Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan ji Rûdawê re axivî û got, “Şingal dê di nav 3 mehan de were radestkirin.”
Lîwa Sebah Numan her wiha got ku DAIŞ êdî ji bo Îraqê ne metirsî ye.
Îraq îro di qonaxeke ewlehiyê ya pir hestyar de ye, hem di warê ewlehiya sînoran de, hem di warê kontrolkirina çekan a di destê dewletê de û hem jî di warê dosyeyên ewlehiyê yên navxweyî de.
Em dê van dosyeyên hestyar bi Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan re nîqaş bikin ku mêvanê vê hevpeyvîna taybet e.
Di vê hevpeyvînê de mijarên wekî metirsiya DAIŞê, hevahengiya bi Sûriyeyê re, lîwayên hevbeş ên bi Pêşmergeyan re, parastina asmanî, êrişên li ser Herêma Kurdistanê, Peymana Şengalê û radestkirina çekan a komên çekdar hatin gotûbêjkirin.
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Lîwa Sebah Numan re wiha ye:
Rûdaw: Birêz Lîwa, tu bi xêr hatî.
Sebah Numan: Tu bi xêr hatî, spas.
Rûdaw: Hûn Îraqê îro ji aliyê ewlehiyê ve çawa pênase dikin, di kîjan qonaxê de ye?
Sebah Numan: Gelekî spas. Silav ji te re û ji xebatkarên kanala Rûdawê re, spas ji bo vê vexwendinê û ji bo beşdarbûna me ya li Hewlêrê ya di bin sîwana vê konferansê de. Di rastiyê de, rewşa ewlehiyê ya li Îraqê bi giştî aramiyeke berbiçav bi dest xistiye. Ev aramî piştî êş û zehmetiyên mezin hat ku hêzên me yên ewlehiyê yên Îraqî û li pişta wan gelê Îraqê di qewitandina rêxistinên terorîst û bidestxistina vê asta aramiyê de kişandin.
Bê guman astengî li ber hêzên ewlehiyê yên Îraqî hene lê tecrubeya meydanî û ev pergala ku di vî şerî de hat avakirin, şiyana me xurt kiriye ku em rûbirûyî van astengiyan bibin. Tevî ku herêm bi giştî di rewşeke nearam de ye lê heta niha ji bo Îraqê serkeftinek e ku em rasterast neketine nav kûrahiya vê krîzê. Erê bandor li me kir lê şikir ji Xwedê re li gorî rewşa ku Îraqê dît û li gorî rewşa welatên derdorê, Îraq aram e. Îro rewşa ewlehiyê ya li Îraqê di nav van gefên herêmî de rewşeke baş e.
Rûdaw: Birêz Lîwa astengiyên herî mezin çi ne? Mebesta min astengiyên ewlehiyê ne.
Sebah Numan: Em li gorî mercan û li gorî amaran di qonaxa nûkirina astengiyan de ne. Di demekê de astengiya yekem teror bû. Îro nirxandina me ya ji bo rewşa rêxistina terorîst ev e ku rêxistina terorîst êdî ne metirsî ye li ser Îraqê, ne metirsî ye li ser civaka Îraqî û ne metirsî ye li ser rewşa ewlehiyê. Tevî ku DAIŞ hîn heye lê bandora wê nemaye ji ber wan operasyonên ku hêzên me yên çekdar ên Îraqî bi hemû pêkhateyên xwe ve dikin. Her wiha ji ber nemana dorhêlên ku li vê rêxistinê xwedî derdiketin.
Dibe ku em astengiyeke gelekî mezin bibînin ku ew jî astengiya madeyên hişbir e û aliyên pêwendîdar ên Wezareta Karên Navxweyî û Dezgeha Ewlehiya Niştimanî û hemû dezgehan de, bi rastî li ser şopandina vê dosyeyê dixebitin û encamên pir mezin bi dest xistine.
Vekişîna Koalîsyona Navneteweyî û bidawîhatina erkê wê, ev nîşane û belgeya serkeftina şiyanên hêzên ewlehiyê yên Îraqî ye. Ev demên diyarkirî ne bi tesadufî hatin lê piştî lêkolîn û nirxandineke ewlehiyê ji aliyê fermandarên ewlehiyê û têgihîştinên bi Koalîsyona Navneteweyî re pêk hatin.
