Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ji bo hevdîtinên fermî diçe Bexdaya paytexta Îraqê.
Ewlehiya sînor û rûdanên dawî yên li herêmê dê bibin mijarên sereke yên hevdîtinên di navbera şandeyên Îraq û Îranê de.
Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji çavkaniyên Wezareta Karên Derve ya Îraqê wergirtine, Eraqçî dê destpêkê bi hevtayê xwe Fuad Husên re hevdîtineke dualî bike.
Her du wezîr dê danê sibehê saet 09:00an werin ba hev.
Tê çaverêkirin ku piştî civîna girtî, her du wezîr bi civîneke hevpar a çapemeniyê biryarên ku hatine standin bi raya giştî re parve bikin.
Rayedarekî Wezareta Karên Derve ya Îraqê li ser rojeva serdanê ji Rûdawê re axivî û destnîşan kir ku mijarên herî girîng ên li ser maseyê pêwendiyên dualî û ewlehî ne.
Çavkaniyê li ser naveroka hevdîtinan ev agahî dan:
"Di civînan de dê bi giranî kûrkirina pêwendiyên dualî yên di navbera Bexda û Tehranê de, ewlehiya sînorên hevpar û rûdanên siyasî û leşkerî yên dawî yên li Rojhilata Navîn werin gotûbêjkirin."
Eraqçî dê bi serkirdeyan re jî bicive
Hevdîtinên Eraqçî yên li Bexdayê dê tenê di asta Wezareta Karên Derve de nemînin.
Tê pêşbînîkirin ku Eraqçî piştî hevdîtina bi Fuad Husên re, bi Serokkomarê Îraqê, Serokwezîrê Îraqê û serkirdeyên din ên siyasî re jî bicive.



