کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Hevpeyvîn

Îzet Şabender: Pirsgirêka 'Herêma Silêmaniyê' berpirsên Bexdayê kirine du beş

Nwêner Fatih

Nwêner Fatih

20-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Nwêner Fatih
Nwêner Fatih20-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Barbara Leaf: Washington dixwaze PDK û YNK pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin
Hevpeyvîn20-11-2026

Barbara Leaf: Washington dixwaze PDK û YNK pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin

Sezaî Temellî: Yasaya heyî kêm e û birêvebirên PKK û KCKyê li xwe nagire
Hevpeyvîn18-11-2026

Sezaî Temellî: Yasaya heyî kêm e û birêvebirên PKK û KCKyê li xwe nagire

Serdar Yuksel: Nêçîrvan Barzanî dikare di nakokiya Îranê de roleke mezin bilîze
Hevpeyvîn18-11-2026

Serdar Yuksel: Nêçîrvan Barzanî dikare di nakokiya Îranê de roleke mezin bilîze

Siyasetmedarê Îraqî Îzet Şabender got ku di nava Çarçoveya Hevahengiyê de rêkeftinek heye ji bo çekdanîna Hizbulahê û tekezî li ser wê yekê jî dike ku Çarçoveya Hevahengiyê hevahengiya li gel xwe bi xwe jî ji dest daye û ew bi xwe jî bi eşkereyî nizane îro kî hikûmraniya Îraqê dike.

Siyasetmedarê Îraqî Îzet Şabender di bernameya Rûdawê de derbarê mijara Curf Sexrê diyar kir ku kontrolkirina wê herêmê ji aliyê komeke çekdar a li derveyî hikûmetê ve "kareke neyasayî û nefermî ye" lê ew bawer dike ku divê ev mijar bi dan û standin û hevtêgihiştinê bê çareserkirin ne bi gefxwarina şer, ji ber ku bi baweriya wî senaryoya herî metirsîdar şemitîna ber bi şerekî navxwe yê Şîeyan e.

Wî siyasetmedarê Îraqî eşkere kir ku nîşaneyên rêkeftinê derketine ji bo hatina lîwayên Polîsên Federal û Heşdî Şebî ya nav Curf Sexrê lê ew gotegot red kirin ku behsa veguhastina hêzên Hizbulahê ya sînorên Sûriyeyê dikin.

Şabender di beşeke din a axaftinên xwe de ji bo Rûdawê, rexne li midaxeleya her du aliyên Amerîkayî û Îranî ya di kar û barên Îraqê de girt û ragihand ku her du jî dest dirêjî desthilata Îraqê dikin; di heman demê de di wê baweriyê de ye ku gef û parvekirinên medyaya civakî ya Serokê Amerîkayê Donald Trumpdên li dijî Îraqê xizmeta berjewendiya Îranê dikin û rewşê ji bo dûrxistina midaxeleya Îranê aloztir dikin.

Derbarê rewşa desthilatê û pêkhateyan de, Şabender behsa wê kir ku Serokwezîr Elî Zeydî bi xwe daxwaza wî erkî nekiriye û aliyan jî ew piştgiriya ku soz dabûn bi cih neanîne; her wihadêrişa ser stasyona gazê ya Kormorê wekî "kareke qirêj" bi nav kir û ji Hikûmeta Federal daxwaz kir ku erkê xwe ji bo rawestandina wandêrişan bi cih bîne.

Derbarê Herêma Kurdistanê û sedema avakirina Herêma Silêmaniyê de, Şabender got, Bexda li ser du aliyan dabeş bûye; aliyek red dike û aliyeke din rê jê re xweş dike lê ew bawer dike ku Hewlêr dev ji yekparçeyiya Herêma Kurdistanê bernade û geşbîn e jî ku zanabûna serkirdeyên Kurdan û Silêmaniyê rê li wê dabeşbûnê bigirin.

Hevpeyvîna siyasetmedarê Îraqî Îzet Şabender a bi Rûdawê re:

Rûdaw: Yek ji mijarên herî girîngdên niha li Îraqê, mijara Curf Sexrê ye; dewlet yan nedewlet, ango Curf Sexr herêmeke Îraqî ye, dibe ku tiştekî xerîb be em bipirsin çima vsedema saziyên dewletê ya herêmeke Îraqî bûye mijara dan û standina siyasî ya li gel komeke çekdar?

Îzet Şabender: Di rastiyê de tiştê ku bersiva vê pirsê dide, dîroka vê herêmê û ew kom in ku bi şêweyekî rasterast û bibandor beşdar bûn di guhertina wê rewşa metirsîdar de ku ew herêm di sala 2014an de tê de dijiya.

Nêzîkî ji sedî 70 heta ji sedî 80yî ji wan otomobîlên bombekirî yên ku dihatin Bexdayê, ji Curf Sexrê dihatin; her wiha di wan salan de bi sedan serdanvan hatin serjêkirin yan kuştin, ji ber ku ev cih wekî xaleke kontrolê bû li ser rêya Bexda - Kerbela - Necefê, lewma mixabin bi sedan serdanvanên goristanên pîroz bûn qurbaniyên vê rewşê.

Dema ku artêşa Îraqê jî hewl da biçe nav vê herêmê, herêmeke heta dawiyê asê û dijwar bû; lewma wan koman bersiv da ku wê demê bi dengê fetwaya merciyetê ve hatin ji bo cîhada pîroz û têkoşîna li dijî teror û terorîstan. Dibe ku yên navê wan "Ketîbeyên Hizbulahê" ye, rola herî mezin di rizgarkirinê de lîstibin; dema ku çûn nav vê herêmê jî ku min bi xwe berê serdana herêmê kiriye, min tiştên wisa tê de dîtin ku aqil tê de matmayî dimîne, ji xendeq, tunel, bax û baregehan; di rastiyê de tiştekî nepêşbînîkirî bû.