Rûdaw: Lê birêz Lîwa, piştî vê vekişînê, dîsa qala metirsiya DAIŞê tê kirin. Mezinahiya metirsiya DAIŞê niha li Îraqê çi qas e û bi taybetî li kîjan navçeyê wekî navçeyeke erdnîgarî ye?
Sebah Numan: DAIŞ li Îraqê ne metirsiyeke mezin e û di vê demê û paşerojê de jî em dê kontrolkirina vê rêxistina terorîst an hebûn û bandora wê ya li ser rewşa welêt nebînin. Erê dibe ku li vir û wir hinek êriş çêbibin ku armanca wan tenê nîşandana hebûnê ye, armanca wan ew e ku rêxistin hest bike hîn jî heye, lê nagihîje asta astengiya ewlehiyê ya mezin. Cihên ku rêxistin lê heye ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên Îraqî ve hatine naskirin û diyarkirin.
Îro Dezgeha Nehiştina Terorê ya Îraqî heye, ev dezgeha ku taybet e bi operasyonên taybet û nehiştina rêxistinên terorîst. Îro ev dezgeh bi asteke pir bilind dixebite, bi pergaleke îstixbaratî û bi aso û rêbazeke îstixbaratî ya nû dixebite ku ji dema borî cuda ye. Ew di xwendineke berdewam de ye ji bo niyeta rêxistinê, û rojane gelek operasyonên pêşwext hene. Îro em ji operasyonên bertekan derbasî operasyonên pêşwext bûne ku hêzên ewlehiyê, bi taybetî hêzên Dezgeha Nehiştina Terorê li wan navçeyên ku em hebûna dijmin tê de diyar dikin, pêk tînin.
Rûdaw: Te got ku DAIŞ niha metirsiyekê li ser Îraqê çênake, hejmara endamên DAIŞê yan jî şaneyên razayî yên li seranserê sînorên erdnîgariya Îraqê bi çi qasî tê texmînkirin?
Sebah Numan: Wekî hejmareke nêzîk, hejmar li cem me nîne lê ya ji hejmarê yan hebûna rêxistinê girîngtir, şiyana me ya li ser rêgirtina belavbûna ramanên rêxistinê û ramana tundrew e. Ev ew rêbaza nû ye ku hêzên ewlehiyê û dezgehên pispor li ser dixebitin ku ew jî rêgirtina belavbûna ramana tundrew e. Di demekê de û di salên borî de, ev raman alîkar bû ji bo wergirtina ciwanan û tevlîbûna wan a di rêxistina terorîst de. Îro ji ber şiyan û kiryarên me yên berdewam ne metirsiya cih û ne ya hejmarê ji bo rêxistinê heye. Hejmara endamên rêxistinê kêm e, em îro di qonaxa jinavbirina dawî ya ramana tundrew de dixebitin û ev...
Rûdaw: Bi sedan? Bi hezaran? Wekî mînak raporên li Sûriyeyê amaje bi bilindbûna endamên DAIŞê ya ji 2000î ber bi 10000î ve dikin, rewş li Îraqê çawa ye?
Sebah Numan: Bê guman rêxistina terorîst gava ku li Îraqê têk çû û şikest, çû Sûriyeyê ji ber ku rewşa wir nearam bû û her wiha dorhêleke ku li wan xwedî derdiket hebû. Lê îro nirxandina me ya ji bo rewşa rêxistinê ya li Sûriyeyê jî ne bi wê hêzê ye. Hewldanên hikûmeta nû hene, şiyanên ku dest bi geşbûnê kirine hene. Îro rêxistin li dûv cihên lawaz û dorhêleke hembêzker digere, û nirxandina me ew e ku rêxistin niha li Afrîkayê ye bi taybetî jî li Perava Afrîkayê, li wir çalak e ji ber rewşa aborî û ewlehiyê ya lawaz a li wan navçeyan.
Ew hewl dide li wir bi cih bibe û dest bi şandina peyaman bike. Raporên ku li cem me hene ew in ku bandor û metirsiyeke mezin yan jî operasyonên xurt ên rêxistinê li Îraqê nînin. Li Sûriyeyê jî, gelek serkirdeyên rêxistinê hatine kuştin. Li Sûriyeyê bi zanyariyên ji aliyê Îraqî û ji îstixbarata Dezgeha Nehiştina Terorê hatin jinavbirin.
