Wezîrê Çandê yê Libnanê Xesan Selame piştî 23 salan hat Hewlêrê û di hevpeyvîneke taybet de li ser pêşhatên herêmê û mijarên çandî pirsên Rûdawê bersivandin.
Wezîrê Çandê yê Libnanê Xesan Selameyê ku ji bo Fuara Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê hat Herêma Kurdistanê, bipêşketin, avedanî û aramiya Hewlêrê wekî serkeftineke berbiçav nirxand.
Xesan Selame di çarçoveya serdana xwe de li gel Serok Mesûd Barzanî civiya û kêfxweşiya xwe ya ji bo vê hevdîtinê anî zimên.
Selame da zanîn ku pêwendiyên wî yên dîrokî bi serkirdeyên Kurd re hene û destnîşan kir ku dîplomasiya pirtûkê û vekirina fuarên navneteweyî pireke sereke ya xurtkirina pêwendiyên navbera gelan e.
Wezîrê Çandê yê Libnanê di hevpeyvînê de bal kişand ser bandora teknolojiyên nû, telefonan û şoreşa hişê çêkirî ya li ser hiş û bîra mirovan.
Selame da zanîn ku leza teknolojiyê xwendina kûr û baldariya zarok û ciwanan parçe kiriye û pirtûkên kaxezî di vê serdemê de bûne dermanê sereke yê ji bo vegerandina ramana kûr û xurtkirina balê.
Di beşeke din a hevpeyvînê de, rewşa Kurdên li Libnanê, mafên wan ên çandî û perwerdeya bi zimanê Kurdî hatin nirxandin.
Selame diyar kir ku li Libnanê ti astengiyên yasayî li pêşiya perwerdeya zimanê Kurdî di dibistanên taybet de nînin û mîrasa çandî û kelepûrê dîrokî yê Kurdan jî wekî parçeyek ji dewlemendiya giştî ya welêt tê parastin.
Xesan Selame li ser rewşa siyasî ya herêmê, tecrubeya federalîzmê ya li Îraqê û rewşa li Sûriyeyê jî nêrînên xwe anîn zimên.
Selame destnîşan kir ku her civak li gorî pêkhate û dîroka xwe xwedî modeleke guncav a desthilatdariyê ye û divê serweriya gelan û birêvebirina pirrengiyê wekî prensîbeke bingehîn bê qebûlkirin.
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Wezîrê Çandê yê Libnanê Xesan Selame re:
Rûdaw: Ez kêfxweş im ku li vir, li dilê Hewlêrê, bi kesayetiyeke çandî, dîplomatîk û siyasî, Wezîrê Çandê yê Libnanê, birêz Dr. Xesan Selame re diaxivim. Bi xêr hatî Hewlêrê.
Xesan Selame: Spas ji bo vexwendinê.
Rûdaw: Di nava xêrê de bî.
Xesan Selame: Spas.
Rûdaw: Doktor, destpêkê di navbera Hewlêra doh û Hewlêra îro de, çi bala te kişand?
Xesan Selame: Hewlêra îro bi ya doh re pêwendiya wê nemaye. Ez 23 salan ji Hewlêrê dûr mam, nêzîkî çaryeka sedsalekê. Min Hewlêr sala 2003yan di rewşekê de hişt û ez vegeriyam nava rewşeke bi temamî cuda. Otomobîlên gelekî biha di otobanên bipêşketî û baş re derbas dibin û avahiyên bilind ên ku di serdana min a yekem de şopeke wan jî tunebû, niha li her derê hene. Bê guman xelk heman xelk e lê bawer im mezinahiya bajêr jî di vê navberê de 5-8 qatan zêde bûye. Ji ber vê yekê em li vir du tiştên bi hev ve girêdayî dibînin, koçkirina ber bi bajêr ve û encamên pevçûnên herêmî. Koçkirina ji gundan ber bi bajaran ve diyardeyek e ku hemû herêmên Rojhilata Ereban girtiye, pir bilez e û bajarên wekî Beyrût, Şam, Heleb, Mûsil û yên din bandora wê li ser xwe dibînin. Pevçûn jî koçber û penaberan berê wan didin nava wan bajaran dema ku di wan de asteke aramiyê hebe, û spas ji Xwedê re ev rewşa Hewlêrê ye.