Lewma ez dibêjim; ev dîroka vê herêmê ye û ti hikûmet jî nehatiye dan û standinan li gel wan ketîbeyan bike ku bi şêweyekî nîvtemam dest danîne ser, wekî ku parçeyekî derveyî Îraqê be ku Ketîbeyên Hizbulahê hikûm lê dikin; ti cidiyeta ji aliyê hikûmetên yek li pey yek ve nebû ji bo dan û standinê li ser sedema derketina ji vê herêmê yan li ser sedema hevahengiya di birêvebirina wê de.

Îro di vê rewşê de ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi kesayetiya Serokê xwe û bi kesayetiya şande û nûnerê xwe ve rû bi rûyî bûye û çûye asta midaxeleya eşkere di kar û barên Îraqê de, bi dîtina min Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê zêdegavî kiriye di dariştina heta hûrgiliyên demokrasiyê û encamên wê de jî; di rewşeke bi vî rengî de gava dan û standinê ya li gel wan komên ku kontrola vê herêmê dikin nikare bi şêweyekî erênî pêşwazî lê bê kirin yan di rewşeke erênî de be û niyetpakî û berjewendiya Îraqî tê de serdest be.

Ango dema ku Trump ne tenê bi parvekirineke medyaya civakî berbijêrê Çarçoveya Hevahengiyê yê ji bo serokwezîriyê dûr dixe; her wiha dema ku ew di diyarkirina berbijêrê serokwezîriyê de midaxeleyê dike yan jî gefa cezayê li Îraqê dixwe, ev yek wekî tiştekî asayî tê dîtin û wisa tê nîşandan ku qet midaxele di kar û barên navxwe yên Îraqê de nehatiye kirin.

Bi kurtî ez dubare dikim ku kontrolkirina her herêmeke ji herêmên Îraqê ji aliyê her komeke nehikûmî ve di rastiyê de kêmasî çi dibe bila bibe û dîroka vê kontrolkirinê çi bûbe bila bibe divê bikeve bin çarçoveya dan û standinan, ne ku gefxwarina bi şer û pevçûn.

Ji sala 2014an ve heta îro, ango nêzîkî 12 sal in em li ser vê mijarê bêdeng in û ji nişka ve gavên cidî ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve derdikevin holê lê ev gav hevdem in li gel midaxeleya eşkere ya Amerîkayê ya di kar û barên Îraqê de. Ez bawer dikim ev rewş xizmeta rewşa Curf Sexrê bi şêweyekî aştiyane û silamet nake.

Pêwîstiya me bi wê yekê heye ku em hinek lezê nekin, têbigihîjin û li ser wê yekê bigihîjin hevtêgihiştinekê ku ev cih Îraqî ye û di bin desthilata dewleta Îraqê de ye; tiştê ku li ser wî aliyê ew der dagir kiriye û kontrol kiriye jî karekî neyasayî û nefermî ye.

Tiştê ku ez jê re hêvî dikim ji hikûmetê û ji wan koman jî yên ku herêma Curf Sexrê kontrol kirine, ew e ku lezê nekin di gef û gur û rûbirûbûn û çekan de; ez vê mijarê îro wekî herêmeke lawaz û hêsan dibînim ku hêviyê dide gelek serkirdeyan yan wan aliyên ku kemîn ji yekparçeyiya Îraqê re danîne û dibe ku destwerdanê bikin yan di rastiyê de bi şêweyekî ji şêweyan midaxeleyê dikin ji bo gurkirina tiştê ku dibe sedema şerekî navxwe yê Şîeyan; ev eger Xwedê neke biqewime, pir metirsîdartir e ji hebûna yek ji qezayan yan herêmên Îraqê. Em îro li pêşberî du metirsiyan in lê metirsiya mezin ew e ku em bişemitin nav şerekî Şîeyan; hebûna Curf Sexrê di bin kontrola Ketîbeyên Hizbulahê de, ev mijarek e eger îro jî nebe, sibe dê bê çareserkirin.

Rûdaw: Axaftin û kûrbûna te di vê mijarê de beyteke helbesta şair "Resafî" tîne bîra min ku dibêje: "Eger kesê pê re tê axaftin wekî te hişyar be / kurtkirina gotinê li şûna dirêjkirinê têrê dike", ango gelo em behsa mijareke Îraqî - Îraqî dikin, yan Curf Sexr heta radeyekê bûye mijara dubare ragirtina hevsengiyê, hevsengiya hêz û stratejî û siyasî ya di navbera Îran û Amerîkayê de heta radeyekê dewleta Îraqê bûye kevirê li ser textê kişikê lê kî kontrola vî textê kişikê dike? Gelo em behsa mijareke Îraqî - Îraqî dikin yan behsa vegerandina hevsengiya di navbera Amerîka û Îranê de ya li Curf Sexrê?

Îzet Şabender: Bêguman siyasetmedarên Îraqî şaşiyê dikin eger bi beşa duyem ve biçin; ango eger hevdîtin, dan û standin û nakokî yan rêkeftina wan bi şêweyekî ji şêweyan stûxwarî be ji bo hevrikî yan pêşbirkiya Îranî - Amerîkayî ya li qada Îraqê.

