Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ragihand ku wan daxwaza hikûmeta Almanyayê ya ji bo rawestandina dewlemendkirina uranyumê red kiriye.
Îsmaîl Beqayî ragihand ku dewlemendkirina uranyumê mafekî rewa yê Îranê ye û çavkaniya xwe ji endamtiya wî welatî ya di Peymana Qedexekirina Belavbûna Çekên Atomê (NPT) de digire, ne ji welatên Ewropayê.
Beqayî got, "Mafê dewlemendkirina uranyumê ne tiştek e ku Almanya, Fransa yan welatên din dabine me."
Rexne li Ajansa Enerjiya Atomê
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê her wiha rexne li Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) girt li ser belavkirina tiştê ku wî wekî "guman û pêşbîniyên neteknîkî" bi nav kir li ser avakirina stasyoneke nû ya dewlemendkirina uranyumê li bajarê Îsfehanê yê li naverasta Îranê.
Beqayî amaje pê kir ku ajansê di dema şerê Îranê yê li gel Amerîka û Îsraîlê de gihîştina xwe ya ji bo baregehên atomê winda kiriye lê Tehranê pêbendiyên xwe yên bingehîn ên di Peymana Garantiyên Atomî de ranewestandine.
“Divê welatên Kendavê qerebûyê bidin Îranê”
Beqayî di bersiva pirseke li ser îhtimala destpêkirina ducare ya êrişên Washingtonê de hişyarî da ku Îran "ti derbeyê bêbersiv nahêle."
Beqayî her wiha behsa wê yekê kir ku divê welatên Kendavê tezmînatê bidin Îranê, çimkî bi gotina wî, wan welatan di êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê de roleke "çalak" hebûye.
“Em ji hikûmeta Fransayê dixwazin dawî li tohmetan bîne”
Beşek ji axaftina Îsmaîl Beqayî wiha ne:
"Ez tekez dikim ku ev tohmetên ku arasteyî Îranê tên kirin ti bingeha wan nîne. Bi rastî em ji hikûmeta Fransayê dixwazin dawî li vê tohmetbarkirina Îranê bîne, çimkî ev tevger di asta navneteweyî de wekî karekî neyasayî tê dîtin û berpirsyariya navneteweyî dixe stûyê hikûmeta Fransayê.
Me pêbendiyên xwe yên yasayî yên di Peymana Garantiyên Atomê de ranewestandine.
Piraniya hevkariyên me ji ber wê rewşa ku bi ser me de hatiye sepandin hatine rawestandin lê li ser wêstgeha atomî ya Bûşehrê, pişkinîn bi awayekî dorveger tên kirin, çi li gorî wê peymana dualî ya ku li gel Rûsyayê heye yan jî li ser bingeha pêbendiyên me yên yasayî.
Ev cure helwest derbeyeke kujer li Peymana Qedexekirina Belavbûna Çekên Atomî dixin.
Mafê Îranê yê ji bo dewlemendkirina uranyumê ne mafek e ku Almanya, Fransa yan welatên din bexşandibin me, belkî ev maf rasterast çavkaniya xwe ji endamtiya Îranê ya di peymana NPTyê de ya ji bo bikaranîna aştiyane ya enerjiya atomê digire.
Lewma ev cure helwest dê ti bandorê li ser hebûn û naskirina zelal a vî mafî nekin."



