کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Villy Søvndal ji Rûdawê re axivî / Wêne: Rûdaw

Villy Søvndal ji Rûdawê re axivî / Wêne: Rûdaw

Hevpeyvîn

Villy Søvndal: Ewropa deyndarê Kurdan e

Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

18-03-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

18-03-2026

Nûçeyên Têkildar

Sezaî Temellî: Yasaya heyî kêm e û birêvebirên PKK û KCKyê li xwe nagire
Hevpeyvîn18-11-2026

Sezaî Temellî: Yasaya heyî kêm e û birêvebirên PKK û KCKyê li xwe nagire

Serdar Yuksel: Nêçîrvan Barzanî dikare di nakokiya Îranê de roleke mezin bilîze
Hevpeyvîn18-11-2026

Serdar Yuksel: Nêçîrvan Barzanî dikare di nakokiya Îranê de roleke mezin bilîze

Qasim Tahir ji Rûdawê re axivî: Banga min a ji bo Kurdan yekîtî ye
Hevpeyvîn17-11-2026

Qasim Tahir ji Rûdawê re axivî: Banga min a ji bo Kurdan yekîtî ye

Li Brukselê di nav avahiya Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê de, ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê merasîmeke taybet hat lidarxistin.

Endamê Parlamentoya Ewropayê û Wezîrê berê yê Karên Derve yê Danîmarkayê Villy Søvndalê ku siyasetmedarekî naskirî ye û Kurdan baş nas dike, beşdarî vê merasîmê bû.

Søvndal di hevpeyvîneke taybet a li gel Rûdawê de piştgiriya xwe ya ji bo mafên gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê anî zimên û bal kişand ser berdêlên Kurdan ên di şerê li dijî DAIŞê de.

Villy Søvndal diyar kir ku naskirina Kurdan û pîrozkirina Newrozê ya Parlamentoya Ewropayê de peyameke girîng e û got:

"Wekî her gelê din, gelekî giring e ku Kurd xwedî çand, kevneşopî û nerît û cejnên xwe bin.

Ez li piraniya bajarên mezin ên Danîmarkayê beşdarî Newrozê bûme û hevalên min ên herî baş Kurd in."

Villy Søvndal pirsên me bersivandin:

Rûdaw: Birêz Villy Søvndal. Ez dixwazim çend pirsan jê bikim, ew Kurdan jî baş nas dike. Birêz Søvndal, ji bo vê hevpeyvînê gelekî spas. Pirsa min ev e; li gorî we naskirina Kurdan û pîrozkirina Cejna Newrozê li vir çi qasî girîng e?

Villy Søvndal: Bi dîtina min ev gelekî giring e çimkî wekî her gelê din, gelekî giring e ku çand, kevneşopî û nerît û cejnên we hebin û hûn wan pîroz bikin. Ez gelek caran beşdar bûme, ez li Danîmarkayê hatime hilbijartin û li wir dijîm, ez li hemû bajarên mezin ên Danîmarkayê beşdarî Newrozê bûme û min li gel we pîroz kiriye.

Hinek ji hevalên min ên herî baş ên li Danîmarkayê Kurd in. Em bi gelê Kurd gelekî kêfxweş in û bi her awayî ku ji destê me were em piştgiriya wan dikin. Em dixwazin ku rê li ber we hemûyan were vekirin, çi li Îranê be, çi li Îraqê çi li Sûriyeyê yan jî li Tirkiyeyê be, mafê we hebe ku hûn xwedî çanda xwe, zimanê xwe û dibistanên xwe bin. Tiştê ku em piştgiriya wê dikin ev e.

“Ewropa deyndarê Kurdan e”

Rûdaw: Gelekî spas. Lê niha rewş gelekî nexweş e. Şer e, şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê ye û berdewam êrişî Herêma Kurdistanê tê kirin. Yekîtiya Ewropayê çawa dikare piştgiriya Herêma Kurdistanê bike? Di vê rewşa hestyar de Ewropa çawa dikare piştgiriya hevalbendên xwe bike? Wekî mînak Pêşmerge ku çendîn salan li dijî DAIŞê şer kiriye?

Villy Søvndal: Bi dîtina min em deyndarê we ne, ji ber wê dema ku DAIŞ li Sûriyeyê hebû. We ji bo şerê li dijî wan alîkariya me kir. Gelek ji jin û mêrên we canê xwe ji dest da, eger ez bi rastî di bîra min de be nêzîkî 7,000 kesan. Lewma em ji bo vê gelekî spasdar in.

Pêwendiyên min ên baş bi Kurdistana Îraqê re hene ku bi dîtina min li nav hemû Rojhilata Navîn de bi wan hemû dîktatorî û kêmiya dîmokrasiyê re cihekî bêhempa bû, Kurdan li Kurdistana Îraqê demokrasî ava dikir. Ez ji wê têkoşîna li Tirkiyeyê jî agahdar im ku gelek caran ji aliyê hikûmeta li wir ve çewisandin heye ku divê nebe, gelek serokşaredar di girtîgehê de ne.

Herî dawî û ji her tiştî girîngtir, ya ku niha li Îranê diqewime, em gelekî hêvîdar in ku gelê Kurd ê li bakurê Îranê (Rojhilatê Kurdistanê), ji bo biryardana li ser çarenivîsa xwe xwedî mafên zêdetir be û rêz li çand û ziman û hemû tiştên wan were girtin. Ev hemû ew tişt in ku em piştgiriya wan dikin.

Rûdaw: Lê hûn çawa dikarin alîkariya Kurdan bikin li Herêma Kurdistanê ku niha bi berdewamî êrişî wan tê kirin? Hûn çawa dikarin Kurdan li herêmê biparêzin?

Villy Søvndal: Ez bawer dikim ku divê em çi ji destê me tê ji bo piştgiriya civakên Kurd ên li Îraqê bikin. Bi dîtina min divê em hemû wan pêwendiyên baş ên ku li gel Kurdan hene, çi li Brukselê be yan jî li Kopenhagê be, bi kar bînin da ku piştgiriya xelkê li wir bidome.

Ez bawer dikim ku divê em alîkariya aborî jî pêşkêşî civakên Kurd bikin û bi her awayî hewl bidin ku alîkariya jiyana rojane ya gelê Kurd bikin.

Rûdaw: Ji bo vê hevpeyvînê gelekî spas.

Villy Søvndal: Destxweş, gelekî spas. Hêviya serkeftinê.

Nûçeyên Têkildar

Sezaî Temellî: Yasaya heyî kêm e û birêvebirên PKK û KCKyê li xwe nagire
Hevpeyvîn18-11-2026

Sezaî Temellî: Yasaya heyî kêm e û birêvebirên PKK û KCKyê li xwe nagire

Serdar Yuksel: Nêçîrvan Barzanî dikare di nakokiya Îranê de roleke mezin bilîze
Hevpeyvîn18-11-2026

Serdar Yuksel: Nêçîrvan Barzanî dikare di nakokiya Îranê de roleke mezin bilîze

Qasim Tahir ji Rûdawê re axivî: Banga min a ji bo Kurdan yekîtî ye
Hevpeyvîn17-11-2026

Qasim Tahir ji Rûdawê re axivî: Banga min a ji bo Kurdan yekîtî ye

Pirsên