Divê ew aliyên ku niha bi pirsa Curf Sexrê ve mijûl in, em hêvîdar in ku niştimanperweriya xwe biselimînin; hêviya me ew e ku biselimînin tiştê di navbera wan de ye Îraqî - Îraqî ye, ne ku rengvedana hevrikiya Îranî - Amerîkayî be li ser qada Îraqî.

Min berê çîrokek behs kiriye ku ji bo Pêxember Silêman û carinan jî Îmamê Elî (silavê Xwedê lê be) tê gotin; çîrok dibêje ku du jinan li ser zarokekî şer dikir û her yekê angaşt dikir ku ew dayîka zarok e; dema dadwer bêçare ma di razîkirina yekê ji wan de ku ev zarok ne yê te ye û yê ya din e, fikirî û got: Ez dê vî zarokî bikim du parçe û ji bo her yekê nîvek; îcar yek ji wan veciniqî û qîriya û got: Ev ne zarokê min e, zarokê ya din e; dadwer bersiv da û got: Sond bi Xwedê tu dayîka zarok î.

Îro ev hevrikiya di navbera Hikûmeta Îraqî û komeke Îraqî de jî ku çekdar e li ser silametiya welat û silametiya niştiman û berjewendiya wî, divê em ne wekî wan her du jinan bin û dayîka zarok yekem kes e ku qîrînê dike û yekem kes e ku tawîzê dide, da ku ev welat bi yekgirtî bimîne û ji serjêkirin û xwînrijandinê bê parastin.

Ango aliyekî exlaqî heye û cihê ezmûnkirinê ye ji bo dewletê û ji bo komê jî; aliyekî exlaqî ku em hêvîdar in pêşbirkiyê bikin di pêşkêşkirina belgeyan de li ser wê yekê ku her yek ji wan xemxurê herî mezin e ji bo vî welatî û ji bo yekparçeyiya vî welatî.

Ez dixwazim ducare bikim ku kes hene kemîn ji yekparçeyiya Îraqê re danîne, bi rastî; çi Ereb û Kurd, çi Sunne û Şîe, ev Îraq naşkê û têk naçe û perçe nabe û lawaz nabe, tenê bi rêya vê dabeşkariya qirêj nebe ku Îraq li ser bingeha neteweyî û li ser bingeha mezhebî bê dabeşkirin; ev dabeşkarî nabe dabeşkariya dostan û nabe dabeşkariya hevpeymanan; ev dabeşkarî Xwedê neke eger bê xwestin biqewime, bi dawî nayê tenê bi xwîneke zêde ya ji xwîna Îraqiyan nebe di hemû çîn û tebeqeyên wan de.

Kes hene îro kemîn ji mijara Curf Sexrê re danîne û her du aliyan dilivînin û bangaşeyê ji bo her aliyekî dikin ku di helwesta xwe de tund be; lê spas ji Xwedê re nîşaneyên rêkeftinê li asoyê derketine, ketîbe rijd nînin li ser hebûn û sepandina hebûna xwe li vê herêmê û razî bûne yan qebûl dikin ku Polîsên Federal bi çend lîwayan bê hundir û yê ku kontrola hatin û çûnê dike Polîsên Federal û her wiha lîwayên Heşdê ne bi şêwra li gel ketîbeyan.

Bila em niha vê mijarê wekî pêşekiyekê ji bo çareseriyê qebûl bikin û ez bawer dikim dem çareseriyeke baş e ji bo ku hemûyan ber bi çareseriyekê ve bibe ku hemûyan razî bike û vê parçeyê, em bibêjin tiştê ku bi sedemekê yan sedemeke din hatiye desteserkirin, vegerîne bin kontrola dewleta Îraqê.

Rûdaw: Birêz Îzet, di bingeh de ev gotûbêjeke siyasî ye, lê cureyekî ji rêzika helbestekê hat bîra min ku behsa niştimanperwerî û niştimanperweran dike; Resafî dibêje: "Bila diruşma qewm a ji bo niştiman te nexapîne, çimkî qewm di veşartî de cuda ye ji qewmê di eşkere de"; îcar kî niştimanperwer e ev jî çîrokeke dirêj e, lê zanyarî hûr e Birêz Şabender ku rêkeftinek heye li ser derketina hêzên Hizbulahê, lê li gel mana hin serkirdeyan li Curf Sexrê û derketin dê ber bi sînorên Sûriyeyê ve be? Gelo ev rast e?

Îzet Şabender: Bi ti şêweyî ev ne rast e, na, bi ti şêweyî ne ji dûr ve û ne ji nêz ve; lê rêkeftinek heye di nava Çarçoveya Hevahengiyê de li ser planekê ku di Hezîrana bê de (2027) bi dawî dibe. Ev plan di sê qonaxan re derbas dibe; qonaxa dawî ew e ku Hizbulah bê çekdanîn û vegere yan bikeve nav karê siyasî yan têkelî Heşda Şeibî yan her tiştekî din bibe; lewma mijara çekdanînê, ez bawer dikim bi şêweyekî ji şêweyan û bi rêjeyeke mezin rêkeftin li ser hatiye kirin bi rêya sê qonaxan û bi serpereştiya Çarçoveya Hevahengiyê, lê ew ku ketîbe ji vir derkevin û wan bibin sînoran, wênekirineke bi vî rengî tune ye, bi ti şêweyî tune ye.

Rûdaw: Tu rexneyê li her du aliyan digirî, lê pirsek: gelo ne hevsengkirineke şaş e di navbera hikûmeteke ku hewla cîbicîkirina desthilatên xwe yên destûrî dide û komeke çekdar a ku nerazîbûnê nîşan dide li ser çûna hêzên hikûmî bo herêmeke Îraqî?

