Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Besra ya li Başûrî Iraqê di encama teqîneke li ber xwaringehekê de li gor zanyariyên destpêkê 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Peyamnêrê Rûdawê ragihand, li nêzîkî xwaringeha Cenova ya nêzîkî Nexweşxaneya Komarê ya Besrayê teqînek rû da.
Li gorî agahiyên Rûdawê ji çavkaniyên ewlehiyê bi dest xistine,di encama teqînê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û 9 kes jî birîndar bûne.
Derbarê teqînê de heta niha ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.
Endama berê ya Encumena Parêzgeha Besrayê Basîme Selma ji Rûdawê re ragihand, ku piştî teqînê mirî û birîndaran rakirin nexweşxaneyeke nêzîk.
Selma got, “Tê gotin ku hejmareke zêde kuştî û birîndar hene. Di rastiyê de hin çavkaniyan diyar dikin ku 12 kesan jiyana xwe ji dest dane.”
Basîme Selma got jî, “Besra ji nû ve tê avakirin. Ewlehî ji par ve pêk hatibû. Niha divê rayedar derxin holê ka kî li piştî vê teqînê bûye.”



.webp&w=3840&q=75)