Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê Sûriye û Îraqê Tom Barrack û Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî li Bexdayê civiyan.
Piştî civînê ji aliyê Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê ve daxuyaniyeke hevpar hat belavkirin.
Di daxuyaniyê de li ser serweriya Îraqê, ewlehî, hevkariya aborî û paşeroja komên çekdar peyam hatin dayîn.
Trump Serokwezîrê Îraqê vexwend Koşka Spî
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku birêvebiriya Amerîkayê ya di bin serokatiya Donald Trump de û hikûmeta Îraqê ya di bin serokatiya Elî Zeydî de, li ser hevkariya bihêz a li ser bingeha berjewendiyên hevbeş in.
Tom Barrack di civînê de ragihand ku Trump nîvê meha Tîrmehê li benda Serokwezîr Zeydî ye û ew wî vedixwîne Koşka Spî û di wê hevdîtinê de dê paşeroja pêwendiyên stratejîk ên her du welatan were nirxandin.
“Divê hemû komên çekdar werin belavkirin”
Yek ji sernavên herî girîng ên daxuyaniya hevbeş derbarê komên çekdar ên li Îraqê bû.
Aliyan diyar kir ku “divê Îraq paşerojeke aram û dûrî terorê ava bike.”
Amerîkayê piştgiriya xwe ji bo planên Îraqê nîşan da ku tê de “bêçekkirin û belavkirina hemû kom û pêkhateyên çekdar ên li derveyî kontrola dewletê” heye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê hemû çek tenê di bin otorîteya dewleta Îraqê de bin.
Her wiha daxuyaniyê bal kişand ser girîngiya parastina serweriya Îraqê û dûrxistina wê ya ji pevçûnên herêmî.
Her du aliyan destnîşan kir ku “nabe axa Îraqê ji aliyê ti aliyî ve ji bo gefxwarina li aramiya herêmê were bikaranîn.”
Xebatên li ser qadên petrolê û Starlinkê
Di civînê de hevkariya aborî û projeyên veberhênanê jî hatin gotûbêjkirin.
Aliyan ji ber temambûna pêvajoya lîsansê ya Starlinkê ya li Îraqê kêfxweşiya xwe anî zimên.
Hat gotin ku ev yek dê xizmetên înternetê yên di asta cîhanî de pêşkêşî welatiyên Îraqê bike.
Her wiha hat ragihandin ku ji bo bipêşxistina qadên petrolê yên Qurne-2ya Rojava û Nasiriyeyê bi şirketa Chevronê re dan û standinan dest pê kiriye.
Li hêla din, rê li ber şirketên wekî HKN, Western Zagros û Hunt hat vekirin da ku di bin garantiyên ewlehiyê de ducare dest bi xebatên xwe yên li Îraqê bikin.
Xeta petrolê ya Kerkûk-Banyasê ducare di rojevê de ye
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo ducare karkirina Xeta Petrolê ya Kerkûk-Banyasê xebat tên kirin.
Ji bo ku ev xet bibe rêyeke girîng a hinartina petrolê, bi TI Capitalê re peymanek li pêş e.
Aliyan her wiha li ser zêdekirina hevkariya bazirganî ya ji bo dabînkirina pêdiviya elektrîkê ya Îraqê li hev kir.
Di vê çarçoveyê de piştgirî hat dayîn ku Excelerate Energy li Xor Zubeyrê termînaleke gazê (LNG) ava bike.
“Îraqeke bihêz û serwer”
Di dawiya daxuyaniyê de piştgiriya ji bo “Îraqeke federal, demokratîk û serwer a ku xwedî saziyên destûrî yên bihêz be” hat nîşandan.
Aliyan ragihand ku birêvebiriyeke ku tê de hemû welatî xwedî mafên wekhev bin, dê yekîtî, aramî û xweşguzeraniya Îraqê xurttir bike.



