Birêvebirê Jûra Nûçeyan a Ajansa ENEXê Mark Evans di çarçoveya konferansa salane ya ajansê ya li Luksemburgê de pesnê rola Tora Medyayî ya Rûdawê da.
Mark Evans ragihand ku Rûdaw "çavê ENEXê yê li herêmê ye" û bi saya rojnamegerên xwe yên xwedî tecrube û rasteqîn, bûye çavkaniyeke giring a nûçeyan ji bo cîhanê.
Hevahengîkarê Ajansan ê Rûdawê Rêkar Ezîz wekî nûnerê Tora Medyayî ya Rûdawê di konferansê de amade ye.
Konferansa ENEXê, civîneke salane ya giring e ji bo nûnerên desteya nûçeyan a cîhanî ya ENEXê û her sal li welatekî endam tê lidarxistin.
Di vê civînê de, weşangerên navneteweyî derfeta berfirehbûn, gotûbêjkirina stratejiya rojnamegeriyê û plana rûmalkirina paşerojê peyda dikin.
Mark Evans di hevpeyvînekê de ji Rêkar Ezîz re got ku yek ji mijarên sereke yên konferansa îsal, ew pirsgirêkên hevpar in ku rûbirûyê medyaya cîhanê dibin û anî ziman:
"Platformên medyaya civakî heta radeyekê serê xelkê tevlihev kiriye ku ji bo nûçeyên xwe berê xwe bidin kê."
Mark Evans li ser rola Rûdawê ya di nav ajansê de pesnê Tora Medyayî ya Rûdawê da û got:
"Ew beşdarî gelek nûçe û wêneyên cuda dibin lê bi baweriya min sedema ku Rûdaw ji bo me ew qasî giring e ew e ku berovajî wî tiştî ye ku min niha behs kir.
Rûdaw xwedî rojnamegerên wiha ye, hem li ber kamerayê û hem jî li pişt kamerayê ku xwedî tecrube û agahî ne û ew cureya rastgoyiyê li cem wan heye ku di cîhana nû de pêwîst e."
Mark Evans destnîşan kir, dema ku bînerê navneteweyî li Rûdawê dinêrin "dizanin ku rastgoyiyek li pişt wan heye, biryardaneke bihêz li pişt wan heye û ji paşxaneke dewlemend a agahî û tecrubeyê tê."
Çavê ENEXê yê li herêmê
Berpirsê ENEXê diyar kir ku Rûdaw nêrîneke navxwe ji bo rûdanan dabîn dike, ne nêrîna kesekî ji derve û da zanîn:
"Tiştê ku em pişta xwe pê dibestin li ba Rûdawê, ew e ku bibe çavê ENEXê wekî operasyoneke komkirina nûçeyan a ji nav wê herêmê, loma ji bo me bi qîmet e."
ENEX ku sala 1993yan hatiye damezirandin û navenda wê li Luksemburgê ye, komeleyeke mezin a hevkariyê ye û zêdetirî 75 kanalên televîzyonê yên bazirganî yên pêşeng li 5 parzemînan bi hev ve girê dide ku di nav wan de Sky News, CBS News û RTL jî hene.
Berovajî ajansên nûçeyan ên klasîk, ENEX li ser bingeha hevkariyê dixebite.
Endam dîmenên navxwe, hevpeyvînên taybet û pakêtên nûçeyan bi navenda sereke ya ENEXê re parve dikin.
Tora Medyayî ya Rûdawê, Nîsana 2015an bû endama ENEXê û ji wê demê ve tora televîzyonê ya duyem e li hemû Rojhilata Navîn ku di vê tora cîhanî ya taybet de beşdar e.
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Mark Evans re:
Rûdaw: Birêz Evans, gelekî spas ku tu bi me re yî. Em qedrê wê derfetê digirin ku te daye me. Tu dikarî ji me re bibêjî îsal çi diqewime?
Mark Evans: Di konferansa îsal de em li ser çend mijarên cuda diaxivin. Bi baweriya min yek ji wan tiştên ku rojnameger li seranserî cîhanê li ser li hev dikin ew e ku gelek ji wan pirsgirêkên ku rûbirûyê me dibin, pirsgirêkên hevpar in. Platformên medyaya civakî heta radeyekê modela fînansekirina klasîk a rêxistinên nûçeyan têk biriye. Di vê cîhana dîjîtal a nû de serê xelkê tevlihev bûye ku ji bo nûçeyên xwe berê xwe bidin kê.
Berê xwe didin kesên dibe ku ne xwedî heman rahênan, şarezayî û agahiyên weşankarên wan bin. Loma em hîs dikin, ji ber ku gelek pirsgirêk ji bo rêxistinên nûçeyan ên cuda hevpar in, derfetek heye ji bo komkirina wan rêxistinan wekî ku me li vir kiriye û em dikarin li ser çareseriyan dan û standinan bikin.
Rûdaw: Gelekî baş e. Nexwe, wekî tu dizanî em beşek in ji malbata ENEXê. Tu dikarî ji bînerên me re bibêjî, Rûdaw çi beşdariyê di vê torê de dike?
Mark Evans: Ew beşdarî gelek nûçe û wêneyên cuda dibin lê bi baweriya min sedema ku Rûdaw ji bo me ew qasî giring e ew e ku berovajî wî tiştî ye ku min niha behs kir.
Rûdaw xwedî rojnamegeran e, hem li ber kamerayê û hem jî li pişt kamerayê ku xwedî tecrube, agahî û pêbend in û ew cureya rastgoyiyê li cem wan heye ku di cîhana nû de pêwîst e.
Xelk dizanin dema li wan wêneyan dinêrin, rastgoyiyek li pişt wan heye, biryardaneke bihêz li pişt wan heye û ji wê paşxana dewlemend a agahî û tecrubeyê tê.
Rûdaw: Pir baş e, pirsa min a dawî, tu dizanî ku em çîrok û rûdanan li seranserî herêmê rûmal dikin, bi taybetî li herêmên germ ên wekî Sûriye, Îraq û Îranê. Rûmalkirina wan çîrokan ji aliyê me ve çi wateyê dide bînerê Ewropî yan bînerê navneteweyî ku beşek in ji ENEXê? Em çawa peyamê digihînin?
Mark Evans: Bi baweriya min yek ji beşên giring ew e ku Rûdaw xwedî vê tecrubeya dêrîn e ku xelkê wê herêma berfireh e û di nav wê herêma berfireh de dixebite. Bê guman, weşankarên mezin ên Ewropayê geştê ji bo cihên wekî Îran û Sûriyeyê dikin wekî te behs kir, lê ew her tim bi çavê kesekî ji derve dibe. Tiştê ku em pişta xwe pê dibestin li cem Rûdawê, ew e ku bibe çavê ENEXê wekî operasyoneke komkirina nûçeyan ji nav wê herêmê. Loma ji bo me bi qîmet e.