Parlamenterê Fransayê Carlos Martens Bilongo ragihand ku deynekî Fransayê li hemberî Kurdistanê heye ji ber ku Kurdistan di şerê li dijî DAIŞê de li eniya pêş bûye.
Carlos Martens Bilongo her wiha diyar kir ku civaka Kurd di warê mafên jinan, hevparî û bihevrejiyanê de xwedî pêşketineke mezin e û got: "Divê em jî ji Kurdan fêr bibin."
Bilongo amaje bi rola Kurdan a li herêmê kir û destnîşan kir ku gelê Kurd dikare aramiya herêmê pêk bîne.
Parlamenterê Fransayê yê ji partiya La France Insoumiseyê Carlos Martens Bilongo diyar kir ku dema DAIŞ hebû hemû welatên Ewropayê di bin metirsiyê de bûn lê Kurdan li hemû beşan bersiv da vê metirsiyê.
Bilongo bi bîr xist ku ew berê hatiye Bakurê Kurdistanê û got ku hevalê wî yê herî baş Kurd e û ew hinekî bi Kurdî jî dizane.
Parlamenterê Fransayê Carlos Martens Bilongo li Parîsê pirsên me bersivandin:
Rûdaw: We hevdîtin li gel endamên diyasporaya Kurd û parlamenterên Fransayê kir. Nêrîna we li ser civaka Kurd a li Fransayê çi ye?
Carlos Martens Bilongo: Gelekî baş e. Ez heyranê Kurdistanê me. Sala 2022yan ez li Midyadê bûm. Çanda Kurdî li vir li Fransayê her tim bandor li min kiriye. Diyasporayeke xurt heye û diyasporayê karî hemû taybetiyên gelê Kurd, bi taybetî di çanda xwe de, awayê perwerdekirina zarokên xwe, hevbeşî û hevgirtinê bi hemû Fransiyan bide naskirin. Bi vê yekê ez bawer dikim ku Mala Kurd serkeftinek e û heta hêviyeke girîng e, ji ber ku li seranserê cîhanê zêdetirî 40 milyonan Kurd hene û hejmareke mezin jî li Fransayê, bi taybetî li Parîsê dijîn. Bi her halî Mala Kurd xwedî dostan e, wekî min ku ez parlamenter im. Belê.
Rûdaw: Fransa dikare ji bo gelê Kurd û ji bo pêvajoya aştiyê çi rolê bilîze?
Carlos Martens Bilongo: Tiştê ku ez hez dikim bibêjim ew e ku deynekî Fransayê li hemberî Kurdistanê heye, ji ber ku Kurdistan di şerê li dijî DAIŞê de li eniya pêş bû. Her wiha Kurdan gelek tiştên xweş hene ku me fêr bikin, çi li ser cihê jinê di civaka Kurd de û çi jî li ser serkeftina wê ya di nav malbatê de be. Ev xalên girîng in. Pişt re, li ser pêvajoya aştiyê û ka Fransa çawa dikare pişt re beşdarî bilindkirina wê bibe, ango bi hevkariyên dilsoz ên bi Kurdistanê re, tiştekî ku ez bawer dikim me di pêvajoya piştî DAIŞê de têra xwe bi dilsozî nekir.
Em bi her halî li gel Jean-Luc Melenchon û La France Insoumiseyê dibînin ku Fransayê di dema ku Kurdan alîkariya hemû neteweyan kir di erkê xwe de kêmasî kir. Ji ber ku dema DAIŞ hebû, hemû welatên Ewropayê di bin xetereyê de bûn. Kurdan karî bersivê bidin, çi li Rojava û çi jî li bajarên din ên Kurdan bi berxwedana Kurdî, bi Pêşmerge, şervan û hevalên din ên Kurd re. Divê em nêzîkî gelê Kurd bin; çi diyasporaya li vir li Fransayê be û her wiha ya li Tirkiye, Îraq û Îranê be. Divê em bibin parêzvanên gelê Kurd ku li Sûriyeyê jî heye.
Rûdaw: Wate hûn çûne Kurdistanê?
Carlos Martens Bilongo: Belê, ez çûme Midyad û Mêrdînê. Ez çûbûm ser sînorê Îraq û Tirkiyeyê jî lê ez derbas nebûm. Lê ez berê çûme Midyadê.
Rûdaw: Gelo hûn di wê baweriyê de ne ku gelê Kurd dikare li herêmê roleke aramker bilîze?
Carlos Martens Bilongo: Ez di wê baweriyê de me ku di vê serdema tevliheviyên mezin de ku li vê herêmê gelek şer hene, gelê Kurd dikare aramiyê pêk bîne. Çi desthilatdarên Kurd ên li Îraqê û çi jî desthilatdarên Kurd ên li Sûriye, Tirkiye û Îranê bin. Pêwîst e ev hilweşîna ku di encama van şeran de çêbûye, rê bide ji nû ve avabûna gelê Kurd. Careke din, gelê Kurd 40 milyon e û heq dike ku xwedî erdekî berfirehtir be, ji ber ku gelê Kurd li ser gelek welatan xwedî bandor e û divê ev yek bê bihîstin.
Bi saya wê avahiyê, wekî ku we behs kir, ya ku li Îraqê ye ku bingeheke zexm a yekem e û nîşan dide ku bi federasyonê re gelek pêşketin heye, dikare berfirehtir bibe û rê li ber aştiyê veke. Ez jixwe hinekî bi Kurdî diaxivim: "Şev baş", "Roj baş", "Spas." Hinekî wisa ye.
Rûdaw: Em çawa dikarin danasîna vê çandê bidomînin?
Carlos Martens Bilongo: Em naskirina çanda Kurdî bidomînin. Ez alaya Kurdistanê nas dikim, ez dizanim Newroz çi ye, ji ber ku hevalên min ên Kurd ez fêr kirime. Hevalê min ê herî baş Kurd e. Ji ber vê yekê ez çûm Midyadê, bajarê wî. Ez hinekî bi Kurdî diaxivim, ez xwarinên Kurdî dixwim.
Dema ku em çanda Kurdî bi Fransizan didin nasîn, her kes matmayî dimîne. Em bi dîtina gelekî ku di warê cihê jinan de ew qasî pêşketî ye şa dibin. Divê em bi xwe jî ji Kurdan fêr bibin. Bi rastî divê Mala Kurd a li vir li Parîsê paşê li seranserê Ewropayê bibiriqe. Gelekî spas.


