Birêvebirê Bicihhêner ê Konseya Karsaziyê ya Rûsya-Îraqê Maksim Malyarchuk ragihand ku şirketên Rûsyayê ji bo ketina nav bazara Îraqê, Herêma Kurdistanê wekî "deriyê bazara tevahiya Îraqê" dibînin.
Malyarchuk ji Rûdawê diyar kir ku wan ji karsaz û şirketên Rûsyayê şandeyek aniye Herêma Kurdistanê û armanca wan ew e ku şirketên Rûsyayê û yên Herêma Kurdistanê rasterast hevdîtinan bikin û peymanan îmze bikin.
Birêvebirê Konseya Karsaziyê ya Rûsya-Îraqê Maksim Malyarchuk li ser pêwendiyên bazirganî yên her du aliyan pirsên me bersivandin:
Rûdaw: Hûn ji Rûsyayê kîjan berheman dişînin Herêma Kurdistanê?
Maksim Malyarchuk: Em ji Rûsyayê text, hesin û metalan, hinek berhemên pîşesazî û çandiniyê, rûnê gulên berbiroj, arvan û tiştên din difiroşin Îraq û Herêma Kurdistanê. Di şandeya me de nûnerên şirketên ku di warên çandinî, derman, pîşesaziya dermanan, veguhastin û lojîstîkê de dixebitin jî hene.
Rûdaw: Qebareya giştî ya hinardekirina ji Rûsyayê ya ji bo Herêma Kurdistanê çi qas e?
Maksim Malyarchuk: Dema ku em li amarên gumrikê yên di navbera Rûsya û Îraqê de dinêrin, bazirganiya salane derdora 400 milyon dolarî ye. Lê em dizanin ku qebareya rastî a berhemên Rûsyayê yên ku digihîjin bazara Îraqê ji vê hejmarê gelekî zêdetir e çimkî beşeke girîng a berheman di ser welatên sêyem ên wekî Tirkiye, Îran û welatên din re digihîje vê derê.
Ji ber vê yekê me karsaz û şirketên Rûsyayê anîn Herêma Kurdistanê. Ji ber ku em Herêma Kurdistanê wekî deriyê bazara tevahiya Îraqê dibînin. Em dixwazin şirketên me bi mixetabên xwe yên li Herêma Kurdistanê re rasterast dan û standinan bikin û peymanan îmze bikin.
Rûdaw: Hatina berhemên di ser welatên sêyem re bandorê li bihayê wan dike?
Maksim Malyarchuk: Bê guman. Dema ku berhemên Rûsyayê di ser welatên sêyem re derbasî bazara Îraqê dibin, xercî û heqdestên wan welatan jî li ser bihayê berheman zêde dibin. Lê heke di navbera şirketên Rûsya û Îraqê de peymanên rasterast werin çêkirin, teqez dê biha ji bo her du aliyan jî guncavtir bibin.
Rûdaw: Şer bandor li sektorên cuda kir. Ji ber şer di bihayê berheman de çi qas zêdebûn çêbû?
Maksim Malyarchuk: Ez nikarim rêjeyeke diyarkirî bidim we çimkî rewş her roj diguhere. Li Rûsyayê di rêyên veguhastinê û lojîstîkê de em rûbirûyî hinek astengan bûn. Ji bo ku em berhemên xwe bigihînin bazara Îraqê em tim li rêyên nû digerin.
Bihayê berheman bilind bûye ev teqez e lê em hewl didin ku hem ji bo îtxalkarên Îraqî û hem jî ji bo îxrackarên Rûs di asteke meqûl de bihêlin.
Rûdaw: Gelo kalîteya berhemên Rûsyayê di wê astê de ye ku bi berhemên welatên din re bikeve pêşbirkê?
Maksim Malyarchuk: Bê guman. Kalîteya berhemên me gelekî bilind e û li gorî standardên cîhanî ye. Bi taybetî di sektorên çandinî û dermanan de şirketên me yên pir mezin hene ku li seranserê cîhanê tên naskirin lê van şirketan heta niha di bazara Îraqê de cih negirtibû.
Ev şirket li Rojhilata Navîn û gelek welatên cîhanê dixebitin. Armanca wan a niha ew e ku bikevin bazara Îraqê. Bazara Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo wan bazareke nû ye û em jî bi temamî piştgiriya van hewldanên wan dikin.


