Fuad Husên ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku parastina Herêma Kurdistanê ya ji êrişan erkê li ser milê hikûmeta Îraqê û Hêzên Pêşmergeyan e.
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên her wiha hûrgiliyên hevdîtinên şandeya Îraqê û hevdîtina Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere kirin.
Nûçegihanê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde li New Yorkê di çarçoveya civînên Neteweyên Yekbûyî de parastina asmanê Herêma Kurdistanê û naveroka civînên şandeya Îraqê ji Dr. Fuad Husên pirsî.
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê li ser nebûna sîstema parastina asmanî ya li Herêma Kurdistanê û metirsiya êrişên komên çekdar ên nêzîkî Îranê, behsa helwesta Serok Mesûd Barzanî kir.
Fuad Husên got, "Ew bi xwe tekez dike ku em beşek in ji vî welatî, em beşek in ji Îraqê û erkê hikûmeta Îraqê ye ku Kurdistanê biparêze."
Fuad Husên da zanîn ku ev yek berpirsyariya hikûmeta Îraqê û Hêzên Pêşmergeyan e û anî ziman:
"Dema ku êrişî beşeke Îraqê tê kirin, erkê hikûmeta Îraqê ye ku rê lê bigire û rûbirûyê wê bibe."
Hûrgiliyên civînên li Amerîkayê
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê li ser hevdîtina girtî ya Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî ya bi Donald Trump re anî zimên ku ew ji hemû wan civînan û mijarên ku hatine gotûbêjkirin agahdar in.
Fuad Husên diyar kir ku şandeya wan gelek hevdîtinên cuda pêk anîne; ji wan hevdîtineke fermî ya bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê re li ser têkiliyên dualî, her wiha maseyek bi beşdariya Trump û hinek ji serokên Rojhilata Navîn.
Husên her wiha daxuyand ku Trump bi serkirdeyên Îraq, Misir, Libnan û Tirkiyeyê re civînek saz kiriye lê ew civîn tenê ji bo Îraqê nebûye, belkî Trump tê de li ser rewşa tevahiya herêmê axaftinek pêşkêş kiriye.
Metirsiyên ewlehiyê yên li ser Îraq û Herêma Kurdistanê piştî destpêkirina şerê di navbera Amerîka û Îranê de li dawiya meha Sibatê zêde bûne.
Her wiha biryara vekişîna hêzên Koalîsyona Navneteweyî li cem rayedarên Îraq û Herêma Kurdistanê tirsa çêbûna valahiya ewlehiyê çêkiriye.
Niha asmanê Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna êrişên bi mûşekan ne xwediyê sîstemeke bipêşketî ya parastina asmanî ye, loma şandeya Îraqê di hevdîtinên xwe yên bi berpirsên Amerîkayê re de hewl dide ku garantiyên ewlehiyê bi dest bixe.
Hevpeyvîna Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên a bi Diyar Kurde re:
Rûdaw: Me dît ku di hevdîtina Serok Trump û Serokwezîrê Îraqê ya li New Yorkê de, Serokwezîr tenê bi wergêrê xwe re beşdar bû. Çima bi tena serê xwe çû wê civînê? Hûn ti hûrgiliyan li ser vê hevdîtinê didin? Gelo di civînê de behsa komên çekdar ên Îraqê hat kirin?
Fuad Husên: Gelek civînên me yên cuda hebûn. Me civîna xwe ya fermî bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê re li New Yorkê kir. Paşê em beşdarî civînekê bûn ku beşek ji serokên Rojhilata Navîn û Serok Trump tê de beşdar bûn. Her wiha civîneke din jî di navbera Serokwezîr û Serok Trump de çêbû. Bê guman, em ji wan hemû mijarên ku di civînan de hatine axaftin agahdar in. Bê guman, hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve re li ser pêwendiyên dualî, rewşa Îraqê û hemû wan mijaran bû ku behsa wan hat kirin lê ew civîna ku Serok Trump bi serkirdeyên Îraq, Misir, Libnan û Tirkiyeyê re saz kir, wî li ser tevahiya herêmê gotarek pêşkêş kir.
Rûdaw: Amerîkayê Îraq û Herêma Kurdistanê bêyî sîstema parastinê hiştiye. Di nav partiyên siyasî yên Kurdan de, heta di nav serkirdeyên Kurd û serkirdeyên Îraqî de jî dilgiraniyek heye ku niha asmanê Kurdistanê li ber mûşek û dronên komên çekdar vekirî ye, heta eger Îran jî êrişî Herêma Kurdistanê bike. Gelo we ji Amerîkayê ji bo firotina sîstemên parastinê ti soz wergirtine? Her wiha wekî hikûmeta Îraqê hûn ji bo dabînkirina van sîstemên parastinê ji bo Herêma Kurdistanê ti berpirsyariyan hildigirin?
Fuad Husên: Min di medyayê de guhdariya axaftina Serok Mesûd Barzanî kir û daxuyaniya wî jî xwend. Ew bi xwe tekez dike ku em beşek in ji vî welatî, em beşek in ji Îraqê û erkê hikûmeta Îraqê ye ku Kurdistanê biparêze. Ev yek berpirsyariya hikûmeta Îraqê û her wiha bê guman dê berpirsyariya Hêzên Pêşmergeyan be jî. Dema ku êrişî beşeke Îraqê were kirin, erkê hikûmeta Îraqê ye ku rê lê bigire û rûbirûyê wê bibe.