Rûdaw: Gelo hevahengî di navbera we û Sûriyeyê de heye?
Sebah Numan: Di dema borî de ev agahî ji Koalîsyona Navneteweyî re dihatin şandin û Koalîsyona Navneteweyî bi taybetî ya Amerîkî li Sûriyeyê operasyon pêk anîn ku zêdetirî serkirdeyekî vê rêxistinê kirin armanc. Îro serkirdeyên rêxistinê li Îraqê nînin, ew hejmarek komên biçûk in ku hewl didin dûr bimînin, bila ez bibêjim li dûv derfeteke rizgarbûnê digerin, ev e ya ku rêxistin hewl dide.
Rûdaw: Piştî derketina Koalîsyona Navneteweyî ya ji Îraqê, gelo hevahengî di navbera we û Sûriyeyê de maye ji bo nehiştina terorê?
Sebah Numan: Îro têkiliya di navbera Îraq û Sûriyeyê de xetên nû li xwe digire. Îro her du alî ji hev re vekirî ne, nêrîna Serokwezîr ew e ku dixwaze têkiliyên herêmî û têkiliyên hevseng û berjewendiyên hevbeş ava bike. Bê guman berjewendiya Îraqê di nav pêşengî û dîtina Serokwezîr de ye. Ev têkilî, bi taybetî jî têkiliyên aborî, bandorê li ser têkiliyên ewlehiyê dikin, çimkî aborî li ewlehiyê digere da ku dorhêla guncaw ji bo vê aboriyê amade bike ku bi pêş bikeve.
Lewra îro têkiliya me ya bi Sûriyeyê re li ser asta siyasî û aborî pir baş e. Îro girtina Tengava Hurmizê deriyek ji bo hinartinê bi rêya Sûriyeyê vekir û hewldanên aliyên pêwendîdar ên aborî, hikûmî û wezaretên têkildar hene ku vê aramiyê bi kar bînin û vê hevahengiyê ji bo zêdekirina operasyonên hinartinê yên ji Sûriyeyê, çi bi rêya tankeran be çi jî bi rêya boriyê be ku biryar e bi rêya Banyasê were pêşxistin. Bê guman wekî pergaleke ewlehiyê û wekî aliyên ewlehiyê em berpirsiyar in ji dabînkirin û berdewamkirina vê jîngehê û hevkariya aborî.
Rûdaw: Tê dîtin ku tevgerên DAIŞê li hinek navçeyên parêzgeha Kerkûkê zêde bûne, hûn çawa rûbirûyî wê dibin?
Sebah Numan: Na, ev beşek in ji wan kesên ku li navçeyên dûr in, ango navçeyên dûrî navenda bajêr. Hîn beşa rojhilat a Kerkûkê, bi taybetî çiya, wekî stargehekê ji bo wan tê dîtin û operasyonên me yên rojane yên hêzên Dezgeha Nehiştina Terorê û hêzên din ên ewlehiyê hene. Operasyonên bombebarankirinê yên ji aliyê balafirên Hêza Asmanî ve li ser şikeftên wan hene, lewra ez dibêjim ku tevgerên DAIŞê di bin kontrola me de ne.
Rûdaw: Biryar bû du lîwayên hevbeş di navbera we û Hêzên Pêşmergeyan de werin avakirin, gelo ev her du lîwa hatin avakirin û ew niha li wan cihan in ku valahiya ewlehiyê tê de heye yan çawa?
Sebah Numan: Ev lîwa hene û ev encama hevahengiya bilind û hevkariya ewlehiyê û hesta niştimanî ya pergaleke ewlehiyê ya Îraqî bi temamî ye, çi Bexda û çi Herêm. Me du lîwa ava kirin, lîwaya yekem û ya duyem ên ewlehiya hevbeş. Van navçeyên pir girîng girtin, bi taybetî bakurê Kerkûk û Mûsilê di nav qada operasyonên Kerkûk û Mûsilê de. Van her du lîwayan hemû valahiyên ku di navbera sînorên navend û herêmê de hebûn dagirtin.
