Hewlêr (Rûdaw) - Endamê berê yê Komîteya Darayiyê ya Parlamentoya Îraqê Samî Etrûşî ragihand ku zextên navneteweyî û Amerîkayê sedema sereke ya destpêkirina operasyona desteserkirina berpirsên Îraqî yên bi tohmeta gendeliyê ne.
Samî Etrûşî her wiha got, "Dibe ku komîteyeke pispor a FBIyê were û çavdêriya dosyeyê bike."
Li Îraqê li dijî gendeliyê dest bi operasyoneke mezin hat kirin
Di çarçoveya operasyonê de bi dehan berpirs û parlamenterên Îraqê bi tohmeta gendeliyê hatin desteserkirin.
Endamê berê yê Komîteya Daryiyê ya Parlamentoya Îraqê Samî Etrûşî beşdarî bultena demjimêr 15:00an a Rûdawê bû û operasyona ku li dijî gendeliyê hatiye destpêkirin nirxand.
Samî Etrûşî got "Ji destpêka 2005an ve gendelî li Îraqê bi awayekî berfireh dest pê kiriye.
Kesên ku ev kar kirine ne tenê berpirsên desthilata cîbicîkar bûn, lê parlamenteran jî ev kar kiriye.
Çimkî di operasyonên dawî de me dît ku beşeke zêde ya kesên hatine desteserkirin parlamenter in."
Etrûşî amaje pê kir ku berê Heyder Ebadî (Serokwezîrê Îraqê yê salên 2014-2018an) ji bo rûbirûbûna gendeliyê hatibû anîn lê wî nekir, paşê (Mistefa) Kazimî anîn û wî jî nekir, lê ew pêşbînî dike ku “Elî Zeydî dikare van dosyeyan veke, lê ne ji sedî 100.”
Lîsteya navên 1000 berpirsan
Samî Etrûşî her wiha got, "Niha bi dosyeyeke asayî dest pê kir ku ew jî ya alîkarê wezîr e.
Ew navên ku hatine qalkirin hemû taybet in bi vê dosyeyê.
Zanyarî belav bûne ku Amerîkayê lîsteyek daye Elî Zeydî ku navên 1000 berpirsên Îraqî tê de ne.
Ew tenê berpirs in û karmend di nav de nînin. Serên gelekî mezin di nav dosyeyan de hene, dibe ku ev bibe sedem ku Zeydî raweste.”
Li gorî gotina Etrûşî, Çarçoveya Hevahengiyê piştgiriya Elî Zeydî kiriye, loma wan karîbû vî karî bikira û bêyî wan ev yek nedibû.
Etrûşî her wiha got “Her kes nakeve ber destê dadweriyê lê hinek ji wan tên girtin, kesên ku niha hatine girtin tenê pêwendiya wan bi dosyeya petrolê re heye.”
"2 milyon dolar bertîl pêşniyar kirin"
Samî Etrûşî mînakeke rastî ya salên 2007 û 2008an a jiyana xwe da ku xwestine li Îraqê bertîlê bidinê û got:
"Salên 2007 û 2008an sê dozên ji hev cuda hatin ber destê min.
Gotin ku dê 2 milyon dolarî bidin min tenê ji bo ku ez wan bigihînim berpirsekî.
Ew şirket Îraqî bûn, lê bi navê şirketa Amerîkayî hatibûn.”
Samî Etrûşî her wiha diyar kir ku li gorî rêziknameya navxweyî parêzbendiya parlamenteran hatiye rakirin û Amerîka jî pir li ser xetê ye, dibe ku komîteyeke pispor a FBIyê jî were û çavdêriya dozê bike.
Etrûşî got, “Ev tenê dosyeyeke petrolê ye, gelo dosyeyên din dê çawa bin? Qal li ser dosyeyên tren û balafirgeha Îraqê tê kirin.
Eger ew dosye vebin, dê serên mezin ên gendelkaran bikevin ber vê operasyonê.”
Etrûşî derbarê kesên ku îro hatine desteserkirin de got:
"Dosye gelekî berfireh e û berê nav li ber dest bûn û dosye di desteya destpakiyê de hebû, lê zextên Amerîkayê hebûn, eger ne wisa bûya Îraqê dest bi vê operasyonê nedikir.
Tiştê ku me bihîstiye, piştgiriya navneteweyî ji Elî Zeydî re heye û eger piştgiriya welatiyan jî hebe, ev operasyon dê bidome û ew dikare gelek kesan eşkere bike.”
47 berpirs hatin desteserkirin
Di operasyonekê de, 47 berpirs û kesayetên li Îraqê bi tohmeta gendeliyê hatin desteserkirin ku Alîkarê Wezîrê Petrolê û 12 parlamenter di nav wan de ne.
Medyaya fermî ya Îraqê navên wan kesên ku di dema 12 demjimêrên operasyona ewlehiyê de hatine desteserkirin belav kir û 12 ji wan desteserkiriyan parlamenter in ku Şîe û Sune di nav de hene.
Yek ji wan, Serokê Hevpeymaniya Ezimê ya Suneyan Musena Semeraî ye.
Her wiha Alîkarê Wezîrê Petrolê yê ji bo Karûbarên Dabeşkirinê Elî Mearic Behadilî hatiye desteserkirin ku berê ji aliyê Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ve hatibû cezakirin.
Ev operasyon berê sibeha îro dest pê kiriye û piraniya tohmetbaran ji ber dosyeya gendeliyê ya Ednan Cumeylî, Alîkarê berê yê Wezareta petrolê hatine desteserkirin.