Rûdaw: Birêz wezîr, serdana xwe ya Herêma Kurdistanê û hevdîtina xwe ya bi Serok Mesûd Barzanî re çawa dinirxînî?
Xesan Selame: Destpêkê min gelekî dixwest wî bibînim, ji ber ku ev çend sal bûn min ew nedîtibû. Cara dawî li Parîsê, di dema ku şerê li dijî DAIŞê di lûtkeyê de bû, min ew dîtibû. Wî wê demê wêneyekî zelal, tijî û bi dîmenên vîdeoyî ji rewşa şer pêşkêşî me kir. Ji wê demê heta niha min ew nedîtibû, ji ber vê yekê ez kêfxweş bûm ku piştî vê hemû demê wî dibînim. Kêfxweş bûm bi wê hemû kelecana ku min di serdana yekem a sala 2003yan de piştî hilweşîna rejîmê li Îraqê dîtibû. Bê guman vê carê ez di pêgeheke din de hatim, ne bi wê pêgeha navneteweyî ya ku min li Îraqê pê dest bi kar kiribû; vê carê ez wekî wezîrê çandê hatim û ez kêfxweş im ku vekirina pêşangeha pirtûkan bûye ew bûyera ku min bi Serokê mezin û her wiha bi Hewlêr û hemû niştecihên wê ve girê dide.
Rûdaw: Bila ez pirsekê li ser dîplomasiya pirtûkê ji te bikim, ji ber ku tu wekî wezîrê çandê li vir î. Gelo ev dîplomasî di serdema me de hîn jî heye, di demekê de ku hejmara xwîneran kêm dibe?
Xesan Selame: Xwendin ne wisa ye ku hin kes difikirin. Ez ne ji wan kesan im ku bawer dikin pirtûk miriye, xwendinê koça dawî kiriye û hatiye veşartin; ez li ser vê baweriyê me. Bila ji te re bibêjim çima.
Rûdaw: Gelo li ber sekeratê ye?
Xesan Selame: Bi baweriya min na, qet bi ti awayî wisa nîne. Erkê wê guheriye.
Rûdaw: Çawa?
Xesan Selame: Di dîrokê de ji bo xwendina li ser kaxezê du armanc hebûne: fêrbûn û kêfxweşbûn. Fêrbûn bi rêya wan pirtûkan e ku vî karî an wî karî fêrî te dikin, û kêfxweşbûn jî bi berhemên Dostoyevskî, Voltaire û her nivîskarekî mezin ê din e ku tu dixwazî. Lê erkeke din jî hebû ku me heta van demên dawî bala xwe nedabûyê: ew jî komkirina bala hizrî bû. Ji ber ku dema tu pirtûkeke 500 rûpelî dixwînî, tu nikarî her deh deqeyan carekê rawestî da ku karekî din bikî. Ev xwendineke berdewam û hêdî ye. Me nedizanî ku ev xwendin xwedî nirxekî çawa ye, heta ku kompûter û bi taybetî telefonên mobîl hatin. Wê demê xwendina me bû xwendineke parçe-parçe û şêlandî, ji ber ku di çend çirkeyan de em ji mijarekê difirin mijareke din û ji nêrînekê ber bi nêrîneke din ve diçin. Bi vî awayî êdî xwendina bênavber û hêdî ji bo me nema, her çend xwendineke westêner jî bûya, alîkariya me dikir ku em bala xwe kom bikin. Tiştê ku me nêzîkî 10 sal berê di lêkolînên zanistî yên kûr de dît ev e ku bandora vê rewşê li ser ciwanan pir xurttir e, bi awayekî ku ew bi tevliheviyeke fikrî û hişî ya neasayî ketine. Sedema bingehîn a vê tevliheviyê jî girêdayîbûna wan a bi mobîlê û xwendina parçe-parçe ye.
Rûdaw: Niha hişê çêkirî jî lê zêde bûye.