Îzet Şabender: Erê, ez rexneyê li her du aliyan digirim û ez bawer dikim şikestin di negihiştina çareseriyeke aştiyane û dostane de ye, para her duyan jî dikevê; lê ez her du aliyan di heqî û şayistebûnê de wekhev nakim. Di zêdetirî hevdîtinekê de min gotiye ku dewlet aliyê cîgir e di vê hevkêşeyê de, lê kom aliyên livok in ku ji bo sedemekê tên avakirin û ji bo heman sedemê jî bi dawî tên; ango Hizbulah û yên din jî ji bo sedema niştimanî hatin damezrandin ku ew jî rûbirûbûna terorê û parastina vî niştimanî bû, û dawiya wan jî divê her niştimanî be; eger berdewambûna wan têkçûnekê di serweriya dewletê û yekîtiya welat de çêbike, bêguman divê bên hilweşandin û çekên xwe radest bikin û vegerin cihê xwe.

Ez di navbera her du aliyan de ji aliyê şayistebûnê ve wekheviyê nakim, belkî di wê de wan wekhev dikim ku her du jî di gihiştina çareseriyê de bi ser neketin.

Rûdaw: Lê banga te ya ji bo yekalîkirineke ku rê li pevçûnê bigire, ango dewleta Îraqî dikare li hemberî vî tiştî di çi de tawîzê bide?

Îzet Şabender: Ti tiştek nîne ku em daxwazê ji Hikûmeta Îraqî bikin bi ti şêweyî tawîzê li ser bide; gotûbêj jî ne hevseng e, ango di navbera du aliyên nehevseng de ye. Lê yê ku ez berpirsiyariya derketina bi çareseriyeke guncaw dixinim stûyê wî, dewlet e ne komên çekdar; dewlet, bi taybetî niha û di vê rewşê de ku xuya ye Amerîka tê de kontrola hûrgiliyên karûbaran dike di berjewendiya Îsraîlê de, dewlet berpirsiyariya gihiştina bi encameke baştir bi rêyeke baştir hildigire ser milê xwe.

Ango rewş niha bi stirî û aloz e, em dizanin ku Îsraîl roleke wê heye di tiştê ku li herêmê diqewime de; ev hewl ji bo şeytankirina Îranê û birîna baskên wê wekî ku ew bi xwe dibêjin, û xeniqandina wê bi awayekî ku heta balafirgehên welatan jî pêşwaziyê li ti balafirekê nekin û bi rê nekin ku diçe Îranê yan jê tê û girtina sînor û deriyên di navbera Îran û Îraqê de; ev rewş tehamula wê yekê nake ku em bigihîjin encamekê li gel komên ku ez nefret dikim bibêjim baskên Îranê ne, belkî rastiya wê ew e ku ji aliyê Îranê ve hatine piştgirîkirin û dibe ku di dema xwe de pêşwazî li vê piştgiriyê hatibe kirin, dema ku terorêdêriş kir û du ji sêyê Îraqê dagir kir û Hikûmeta Îraqî lîsteyeke çekan pêşkêş kir da ku ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bikire û Amerîkayê jî digot erê em amade ne lê piştî salekê emdê radestî we bikin! Îran bi çekan ve bê beramber hat û artêşa Îraqê û komên Îraqî pirçek kirin ji bo têkşikandina terorê; gelo ez îro xelata Îranê bi vî cure exlaqî bidim? Pakistanê deriyên xwe yên li gel Îranê girtine, Tirkiyeyê negirtine, Efxanistanê negirtine; çima ev darê stûrdê Trump... ew "Trump Show" ye, çima ev gopalê stûr tenê li ser serê Îraqê ye?

Rûdaw: Te behsa aştiya civakî kir, te amaje bi şemitîna ber bi hevkuştinê û metirsiyên vê gavê kir, lê çima sepandina yasayê li herêmeke Îraqê bibe metirsî li ser aştiya civakî, di demekê de ku berdewambûna çekan li derveyî biryara dewletê wekî metirsî li ser dewletê bi xwe û aştiya civakî jî nayê dîtin?

Îzet Şabender: Ez wisa dibînim wekî ku min ji te re got, hebûna çekan li cem kom û grûpekê ku pabend nînin bi destûrê yan bi kontrola hikûmetê diyardeyeke nepesend e û divê bi dawî bibe; pêkhateya cîgir dewlet e, guman tê de nîne; lê ez dibêjim ji ber pêşhat û aloziyan, aloziyên serhildanê û aloziyên rewşa niha ku Amerîka tê de di berjewendiya Îsraîlê de li her cihî şer dike, mijar cuda ye; ango dê bi stirî û aloz be û pêwîstî bi plan û pêwîstî bi berçavgirtinê heye ka em çawa dawî lê bînin û çawa vê giriftê çareser bikin.

Lewma bila ji axaftinên min wisa neyê têgihiştin ku ew çekê li derveyî kontrola dewletê ye bi ti şêweyî diyardeyeke tendurist e; diyardeyeke netendurist e û divê bi dawî bibe, lê ez dibêjim dawîlêanîn ne bi biryarê dibe û ne bi gefan dibe, na bi gefan nabe, dawiya vî çekî dê bi hevtêgihiştin û gotûbêjê be.

Rûdaw: Bi hevtêgihiştina li gel kî? Ango gelo hikûmet dikare sînordarkirina çekan û vsedema bo Curf Sexrê bisepîne bêyî lihevkirin yan rêkeftina siyasî ya li gel Îranê bo nimûne?

