Hewlêr (Rûdaw) - Derengiya şeva înê li ser rêya di navbera Bexda û Kerkûkê de li nêzîkî Çiyayê Hemrînê qezayeke trafîkê çêbû.
Di qezayê de 8 leşkerên Fermandariya Operasyonên Kerkûkê yên artêşa Îraqê bûn qurbanî.
Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di qezayê de 3 leşker mirin û 5 leşker jî bi giranî birîndar bûn.
Parêzgarê Kerkûkê Mihemed Seman di daxuyaniyekê de sersaxî ji Wezîrê Parastinê yê Îraqê re xwest.
Li gorî daxuyaniya parêzgar, leşkerên Lîwaya 32yan a Firqeya 8an a artêşa Îraqê Ehmed Filfil û Derhem Razî û leşkerê Firqeya Taybet a 2yan Ehmed Hakim di qezayê de mirin.
Her wiha leşkerên bi navên Ehmed Enan, Mihemed Ebdullah, Îsmaîl Xelîl, Ezher Cîhad û Beşar Ebd Hesûn jî bi giranî birîndar bûn.