Berê li wan navçeyan hêsan bû û azadiya tevgereke rêxistinê hebû ku karên terorîstî dikirin, çi li Kerkûkê çi li Diyalayê û çi li Mûsilê. Îro ev her du lîwa bi fermandariya xwe, bi cihêrengiya xwe, du lîwayên curbicur in, Kurd û Ereb û neteweyên din, qada berpirsiyariya wan heye. Hefteyek berê em li Herêma Kurdistanê li Hewlêrê bûn, civîneke ewlehiyê ya girîng hebû ku me tê de gelek dosyeyên din nîqaş kirin. Yek ji wan dosyeyan zêdekirina piştgiriya ji bo van her du lîwayan bû, çi bi şiyana mirovî çi bi şiyanên teknîkî û bi taybetî jî di warê kamerayên termal de.
Rûdaw: Nîqaş li ser berdewamiya firîna balafirên Amerîkî ya li asmanê Îraqê piştî vekişîna hêzên Koalîsyona Navneteweyî hene. Rastiya van raporan çi ye û eger rast bin, gelo ev firîn bi hevahengî bi we re tên kirin?
Sebah Numan: Em van di medyayê de dibihîzin. Herêm bi giştî di nava agir de ye û asman li hemû welatan hatiye binpêkirin. Ev rewşa nearam wisa dike ku mijarên balafiran û firînê û cureyê wan mijarên nezelal bin. Înşelah pergaleke parastina asmanî zû digihîje û dê pergaleke me ya radaran a bipêşketî hebe. Bê guman em dê ji bo bidestxistina serweriya asmanî ya Îraqê bixebitin. Lewra di nav serweriya me ya temam de ew e ku firînên li asmanê Îraqê di bin pesendkirina hikûmeta Îraqê û dezgehên ewlehiyê yên pêwendîdar de bin.
Rûdaw: Gelo kengî pergala asmanî dê bigihîje Îraqê û kîjan cureyê pergalan e?
Sebah Numan: Me di dema borî de bi Amerîka, Tirkiye û Koreya Başûr re peyman îmze kirine. Di serdana dawî ya Serokwezîr a Amerîkayê de, qala dabînkirina Îraqê bi pergalên parastina asmanî yên pêşketî hat kirin. Pergala parastina asmanî pergaleke temam e ji radar, dron, çek û mûşekên astengker. Plana fermandariya parastina asmanî di Wezareta Parastinê ya Îraqê de heye, ev plana stratejîk ji bo şeş salan bû, hat kurtkirin ji bo sê salan li gel parastina heman pîvan, armanc û planan ji bo pêşxistina vê pergalê. Foneke taybet bi fermana Serokwezîr hat terxankirin ji bo kirîna pergalên parastina asmanî. Ango bi îzna Xwedê di nav çend mehên bê de dê ya yekemîn ji van pergalên asmanî bigihîje.
Rûdaw: Gelo şiyana tevahî ya van pergalan heye ji bo parastina asmanê Îraqê û asmanê Herêma Kurdistanê jî ji êrişan?
Sebah Numan: Bê guman, ango ev pergal pergaleke radarên navîn û dûrmewe ye, pergala mûşekên astengker, her wiha pergaleke dronan e. Dê li hinek navçeyan were danîn li gorî dîtina fermandariya parastina asmanî. Ev hewceyî fermandariyeke navendî, diyarkirina cihên radaran û belavkirina pergalên parastina asmanî ye bi rengekî ku serweriya temam û parastina temam ji bo hemû asmanê Îraqê misoger bike, di nav de bê guman Herêma Kurdistanê jî heye.
Rûdaw: Wekî ku tu dizanî birêz Lîwa, piştî vekişîna hêzên Koalîsyonê yên ji Îraqê di 8ê vê mehê de, kampa li derdora Hewlêrê rastî bombebaranê, rastî êrişan hat. Çima êrişên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê didomin? Helwesta we wekî hikûmet çi ye?
Sebah Numan: Bê guman hikûmetê wê demê ev kar şermezar kirin û red kirin. Her karekî li derveyî dîtina dewletê, li derveyî biryara dewletê, karekî redkirî ye çi li hundir çi li derveyî Îraqê. Me bi temamî tekez kir ku em dê axa Îraqê nekin cihek ji bo gefên li dijî welatên cîran û di heman demê de em nahêlin ku axa Îraqê, çi li Kurdistanê be çi li deverên din be ji aliyê ti welatekî ve, çi Îran be çi jî yên din bikin armanc.