Îzet Şabender: Divê bêyî Îranê be, bila ez li gel te eşkere bim; ango ew çareseriya ku divê Hikûmeta Îraqî bigihîjê, yan ev encama ku divê Hikûmeta Îraqî bigihîjê, divê bêyî Îranê bigihîjê; her wiha ne bersivdan e jî ji bo zexteke Amerîkî. Ev hevkêşe pir girîng e ku ez hewl didim di hemû qadan de derbibirim, lê pirsgirêk ew e ku guhê Îraqî, yan siyasî, yan hin ji medyayiyan dema ez midaxeleya Amerîkî şermezar dikim, wisa şîrove dikin ku ez pêşwaziyê li midaxeleya Îranî dikim, dema ez midaxeleya Îranî jî şermezar dikim, wekî ku ez pêşwaziyê li midaxeleya Amerîkî dikim; mijar ne wisa ye!

Her du jî dest dirêjî serweriyê dikin, her yek bi şêweyê xwe û bi selîqeya xwe; ev jî em ji 2003yan ve heta niha fêr bûn û me zanî Îran çawa midaxeleyê dike û bi hemû hêza xwe hewl dide encaman ber bi berjewendiya xwe ve bibe, û Amerîka jî çawa midaxeleyê dike; bi taybetî jî midaxeleya Amerîkaya Trump; Obama destwerdan di karûbarên Îraqê de kir û gihişt formeke pêwendiyê ya li gel Îranê, her çend li ser hesabê Îraqê jî bû, lê gihişt formekê. Lê ev zilamê ecêb û seyr (Trump)dê ku bûye bela bi ser Amerîkayê ve berî ku bibe bela bi ser Ewropa û Rojhilata Navîn ve, ev zilam "yan wiha yan dê siza bi ser serê te de bibarin", ne Birêz Trump û ne nûnerê wî "Tom Barrack"dê ku dest bi guherîna ber bi baştir ve kiriye, bila li bendê nebin ku ev dar û gopal bi ti şêweyî xizmeta wê dike ya ku dixwazin, û vê gotina min biceribînin: Ew xizmeta Îranê dikin û li ser me aloztir dikin ku em rê li midaxeleya Îranî ya di karûbarên Îraqê de bigirin; bila li xwe vegerin ji ber ku ew li şûna Îsraîlê şer dikin.

Rûdaw: Çawa xizmeta Îranê dikin?

Îzet Şabender: Dema ku gopalê Amerîkî bi vî şêweyî û bêyî hinceteke zelal li ser serê Şîeyan be û amaje bi sizayan bê kirin eger bi bersivê ve neçin, Şîe dê dîroka penabirdina bo Îranê dubare bikin, çi li Îraqê be yan li herêmê be, ji ber ku dîroka vê heye; ango min gotûbêj li gel siyasetmedarên Ereb kiriye li welatên cîran ka çima rê ji Îranê re tê dayîn bi vê radeyê belav bibe û ji aliyekî din re na? Ez dibînim mijar dîrokî ye; di salên 1979 û 1980yî de dema ku Sedam Husên xwest ber bi şer ve biçe, şer bi paqijkirina ya ku wê demê navê wê danîbû "stûna pêncem" ku Şîe bûn pêxist û Şîe tepeser kirin her wekî ku çawa birayên Kurd tepeser kirin; Şîe di navbera kuştin, zindanîkirin û koçberbûnê de man.

Kî li welatên cîran pêşwaziya van koçberan kir, Kuwêt, Siûdî Erebistan, Tirkiye? Na, Îranê pêşwaziya wan kir. Ji bo vê pêşwazîkirinê pabendbûneke exlaqî heye; ango dema birayên min xwe rizgar kirin û çûn Îranê 25 û 30 salan; beşek ji wan li wir mirin û hin ji wan zewicîn, xelk fêr bû û xelkê zarok anîn dinyayê; dema Xwedê serkeftina xwe tîne û Sedam û darûdesteyê wî diçin, dema Îranî tê û ji min re dibêje "Silav li we be", ez jê re bibêjim "Ne silav li te be û ne rehmeta Xwedê, ez welatekî Erebî me mafê te nîne tu werî nav min"? Dîroka vê heye; dîrok û rewşa wê heye.

Rûdaw: Lê şayistebûna exlaqî ne li ser hesabê dewletê ye? Ango bo nimûne, çima şayistebûna exlaqî li ser hesabê dewletê be? Bo nimûne tê bîra min, eger em behsa dewletê bikin, te di axaftinekê de got ku min guh lê bûbû, te behsa dewleta Îranê kir piştî derbeyê yan şoreşê - te got hin kesan pirsgirêk ji me penaberan re çêdikirin û kom jî ji komên Şah bûn; em jî çûn me nerazîbûna xwe nîşan da li cem komê, ango li cem wan kesên ku di 1979an de nû hatibûn û gotin em bi wê hêsaniyê wan dernaxin, ew xelkê dewletê ne, rast e li gel "Şah" bûn lê dewletê xercî li wan kiriye; ango heta Îraniyan jî bo nimûne dewleta xwe dernexist û dewleta xwe bi kêm nedît, heta yên ku li gel Şah bûn jî; nexwe eger wisa be, şayistebûna exlaqî ya Îraqî li pêşberî Îranê çima li ser hesabê dewletê be?

Îzet Şabender: Ev berpirsiyariya Îraqî ye; dema min ev mînak anî û ez spasiya te dikim ku tê bîra te, me ji wan re digot bavo evan li serokwezîriyê yan karûbarên derve bi exlaq yan bi nermî dan û standin li gel me nekir; wan digot li kû? Me digot serokatiya wezîran; wan digot ev "taxût" in, ev şahenşahî ne. Ango Îranê dema şoreş kir dewlet nerûxand, ji ber ku ew bi xwe xwediyê şoreşê bû, ew bi xwe xwediyê derbeyê bû, belkî tenê bi dûrxistina hêla yekem dev jê berda.