Xesan Selame: Hişê çêkirî tiştekî din li ser vê mijarê zêde dike ku em dikarin behsa wî bikin. Lê ev dibe sedema çi? Dibe sedem ku em careke din ber bi xwendin û şopandinê ve werin handan, da ku em di xurtkirina komkirina balê de alîkariya zarokan bikin. Niha di hejmareke mezin ji civakên herî bipêşketî de, yek ji sê zarokan nikare zêdetirî 20 çirkeyan bala xwe li ser ti mijarekê bihêle. Ev tiştekî pir xeternak e. Gelo ew dê çawa bigihîjin temenê pêgihîştinê dema ku hiş û ramana wan heta vê astê perîşan be? Ji ber vê yekê xwendin û pirtûk erkeke din girtine ser xwe: bûne derman ji bo parçebûna hiş û baldariyê.
Şoreşa hişê çêkirî
Rûdaw: Hişê çêkirî çi zêde dike?
Xesan Selame: Hişê çêkirî çîrokeke din e. Hişê çêkirî ne henek e, şoreşek e di nav şoreşê de.
Rûdaw: Gefê li ser paşeroja nivîskar û rewşenbîran dixwe?
Xesan Selame: Bê guman, gefê li ser paşeroja piraniya wan pîşeyên ku em nas dikin jî dixwe: di bijîşkî, endezyarî, analîzkarî, parêzerî û wêjeyê de. Di van hemû waran de hişê çêkirî gefê li pîşeyan dixwe. Ev şoreşek e di nav şoreşê de; şoreşa pêwendiyên teknolojîk nêzîkî 30 sal berê dest pê kir û bû sedema çêbûna mobîl, kompûter û înternetê li her derê, û di nav wê şoreşê de şoreşeke kûrtir û radîkaltir derket holê, ew jî şoreşa hişê çêkirî ye. Doh di axaftina xwe de min hişê çêkirî bi "destjêberdana mirovahiyê ji xwe" bi nav kir.
Rûdaw: Destjêberdana mirovahiyê?
Xesan Selame: Ji xwe.
Rûdaw: Ji xwe.
Xesan Selame: Bi vê wateyê ku êdî mirov xwe dispêre amûran ji bo bicihanîna hemû wan karan ku diviyabû bi xwe bikira. Hişê çêkirî rojane nûçeyên cîhanê ji min re dibêje, û bi wî rengî jî ku ez dixwazim; yanî ez xalên gelekî diyarkirî dixwazim û ew her sibe wan ji min re tîne. Lê di heman demê de dikare cihê min bigire, gotarên min binivîse, pirtûkên min binivîse û nivîsên rojnamevanî amade bike. Dikare cihê bijîşkê min bigire û şîretên bijîşkî bide min; dikare cihê parêzerê min bigire, ji ber ku dikare ji parêzerekî gelekî zûtir di dîroka biryarên yasayî de bigere. Heta dikare cihê te jî bigire, wekî endezyarekî berê yê çandiniyê, û rêberiyên çandiniyê yên pêwîst bide. Ev destjêberdana ji hemû tiştan e... hişê çêkirî nêzîkî wê bûye ku dawî li piraniya wan karan bîne ku me bi sedsalan nas kirine, ji ber vê yekê şoreşeke pir mezin e. Ew her karî dike, tenê hest û exlaqê wî tune, ev jî dibe yekane cudahiya mirov. Lê ji bo kar, dibe ku ew bigihîje wê astê ku bêyî agahdarî û razîbûna te şerekî bide destpêkirin, yanî ew heta vê radeyê xeternak e.
Rûdaw: Xeternak e... Bila em hinekî werin ser aliyê kesane, rojane an mehane çend pirtûkan dixwînî?
Xesan Selame: Li gorî karê min diguhere. Niha ez... berê jî dema ku li Neteweyên Yekbûyî dixebitîm... Bê guman dema ez li zanîngehê bûm min zêdetir dixwend lê tiştên ku min dixwendin ew bûn ku neçar bûm bixwînim, wekî teza doktorayê û amadehiya pêwîst ji bo wan dersên ku min digotin. Lê dema ez li Neteweyên Yekbûyî bûm an jî niha ku ez wezîr im, hejmara wan pirtûkên ku ez dikarim bixwînim kêm dibe.
Rûdaw: Çend? Navîniya mehane çend e?
Xesan Selame: Dikarim bibêjim sê heta çar pirtûk.
