Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya operasyoneke berfireh de bi dehan berpirs û parlamenterên Îraqê bi tohmeta gendeliyê hatin desteserkirin.
Hêzên ewlehiyê yên Îraqê li Bexdayê û çend parêzgehên din dest bi operasyoneke berfireh a ewlehiyê kir.
Destê sibehê, hêzeke hevbeş a Dezgeha Dijîterorê, Artêşa Îraqê, Desteya Destpakiyê û hêzên din ên ewlehiyê li nav Herêma Kesk, çend navçeyên Bexdayê û parêzgehên din bi ser gelek cihan de girt.
Li gorî agahiyên destpêkê, hinek berpirsên payebilind, parlamenter û karsaz bi tohmeta tevlîbûna di gendeliyê de hatine desteserkirin.
"Operasyon dê berdewam bikin"
Serokê Desteya Siyasî ya Tevgera Niştimanî ya Eşîriyê û Serkirdeyê Heşdî Dîfaê yê Wezareta Parastinê ya Îraqê Ebdulrehman Cezayirî li ser mijarê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Ebdulrehman Cezayirî ragihand ku gava desteserkirina "seriyên mezin" dê berdewam bike û anî ziman:
"Pêngava desteserkirina seriyên mezin dê berdewam bike heta wê dema ku Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî biçe Amerîkayê."
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî dê 17ê Tîrmehê biçe Amerîkayê.
Cezayiriyê ku kesayetiyekî nêzîkî Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ye destnîşan kir ku operasyon dê berfirehtir bibin û da zanîn:
"Biryar e îşev jî çend gavên din li Bexdayê û parêzgehên din werin avêtin."
Serkirdeyê Heşdî Dîfaê hişyarî da û destnîşan kir:
"Biryar e hejmarek serkirdeyên komên çekdar jî werin desteserkirin.
Divê ew xwe radestî dadgehê bikin, heger na dê werin desteserkirin û derxînin pêşberî qanûnê."
Kî hatine desteserkirin?
Ebdulrehman Cezayirî li ser kesên ku vê sibehê hatine desteserkirin agahiyên zêdetir dan û diyar kir:
"Kesên herî diyar ên ku hatine desteserkirin ev in: Serokê Hevpeymaniya Ezmê Musena Samerayî û Parlamentera Hevpeymaniya Avakirin û Bipêşketinê Aliye Nuseyf."
Cezayirî her wiha anî ziman:
"Her wiha hejmarek parlamenter, 4 birêvebirên giştî û 2 şêwirmendên Mihemed Şiya Sûdanî hatine desteserkirin."
Çavkaniyekî ji Hevpeymaniya Ezmê ji Rûdawê re piştrast kir ku Musena Samerayî hatiye desteserkirin.
Medyaya Îraqê jî ragihand ku heta niha nêzîkî 20 berpirsan hatine desteserkirin.
Di nav wan de parlamenter, wezîrên berê, berpirsên hikûmetê, şêwirmend, berpirsên ewlehiyê û karsaz hene.
Di heman demê de li gorî medyaya Îraqê, ji hikûmeta Serokwezîrê Îraqê yê berê Mihemed Şiya Sûdanî 2 wezîr hatine desteserkirin lê Encumena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê û hikûmeta Îraqê heta niha bi awayekî fermî nav eşkere nekirine û ti daxuyanî nedane.
Dosyeyên gendeliyê
Cezayirî da zanîn ku ev gav li ser bingeha biryara dadgehê ne û pêwendiya tohmetbaran bi çendîn dosyeyên gendeliyê re heye û destnîşan kir:
"Gendeliyên Ednan Cumeyliyê Alîkarê berê yê Wezîrê Petrolê, Ela Semîrê Birêvebirê Giştî yê Şirketa Dabeşkirina Karebayê û dosyeyên gendeliyê yên li wezaretên pîşesazî, perwerde, navxwe û parastinê di nav de ne."
Operasyon bi doza Ednan Cumeylî ve girêdayî ye ku berê hatibû desteserkirin.
Parlamenterê Îraqê Şêrwan Dûberdanî ji Rûdawê re dabû zanîn ku Cumeylî di lêpirsînan de navê 128 berpirsan daye û di nav wan de berpirs û kesayetiyên Kurd jî hene.
Ebdulrehman Cezayirî diyar kir ku ji bo rêgirtina li revîna tohmetbaran rêkarên tund hatine wergirtin û got:
"Navên 64 berpirsên Îraqê dane balafirgeh û deriyên sînorî yên Îraqê û geştên derve li wan hatine qedexekirin."