Lê em, ji ber ku em ne xwediyê guhertinê ne û ne em in ku me Sedam rûxand, em hatin me artêşa xwe hilweşand, em hatin me hemû saziyên ewlehî û îstixbarata xwe hilweşandin, em hatin û me birêvebirina petrol û darayiya xwe radestî Amerîkayê kir, me qebûl kir ku em bibin welatekî dagirkirî bi şêweyekî fermî li Encûmena Ewlehiyê û Neteweyên Yekbûyî. Cudahî ev e!

Em dema hatin em ne rijd bûn li ser vsedemandin û avakirina wê dewleta ku bi qazmeyên Amerîkayê hatibû wêrankirin; na, me projeyek qebûl kir ku em niha pê dinalin navê wê "projeya parvekirina desthilatê" ye; hey Kurd ji te re ev qas, ev wezaretên te ne here tu çi tê de dikî bike, hey Şîe û hey Sunne ev wezaretên we ne; heta gihişt wê radeyê ku bû çandeke giştî.

Şîe dibêje: Ev ne wezareta me bi xwe ye? Çima midaxeleyê tê de dikin, ya bav û kalên we ye? Ango ew û budceya wê û fermanberên wê yên me ne û bi heman şêweyî Sunne û bi heman şêweyî Kurd jî; sedem aliyê Îraqî ye; aliyê Îraqî sedem e ne aliyê Îranî. Em baxçeyek in bê dîwar.

Rûdaw: Herêma Kurdistanê û her wiha Kerkûk, niha dinalin ji berdêrişa vê dawiyê ya ji parêzgeha Selahedînê ve li gorî raporan bo ser westgeha Dana Gasê li Kormorê, bi kêmbûna karebayê dinalin. Dana Gas niha daxwaza garantî yan soznameyê dike ji bo dubarenebûnadêrişan; çima Hikûmeta Federal û Çarçoveya Hevahengiyê nikarindêrişa komên çekdar a bo ser Herêma Kurdistanê rawestînin? Evdêrişdêriş in bo ser karebaya xelkê, ne baregeha Amerîkî ye û ne baregeha partiyan e, angodêriş e bo ser karebayê.

Îzet Şabender: Di rastiyê de karekî qirêj û şermezarkirî ye, pêwîst e li ser Hikûmeta Federal a Îraqê bi erkê xwe rabe ji bo rawestandinê; ango ev têkçûn û paşvekişîn e eger derbirîn rast be. Ev westgeh westgehek e li Kurdistanê lê westgeheke Îraqî ye, karebayê dide gelê Îraqê ne gelekî din; ev karên şermezarkirî ne û ez dikarim bibêjim ku her tişt tevlihev bûye û divê em li xwe mikur bên ku ti kontroleke tund û temam li ser hemû wan tiştan nîne ku diqewimin; ango heta dema behsa mijara Curf Sexrê û dizîna petrolê tê kirin ev jî hinceteke lawaz e, ji ber ku petrol li her cihî tê dizîn û borî li her cihî tên qulkirin û tişt hene ku bi dehan caran ji diziyên Curf Sexrê mezintir in; lewma ez dibêjim ti tiştekî rêkopêk nîne ne di berhemanîna wê de û ne di derxistina wê de û em dikarin îro ji binpêkirinan ew qasî bijmêrin ku nayên hejmartin û ji hejmartinê dernayên û ti çareseriyeke nêzîk nîne meger dema serkirdeyên dîrokî yên Îraqê li ser maseyeke gilover rûnên û çareseriyekê ji bo vê rewşa ku em tê de ne bibînin.

Ez niha nikarim çareseriyeke efsûnî pêşkêşî te bikim ku bikaribe hemû wan têbiniyên ku birêzê te behs dikin bi dawî bîne yan dûr bixe.

Rûdaw: Lê niha kî hikûm dike? Serokwezîr Elî Zeydî yan ew hevkêşeya siyasî ya ku ew aniye?

Îzet Şabender: Ez bawer dikim ew hevkêşeya siyasî ya ku bira Elî Zeydî anî û bawerî pê da ji bo pêkanîna hikûmetê, divê berdewam be di dayîna baweriyê de li gel piştgirî û piştevaniyê; tiştê ku niha diqewime ev nîne, ango bi texmîna min ev dê bibe ji bo ku em ji dîrokê re behs bikin; bira Elî Zeydî di nav wan serokwezîrên kêm de ye ku bi xwe daxwaza vê postê ji bo xwe nekiriye, hêz û kesayet hebûn ku ew pal dan ji bo qebûlkirina vê pêşniyarê û dema ku ev pêşniyar qebûl kir bi Erebiyeke zelal ji wan re got ez dikarim çareseriyê ji bo pirsgirêkên aborî bikim lê ji aliyê siyasî, ewlehî û leşkerî ve ezmûna min nîne; îcar zilaman hemûyan sînga xwe derxist û jê re gotin em li gel te ne, lê ev "em li gel te ne" min bi xwe nedît û îro kî hikûm dike, ew yan ew hevkêşeya ku ew aniye, pirseke di cih de û rastîn e û ez ji te re dibêjim ez nizanim kî ye ku hikûm dike yan kontrol dike û sedemên din û aliyên din jî hene ku tên nav bazneya biryarê û dibe ku ji yên din zêdetir bandora wan hebe; rewş aloz e û ne hêsan e; mixabin ku em vê li ser ekranê behs dikin, lê ev ew rastiya biêş e ku red dike di sînga me de zindanî bimîne.