Ev rêbaza hikûmeta Îraqê ye, serweriya me zelal e û em nahêlin destwerdan bê kirin wekî ku em nahêlin em tevlî bibin û bibin beşek ji aliyên nakokiyê. Îro hikûmeta Îraqê bi kesayetiya Serokwezîr kar dike ku bibe beşek ji pergala çareseriyê û pergala aramiya vê herêmê, lewra her kar yan gefek li ser axa Îraqê redkirî ye. Bê guman rêyên dîplomatîk hene ku hikûmet ji bo dubarenebûna bûyerên wisa li ser wan dixebite.
Rûdaw: Rewşa Şengalê çawa dibe? Kengî dê Peymana Şengalê were bicihkirin?
Sebah Numan: Rewşeke taybet a Şingalê hebû û rewşa wê ji bo demekê aloz bû lê di dîtina hikûmeta nû de û hevdîtinên Serokwezîr ên bi aliyên wir re, her wiha têgihîştinên bi aliyê Tirkiyeyê re yê ku garantiyên şiyanên hêzên ewlehiyê yên Îraqê bi dest xistin li ser bicihkirina ewlehiyê, bê guman di nav sê mehan de dê bingeh radestî hêzên ewlehiyê yên Îraqê werin kirin.
Şandeyeke Şingalê jî serdana Serokwezîr kiribû û soz dan ku çekan radest bikin li gorî plana hikûmetê ya kontrolkirina çekan a di destê dewletê de û soz dan ku tevlî pergala ewlehiya Îraqî bibin. Her wiha rêbaz hene ku hikûmet bi aliyên pêwendîdar re li Herêma Kurdistanê û her wiha li parêzgeha Mûsilê û navçeya Şingalê pêk tîne.
Rûdaw: Min ji gotina te fêm kir ku dê peyman bi temamî di nav sê mehan de were bicihkirin?
Sebah Numan: Bi îzna Xwedê.
Rûdaw: Gelo dê hemû endamên hêzên parastina Şingalê tevlî artêşa Îraqê bibin an Desteya Heşdî Şebî?
Sebah Numan: Ev mijar dikeve nav rêbazên hikûmetê yên ji bo kontrolkirin û rêkxistina çekan di nav dezgehên ewlehiyê yên Îraqî de. Komîteyên pispor ên navendî li Bexdayê hene ku dixebitin ji bo wergirtina rêbazan wekî ku bi sê komên girîng re li Bexdayê çêbû. Her wiha rêbaz hene ku komîteya navendî bi çavdêrî û şopandina Serokwezîr ji bo rêkxistina çekan û kesan bi taybetî şervanên Şingalê di nav pergala ewlehiya Îraqî de werdigire.
Rûdaw: Li gorî zanyariyên min dê di nav Desteya Heşdî Şebî de bin?
Sebah Numan: Bi awayekî seretayî di nav Desteya Heşdî Şebî de ne lê her wiha ev deste îro di qonaxa amadekirina qanûna xwe de ye û qanûna wê amade ye û dê bê pejirandin bi îzna Xwedê li Encumena Nûneran û dê rêzbendiya rêkxistinî û fermandariyê ya Desteya Heşdî Şebî were rêkxistin. Lê ez bi giştî dibêjim ku ew dê di nav pergala ewlehiya fermî ya Îraqî de bin û Heşdî Şebî beşek e ji vê pergalê.
Rûdaw: Gelo vekişîna hêzên Tirkiyeyê ji Başîqayê girêdayî dosyeya Şingalê û Peymana Şingalê ye?
Sebah Numan: Na, ev mijar girêdayî redkirina Îraqê ye ji bo her hebûneke biyanî ya li ser axa Îraqê. Her wiha hebûna şiyanên ewlehiyê yên Îraqî ku dikarin welat biparêzin û ewlehiyê dabîn bikin û rê li ber destdirêjiyên li ser her welatekî cîran bigirin.
Rûdaw: Di dawiyê de bila çend pirsan li ser mijara kontrolkirina çekan a di destê dewletê de ji te bikim. Çima kontrolkirina çekan di destê dewletê de heta sala bê hat bipaşxistin?