Rûdaw: Di kîjan waran de?
Xesan Selame: Di wan waran de ku bi taybetî bi rûdanên cîhanê ve girêdayî ne, ji ber ku min di gelek beşan de kar kiriye lê pisporiya min a bingehîn têkiliyên navneteweyî ne. Ji ber vê yekê ez her tim çavê xwe li guherînên pergala cîhanî digirim wekî yek ji girîngtirîn wan mijarên ku ez giringiyê didimê. Li cem min bûye adetek ku her sibe bixwazim ji bûyerên cîhanî agahdar bim.
Pirtûk û hevaltiya bi Kurdan re
Rûdaw: Gelo te pirtûkek li ser Kurdan xwendiye? Heke te xwendibe, pirtûka herî baş a li ser Kurdan kîjan bûye?
Xesan Selame: Ez nikarim rasterast bersiva vê pirsê bidim. Ji ber ku di vê dema dawî de min pirtûkên zêde li ser herêmê yan jî bi taybetî li ser Kurdan nexwendine. Lê...
Rûdaw: Berê jî te li ser Kurdan nexwendibû?
Xesan Selame: Lê pêşkêşî min hatine kirin... Min nivîsiye jî! Ne tenê xwendin, di pirtûkên xwe de jî...
Rûdaw: Pirtûka herî baş ku te di jiyana xwe de li ser Kurdan xwendibe kîjan e?
Xesan Selame: Di pirtûka min a bi navê "Civak û Dewlet li Rojhilata Erebî" de bi hûrgilî behsa mijara Kurdan hatiye kirin. Niha navê hemûyan nayê bîra min lê ez ji te re dibêjim ew qas pirtûk li ser mijara Kurdan pêşkêşî min hatine kirin ku têra hefteyên paşerojê yên jiyana min dike ez wan bixwînim.
Rûdaw: Komek pirtûk pêşkêşî te hatine kirin û tu dest bi xwendina wan dikî?
Xesan Selame: Erê, erê. Dema derfet ji bo min çêbibe, bê guman.
Rûdaw: Gelo hevalên te yên Kurd hene, çi siyasetmedar bin çi nivîskar?
Xesan Selame: Divê ez li xwe mikur werim... Zêde min nexe tengasiyê bi van pirsan lê hevalên min bi giştî zêdetir siyasetmedarên Kurd in, ne nivîskar; yanî aliyê dîplomatîk li cem min ji aliyê çandî zêdetir e.
Rûdaw: Kîjan kesayetiya Kurd herî zêde bandor li te kiriye?
Xesan Selame: Dema ez li Bexdayê bûm gelek dan û standinên min bi Mam Celal re hebûn, carinan jî li cihên din, li Beyrûtê an New Yorkê min ew didît. Bê guman pêwendiya min bi Serok Barzanî re jî hebû. Her wiha hevaltiyeke min a kevn bi xwînerekî mezin re heye ku ji min zêdetir dixwîne, ew jî Hoşyar Zêbarî ye. Bê guman hevaltiyeke min a kevn bi Dr. Berhem Salih re jî heye. Pêwendiyên min bi giştî zêdetir siyasî ne, ne edebî yan jî rewşenbîrî ne.
Kurdên li Libnanê û perwerdeya bi Kurdî
Rûdaw: Li Libnanê jî Kurd hene ku nasnameya Libnanî wergirtine, her wiha Kurdên li Libnanê rûniştî jî hene ku heta niha nasname wernegirtine. Wekî pêkhateyek li Libnanê wan ti mafê siyasî bi dest nexistine. Hûn wekî wezîrê çandê û parêzvanekî mafên gelan, gelo nehatiye ew dem ku zimanê Kurdî ji xwendekarên Kurd ên li Libnanê re were hînkirin?
Xesan Selame: Ti astengî di vê yekê de nîne. Li Libnanê kêmneteweyên zimanî li kêleka yên olî hene, kêmneteweyên zimanî yên wekî Ermenî an Kurd dikarin di dibistanan de çend demjimêran ji bo fêrbûna zimanê xwe yê neteweyî terxan bikin. Ji ber vê yekê tiştek nikare rê li ber wê bigire ku sibe li Beyrûtê dibistanek were vekirin û tê de perwerdeya zimanê Kurdî ji bo zarokên Kurd were dabînkirin.