Rûdaw: Gotina wê yekê ku tu bi eşkereyî nizanî kî hikûm dike ango belge ye li ser rewşa Îraqê yan aloziya rewşa Îraqê; lê Çarçoveya Hevahengiyê heye û têbiniyên zêde jî hene li ser Çarçoveya Hevahengiyê ku tu wekî felcbûyî yan tûşbûyê felcbûnê bi nav dikî; lê Çarçoveya Hevahengiyê bûye cureyekî ji mitbexa siyasî û desthilatê li Îraqê; Çarçoveya Hevahengiyê çi ji dewletê re û ji Serokwezîr re hiştiye ku girêdayî biryarên Çarçoveya Hevahengiyê û vîna Çarçoveya Hevahengiyê ye? Çi ji Encûmena Nûneran û Encûmena Wezîran û heta ji Serokwezîr bi xwe re jî maye di siya hebûna Çarçoveya Hevahengiyê de?

Îzet Şabender: Ew pir bala min dikêşe ku Çarçoveya Hevahengiyê mitbexa biryarê be; Çarçoveya Hevahengiyê ne mitbex e û ne jûra rûniştinê ye, ti tiştek nîne; Çarçoveya Hevahengiyê heta hevahengiya li gel xwe bi xwe jî ji dest daye û alî bi xwe jî her yek ji wan bi awaza xwe dixwîne; her ji ber vê yekê welat winda bûye û Encûmena Nûneran li cihekî ye û Herêma Kurdistanê li cihekî din e, û qewareya Şîe li cihekî din e; îro ti navendiyek tune ye ne ji bo biryarê û ne ji bo hikûmraniyê; ango Xwedê ev welat hiştiye hinekî li ser piyên xwe bisekine, ez gumaneke baş nabim ji bo paşerojeke nêzîk, lê bi rehmeta Xwedê li xelkê û li wî gelê ku ti tawana wî nîne di dawiyê de ez bawer dikim ev Îraq bi vîna Xwedê ber bi tiştekî baştir ve diçe; wekî ez tekez dikim ti çareseriyeke rastîn yan efsûnî li cem min nîne tenê ew nebe ku em lavayan bikin ji bo rehmeta Xwedayê mezin.

Rûdaw: Rola pêkhateyên siyasî yên din çi ye? Ez li vir bi şêwazê mezhebî naaxivim belkî behsa wê dabeşbûna siyasî dikim ku heye, ango mezhebgeriya siyasî ne mezhebgeriya cemawerî; tu şarezayê wê yî û bi eşkereyî rola Kurd û Sunneyan di biryarên çarenivîssaz û biryarên stratejîkdên Îraqê de çi ye?

Îzet Şabender: Tu ji min zêdetir dizanî ku Kurdan jî Xwedê alîkariya wan bike di tiştê ku tê de ne, ti hevahengiyek nîne ku hêjayî Kurdan be di navbera Silêmanî û Hewlêrê de û kes jî hene li beşên dindên Îraqê ku kemîn ji wan re û ji yekrêziya wan re danîne; her wiha ti hevahengiyek di nav mala Şîeyan de jî nîne û li vir jî kes hene ku kemîn ji vê pêkhateyê re û ji heq û mafên wê re danîne, pal didin ber bi arasteya herî metirsîdar ve ku ew jî ew e ku şerekî Şîe - Şîeyan biqewime; lê derbarê pêkhateya Sunne de, tu dizanî û em jî dizanin, pêkhateyek e ku serkirdayetiyên wê li ser hemû astan nû gihîştine, wekî Kurd û Şîeyan dîktatorî bi tahliya wê ve nedîtiye; ango dema Şîe û Kurd li hin cihên diyarkirî cudahiyên wan çêdibin, her ku li paş xwe dinêrin xwe li yek cihî dibînin, lê li gel birayên di pêkhateya Sunne de, li gel wan kesên ku niha li pêş in û pêgeha yekem girtine dest, dema em Şîe û Kurd li paş xwe dinêrin, bi ti şêweyî em wan li gel xwe nabînin; bêguman ev ango ev cudahî, pirsgirêk çêkiriye û nehevsengî çêkiriye di hevsengiya pêkhateyên hikûmrandên vî welatî de.

Hêvîdar im birayên me yên di pêkhateya Sunne de sûdê ji ezmûna herî kêm ji sala 2010an ve heta niha werbigirin, û tiştê ku hatiye serê yên din dibe ku bê serê wan jî û ti tişt nayê serê me ji bilî tiştê ku me bi xwe li ser xwe nivîsiye.

Rûdaw: Te amaje bi nakokiyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê da; eger Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê daxwaza avakirina Herêma Silêmaniyê bike, gelo Bexda razîbûnê li ser vê daxwazê dide?

Îzet Şabender: Ez bawer dikim Bexda li ser du arasteyan dabeş bûye; arasteyek heye razî nabe û arasteyek heye dibe ku niha zemînsaziyê bike, ne tenê razî be, belkî arasteyek heye bi xwe zemînsaziyê dike û tevgerê dike ber bi wê yekê ve ku du herêmên Kurdî hebin.

Rûdaw: Gelo Herêma Silêmanî û Helebceyê ji aliyê siyasî ve pêkan e?

Îzet Şabender: Sedema wê ya ku pir tê payîn heye, lê ji aliyê destûrî û yasayî ve gelo rêpêdayî ye yan na, min bi başî lêkolîn li ser vê mijarê nekiriye û ez bawer nakim Hewlêr dev ji yekparçeyiya Herêma Kurdistanê berde; ango bi dîtina min Hewlêr her tiştê ku ji destê wê bê dê bike di ber ragirtina wê de û ez jî li gel wê me.