Sebah Numan: Bi rastî demên diyarkirî nebûn, me demên diyarkirî destnîşan nekiribûn, me rêbaz destnîşan kirin. Îradeyeke fermî û îradeya Serokwezîr û daxwazên lêvegera aqilmend û hevahengiya siyasî û yekdengiya gel heye ku ev çek di destê hêzên fermî yên ewlehiyê yên Îraqî de bin.
Lê mijara diyarkirina demê, hinek kom bi rastî hincet digirtin ku hebûna hêzên biyanî li ser axa Îraqê nahêle ew çekên xwe radest bikin, ji ber serweriya kêm a Îraqê. Lê piştî 30ê Îlonê û vekişîna hêzên Koalîsyonê û ti bingehên leşkerî yên biyanî li Îraqê nînin, hikûmetê baweriya xwe pêk anî ku ew dê dosyeya Koalîsyona Navneteweyî bi dawî bike, lewra hemû hincetên van koman bi dawî bûn. Van koman bi çavên xwe dît ku hikûmet di rêkarên xwe de rastgo ye, lewra gotûbêj li ser pêvajoya rêkxistina van çekan dest pê kir.
Rûdaw: Kî ne ew komên ku piştî vekişîna hêzên Koalîsyonê gotûbêj bi wan re hatiye kirin?
Sebah Numan: Gotûbêj hebû heta berî vekişandina Koalîsyonê jî. Gotûbêj bi hemû koman re hebû.
Rûdaw: Gelo hîn komên ku radestkirina çekan red dikin hene?
Sebah Numan: Heta niha ti kom nîne ku vê mijarê red bike. Ev dema diyarkirî her wiha faktorek e ji bo piştrastkirina ji aliyê hikûmetê ve, faktorek e ji bo yên din da ku rijdiya hikûmetê di kiryarên li gel van çekan de û rêzgirtina van çekan bibînin. Ev çek bi qedr û qîmet in bi rastî û şer kiriye û alîkar bûye di piştgiriya pergalê û hêzên ewlehiyê de di şikandina rêxistina DAIŞê û qurbanî û şehîd û birîndar dane, lewra hikûmet rêzê li van çekan û van qurbaniyan digire. Lewma ev rêkar û ev çarçove û ev demên diyarkirî ji bo niyeta baş a hikûmetê hatin danîn di tevgera bi vê dosyeyê re de.
Rûdaw: Ango ez ji vê fêm dikim ku hemû kom amade ne çekên xwe radest bikin? Bê cudahî?
Sebah Numan: Heta niha hemû kom, hemû kom.
Rûdaw: Tevgera Nucebayê jî di nav de ye?
Sebah Numan: Belê, belê gotûbêjên vekirî bi hemûyan re hene, û daxwaza gel û daxwaza lêvegerê serdest e ku hemû di radestkirina van çekan de tevlî bibin û biryara ewlehiyê di destê dezgehên destûrî yên Îraqî û hêzên ewlehiyê yên Îraqî de be.
Rûdaw: Gelo niyet yan plana bikaranîna hêza leşkerî li dijî her komekê heye ku red dike çekên xwe li Îraqê radest bike heta dema diyarkirî?
Sebah Numan: Em hêvî dikin bi îzna Xwedê hemû pêbend bin, û li gorî nîşaneyên ku li cem me hene û li gorî peyamên ku me stendine bi rastî, piştî 30ê Îlonê û piştî rijdiya hikûmetê û serkeftina hikûmetê di bidawîkirina dosyeya Hevpeymaniyê de, baweriya hemûyan bi şiyanên vê hikûmetê û rola wê di sazkirina ewlehiyê de heye. Lewra bê guman bi îzna Xwedê ew peyamên ku gihîştine me peyamên erênî ne, û bi îzna Xwedê em dê rastî redkirineke wiha neyên. Û eger em - û eger amûreke şertê ya neteqezker e û ez piştrast im em dê aliyê din bi kar neynin - bê guman qanûna cezayan a Îraqê heye û yekdengiya gel a li ser kontrolkirina çekan di destê dewletê de ew e ya ku dê serdest be.
Rûdaw: Ez gelekî spasiya te dikim birêz Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan. Tu di vê hevpeyvînê de mêvanê min bûyî. Bi xêr hatî.
Sebah Numan: Gelekî spas, rêz û silav. Spas, Xwedê we biparêze.

