkirin. Xendek, berbestên betonî, têlên strîdar, çekên palpişt, kamerayên termal û balafirên bêmirov hatine danîn. Li pişt hêzên pasewanên sînor jî yekîneyên leşkerî li her derê amade ne. Ez dilniyayiyê didim ku sînorê me bi tevahî parastî ye û bi sîstemên zîrek, teknîkî û îstixbaratî tê çavdêrîkirin.
Rûdaw: Ango em dikarin bêjin bi taybetî li çolistanên Sûriyeyê ku gelek caran DAIŞ êriş dike, ti metirsiya êrişa DAIŞê ya ji bo ser sînorê Îraqê nîne?
Yehya Resûl: Ez ji we re dibêjim ku sînorên me bi tevahî parastî û qahîm in. Yekîneyên me amade ne û çavdêriyê dikin. Sînor di bin destê hêzên çekdar û pasewanên sînor de ne û çavdêriya her tevgerekê tê kirin.
Rûdaw: Em gelekî spasiya we dikin birêz Lîwa Yehya Resûl. Hûn wekî Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îraqê ji Bexdayê bûn mêvanê me. Gelekî spas.
Yehya Resûl: Gelekî spas.