Rûdaw: Derbarê hêzên siyasî yên Şîe li Bexdayê, gelo tu bawer dikî ew piştgiriya projeya Herêma Silêmanî û Helebceyê bikin, ango bila derbirîn bi vî şêweyî be ne ji ber hezkirina Silêmanî yan Hewlêrê belkî ji ber karvedanên vê projeyê li ser Besreyê û dibe ku li ser Enbar û Neynewayê jî; ji ber ku pir bi zelalî, ango nêzîkî deh sal in hin aliyên siyasî li Bexdayê kar li ser navendîtiya dewletê dikin. Gelo dê rê bidin avakirina herêmeke nû di nava Îraqê de û di nava Herêma Kurdistanê de, ji tirsa karvedanekê yan bilindbûna dengan li Besreyê yan dibe ku li herêmên din jî, Firata Navîn?

Îzet Şabender: Ez dê li gel we eşkere bim; ezmûna me îro selimand ku navendîtiya dewletê kêmtir metirsîdar e û kêmtir gendelî tê de heye li ser yekparçeyiya welat û hêza wê û şiyana geşekirina wê, lê pirsgirêk li kû ye? Ango em li navendîtiya dewletê dinêrin wekî navendîtiyeke stemkar û nedadperwer; navendîtiya dadperwer jî heye, hebûna wê heye; çima em navendîtiyê bi hemû polînkirinan ve red dikin? Ango di nebûna navendîtiyê de welat ji 2003yan ve heta îro çi sûd jê dîtiye? Pertewazebûn, lêkbelavbûn û bihedardana saman û darayiyê zêde bûye; ev e tiştê ku me îro ji encûmenên parêzgehan bi dest xistiye, ev e tiştê ku me îro bi dest xistiye ji sedema biherêmkirinê her dema ku sedem guncan bûn ku em herêmekê ava bikin; em welat perçeperçe dikin û sûdê jê nabînin û di dawiyê de jî hemû alî bi têkçûyî derdikevin.

Ango ez pir natirsim ji kêmkirina vê rewşê û nêzîkbûna li navendîtiyê gav bi gav; ez natirsim bi taybetî eger navendîtî di yek destî de nebe, ev jî pêkan e; ango Hewlêr dikare bi hêz li Bexdayê hebe, her wekî çawa Besre dikare bi hêz li Bexdayê hebe, her wekî çawa Enbar dikare bi hêz li Bexdayê be. Em her tim bi yek çavî û bi yek terazûyê li tiştan dinêrin; bi Xwedê li gorî hikmê ezmûnê ji 2003yan ve heta îro ez ne li gel vî sîstemî me ku em tê de dijîn, û ev sîstem bi Xwedê kesî ji me re nekêşaye ji bilî Amerîkayê bi çavê Îsraîlî; ji ber ku dizane paşeroja welat di siya sîstemekî bi vî rengî de perçeperçebûn û dabeşbûn e û sînorên herêman bi xwînê tên kêşan. Lewma ez natirsim ji vsedema navendîtiyê, lê bi wê mercê em jê re zêde bikin ku navendîtiyeke dadperwer be û hemû pêkhate tê de amade bin ne ku tenê yek pêkhate.

Tiştê ku me di navendîtiyê de dît û wisa kir ku em jê nefret bikin ew bû ku kar di yek destî de bûn û yên din ku piraniya welat pêk tînin stemlêkirî bûn, stem bi dadperwerî li ser wan dihate dabeşkirin lê dadperwerî di hemû aliyan de winda ye; her ji ber vê yekê em hestiyar bûn li hemberî vsedema sîstema serokatiyê, em hestiyar bûn di wê yekê de ku em gav bi gav li gel vsedema navendîtiyê nêzîk bibin bêyî hesabkirina hûrgiliyan. Ezmûnê ez fêr kirim bi Xwedê encûmenên parêzgehan ne tiştek in ji bilî qad û derfet ji bo rawestandin û diziyê, ne tiştekî din.

Rûdaw: Tu çi asoyekê di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê de dibînî; rêkeftin yan derz û belavbûn di navbera wan de di paşerojeke nêzîk de?

Îzet Şabender: Eşkere me, ez pêşbîniya wê dikim ku ez hêviya wê dixwazim; ez pêşbînî dikim ku zanabûna hin ji serkirdeyên Kurdan dê rêgir be li ber vê cudabûnê bi vî şêweyê ku em dibihîzin, her wiha heta kolana Kurdî jî li Silêmaniyê berî Hewlêrê vê red dike; li ser vê jî ez pir reşbîn nînim û ber bi geşbîniyê ve diçim ku ev pirsgirêk dê di demeke nêzîk de bê çareserkirin.

Nûçeyên Têkildar

Barbara Leaf: Washington dixwaze PDK û YNK pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin
Hevpeyvîn20-11-2026

Barbara Leaf: Washington dixwaze PDK û YNK pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin

Sezaî Temellî: Yasaya heyî kêm e û birêvebirên PKK û KCKyê li xwe nagire
Hevpeyvîn18-11-2026

Sezaî Temellî: Yasaya heyî kêm e û birêvebirên PKK û KCKyê li xwe nagire

Serdar Yuksel: Nêçîrvan Barzanî dikare di nakokiya Îranê de roleke mezin bilîze
Hevpeyvîn18-11-2026

Serdar Yuksel: Nêçîrvan Barzanî dikare di nakokiya Îranê de roleke mezin bilîze

Pirsên