Rûdaw: Şert an pêdiviyeke taybet heye?
Xesan Selame: Ti merc nîne, ji ber ku li Libnanê, berevajî hin welatan, piraniya mezin a xwendinê di sektora taybet de ye. Dibistan bi xwe diyar dike ka kîjan ziman tê hînkirin. Xwendin serbixwe ye, ji ber vê yekê ti asteng nîne ku dibistanek hebe zimanê Kurdî bide xwendin.
Rûdaw: Mebesta te dibistanên taybet in, ne yên fermî?
Xesan Selame: Bê guman, ji ber ku piraniya dibistanan li Libnanê taybet in.
Rûdaw: Birêz wezîr, li gorî texmîna we, hejmara Kurdan li Libnanê digihêje çend kesan?
Xesan Selame: Wêneyekî min ê zelal li ber destan nîne, ji ber ku ji sala 1932yan ve li Libnanê serjimêriya nifûsê nehatiye kirin. Ji ber vê yekê hemû reqem texmîn in. Her pêkhateyeke Libnanê di mezinkirina hejmara xwe de xwedî dîrokekê ye; heke tu texmînên her aliyekî kom bikî, hejmara giştî dibe du heta sê qatî hejmara rastîn a welatiyên Libnanê.
Rûdaw: Gelo wekî wezareta çandê plana we heye ji bo parastina ziman, çand û dîroka Kurdan li Libnanê?
Xesan Selame: Em hemû kelepûrê diparêzin. Heke avahiyeke dîrokî ya Kurdî hebe, em wê diparêzin wekî ku em avahiyeke Osmanî an Memlûkî diparêzin. Parastina kelepûrê erka dewletê ye. Niha tiştê ku zêdetirî her tiştî me mijûl dike rewşa başûrê Libnanê ye ku wêraniyeke mezin lê heye. Ji ber vê yekê tomarkirina pênc kelayên Cebel Amilê yên li başûrê Libnanê di lîsteya Mîrasa Cîhanî de destkeftiyeke gelekî girîng e.
Rewşa Libnanê, Îraq û Sûriyeyê
Rûdaw: Te behsa rewşa başûrê Libnanê kir, nêrîna te li ser rewşa giştî ya Libnanê çi ye? Bi baweriya te gelo Îsraîl ji Libnanê vedikişe û Hizbullah çekên xwe radest dike?
Xesan Selame: Ez ne ji bo vê yekê û ne jî ji bo ya din nîşaneyeke erênî nabînim. Tiştê em dixwazin, vekişîna temam a Îsraîlê ye ji Libnanê, di demekê de ku niha ew ji sedî 7ê axa welêt dagir dike û wêran dike. Em hêvî dikin ku Hizbullah jî bigihêje wê biryarê ku çekên xwe radestî dewletê bike û çek tenê di destê dewletê de be. Lê mixabin niha ez ti bipêşketineke erênî di van her du mijaran de nabînim.
Rûdaw: Te behsa serdana xwe ya yekem a Hewlêrê kir a beriya 23 salan; li gorî destûra Îraqê welat federal e, tu çawa li rewşa Îraqê dinêrî? Gelo pergala federal ji bo aramkirina rewşê bi sûd bûye?
Xesan Selame: Ji ber pêgeha min a di hikûmeta Libnanê de, her bersivek wekî destwerdana di karên navxwe yên Îraqê de dikare were dîtin. Lê ez dikarim bibêjim ku sîstema hikûmraniyê li her welatekî divê ji tecrubeya civaka wî derkeve. Li Îraqê hemerengiyeke rasteqîn heye, wekî ku li Libnanê jî heye. Birêvebirina hemerengiyê mezintirîn dijwarî ye li pêşiya desthilatên îro, ji ber ku piraniya dewletan xwedî kêmneteweyên wisa ne ku rêjeya wan ji sedî 15 an ji sedî 20ê nifûsê zêdetir e. Welat hene desthilatdariya nenavendî ji wan re bes e, yên din hene ku ji federalîzmê sûdê werdigirin, welat jî hene ku pêdiviya wan bi desthilatdariya navendî heye. Ji ber vê yekê em nikarin ji bo hemû welatan tenê yek modelê diyar bikin.
Rûdaw: Bi baweriya te ev model ji bo Îraqê baş e?
Xesan Selame: Heke Îraqî bi xwe bixwazin, helbet baş e; lê ez nikarim ji vê zêdetir bibêjim.
Rûdaw: Lê rewşa Sûriyeyê çi? Tu di rewşa Sûriyeyê de pispor î, derbarê pêkhateyên wê çi dibêjî?
Xesan Selame: Birêvebirina hemerengiyê li Sûriyeyê dê cuda be. Modeleke nimûneyî nîne ku bi hemû welatan re bigunce. Li Fransayê dewleta navendî heye lê li Almanyaya cîran sîstem federal e. Di peymana Westfalyayê ya sala 1648an de dewletan mafê hev nas kir ku her dewlet sîstema ku bi dilê wê ye hilbijêre û ti welat sîstemekê li ser ê din ferz neke. Divê her welat xwedî sîstema xwe be ku gelê wî dixwaze, ne ku ji derve li ser bê ferzkirin.
Rûdaw: Dema min pirsa mafê xwendinê bi Kurdî ji te kir, te rewşa Libnanê ji ya Sûriyeyê cuda kir, di demekê de ku hikûmeta Sûriyeyê hefteyê sê dersan ji bo xwendina zimanê Kurdî terxan kiriye...
Xesan Selame: Sîstema dibistanan li Libnanê piranî taybet e. Li Libnanê 52 zanîngehên me hene ku tenê yek ji wan hikûmî ye û 51 ji wan taybet in. Ji ber vê yekê ez nikarim sîstema dersan li ser wan ferz bikim, dibistan di hilbijartina dersan de serbixwe ne.
Rûdaw: Lê tu dizanî ku zêdetirî 10 salan tecrubeyek hebû ku Kurdan hemû bernameya xwendinê bi zimanê dayîkê li Rojavayê Kurdistanê xwend lê niha ev heta sê dersan hatiye kêmkirin, bi baweriya te ev dadperwerane ye?
Xesan Selame: Ez bawer dikim Sûriyeya nû li xwe digere; hewl dide li bingehên nû bigere ji bo birêvebirina hemerengiyê. Ez hêvî dikim ku bigihêjin encamên baş, ji ber ku ev di berjewendiya Libnanê de jî heye. Em dixwazin Sûriye aram be, heke Sûriye aram be Libnan jî rehet dibe.
Rûdaw: Hûn geşbîn in?
Xesan Selame: Ez qet vê pirsê ji xwe nakim; ez dixebitim lê pirsê li ser derfeta serkeftin an têkçûna karê xwe nakim.
Rûdaw: Ez dixwazim bi pirsa azadiya derbirînê vê hevpeyvînê bi dawî bînim. Niha tu çawa li azadiya derbirînê dinêrî li herêmê û bi taybetî li Herêma Kurdistanê, Libnan, Îraq û Sûriyeyê?
Xesan Selame: Rewş gelekî ji dema ciwaniya min çêtir e. Dema ez ciwan bûm, min pirtûkek dinivîsand û dihat qedexekirin. Lê tiştê ku hatiye guhertin ne desthilatdar in, şoreşa pêwendiyan e. Niha sansor nikare rê li ber belavbûna pirtûkan bigire; pirtûk bi rêya PDFê li ser înternetê belav dibe û di nav 24 demjimêran de digihîje her kesî. Şoreşa pêwendiyan şiyana dewletan a ji bo sînordarkirina gotarê ji holê rakiriye. Ev ne ji ber guherîna nêrîna hikûmetan e, belkî ji ber bêhêzbûna wan a li hemberî teknolojiyê ye ku êdî nikarin rê li ber azadiya derbirînê bigirin.
Rûdaw: Gelekî spas birêz Wezîr Dr. Xesan Selame, ez pir kêfxweş bûm bi vê hevpeyvînê.
Xesan Selame: Ez jî kêfxweş bûm ku mêvanê we bûm.
Rûdaw: Ser seran re hatî, spas.
Xesan Selame: Spas dikim.


