Hewlêr (Rûdaw) - Di operasyoneke ku zexta Amerîkayê li pişt bû de, 47 birêvebir û parlamenterên payebilind ên Îraqê bi tohmeta gendeliyê hatin desteserkirin.
Vê pêngavê ji dosyeya Wezareta Petrolê dest pê kir û tê de bi sedan birêvebirên din jî di bin çavdêriya hûr de ne.
Di nav desteserkiriyan de, alîkarê Wezîrê Petrolê û 12 parlamenter jî hene.
Medyaya fermî ya Îraqê navê wan kesên ku di operasyona ewlehiyê ya 12 demjimêran de hatine desteserkirin eşkere kir ku Şîe û Sune di nav wan de ne.
Vê operasyonê berê sibeha roja yekşemê (28ê Hezîrana 2026an) dest pê kir û piraniya tohmetbaran ji ber dosyeya gendeliyê ya Alîkarê berê yê Wezîrê Petrolê Ednan Cumeylî hatine desteserkirin.
Nêzîkî hezar birêvebiran daxwazkirî ne
Edîtorê Maseya Îraqê ya Rûdawê û Mamosteyê Zanîngehê Dr. Nehro Mihemed li stodyoya bernameya "Li Gel Renc" amade bû û ragihand:
"Di vê dosyeyê de nêzîkî 128 kesan hatine xwestin û li Îraqê jî bi giştî 952 kes daxwazkirî ne.
Dosyeya gendeliyê ji bo piraniya birêvebirên Îraqê amade ye lê dem û cihê wê ne diyar e."
Li gorî gotina Nehro Mihemed, hîn "serên mezin" mane û nehatine girtin. Wî her wiha destnîşan kir:
"Beriya du hefteyan Îraq bi Amerîkayê re ket nav projeya spîkirina pereyan; FBI li pişt wê ye, ev jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên darayî yên Îraqê ye û piraniya birêvebirên Îraqê di gendeliyê de têkildar in."
Peymana pêşwext a bi Amerîkayê re
Alîkarê berê yê Wezareta Darayî ya Îraqê Fazil Nebî li stodyoyê hûrgiliyên zêdetir eşkere kirin û anî zimên:
"Mehekê beriya ku Elî Zeydî were daxwazkirin da ku ji bo serokwezîrtiyê were raspartin, Amerîkayê peymanek pê re kir ku divê ew van gavan bi cih bîne, yek ji gavan jî têkoşîna li dijî gendeliyê bû. Ji ber wê jî Amerîka li pişt Elî Zeydî ye."
Fazil Nebî li ser operasyonên roja şemiyê diyar kir ku wan bi zîrekî karê xwe kiriye û destnîşan kir:
"Dema ez alîkarê wezîr bûm, Amerîkayî dihatin ba min, agahiyên wan ji min hûrtir bûn, bi nav û cih hemû hûrgilî dizanîn.
Amerîka dixwaze rê li ber spîkirina pereyan bigire, ji birêvebirên giştî dest pê kirine û hêdî hêdî diçin jor heta digihîjin serên mezin.
Lê belê dixwazin derbarê yên herî mezin rêkarên qanûnî bi kar neyînin û tenê pereyan vegerînin."
Fazil Nebî da zanîn ku ji sedî 90ê pêkhateyên desthilatê li Îraqê tûşî gendeliyê bûne û li pey çû:
"Gendelî pîşesaziyeke gelekî mezin e. Eger tenê bi firotina çend madeyên wekî kibrîtê pere bi temamî bihata wergirtin, dê ji bo budceyê pêwîstiya Îraqê bi petrolê û tiştekî din nemaba.
Rojane milyonek bermîl petrol didin parzûngehan û ti pere naçe xezîneya dewletê, eger pere vegere xezîneyê, mehane milyar û nîvek dolar û salane jî 18 heta 22 milyar dolar vedigere xezîneya dewletê."
300 milyar dolar ji Îraqê derketine
Biryarderê Tevgera Helwestê Elî Heme Salih amaje bi mezinahiya torê kir û diyar kir:
"Ev toreke gelekî mezin e û dê gelek kes pê ve bibin. Hemû birêvebirên ku têkildar in ditirsin, telefonên xwe girtine û cihê xwe guherandine."
Li gorî gotina wî, li wezaretên Îraqê ti dan û stand bêyî pereyan nehatiye kirin û li hinek cihan gotine 'here 10 saetên Rolex ji me re bikire'.
Elî Heme Salih li ser hebûna birêvebirên Kurd di nav gendeliyan de jî anî zimên:
"Birêvebirên Kurd jî tê de ne, ne şert e ku ji wê dosyeyê be, di wezareta xwe de kiriye.
Kurd, Sune û kesên mezin jî hemû tê de ne, hinek kesên desthilatdar li pişt vê gendeliyê ne.
Gendeliya li Kurdistan û Îraqê ji hev cuda ye, li Kurdistanê ji sedî 90 li jor e û li jêr newêrin bikin."
Wî behsa belgeyên li ber destê xwe kir û eşkere kir:
"395 dosye li ber destê min in ku 25 qatê dosyeya îro mezin e û li Herêma Kurdistanê ne lê li Herêma Kurdistanê ti kes ji ber wê nayê girtin.
Dosyeyek li ber destê min e ku 300 milyar dolar ji Îraqê derketine. Ji ku derê ji bo ku derê çûne belge li cem min hene, heta sala 2015an e û 300 rûpel e, navên hemû bankan tê de ne. Eger dosye didome, Îraq dê derbasî qonaxeke din bibe."
“Li Bexdayê ji bo silavekê jî bertîl tê xwestin”
Serokê Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê Hakim Ehmed Enwer li stodyoyê axivî û destnîşan kir:
"Li Bexdayê tu silavekê bikî eger te tiştek nedabe divê tu karteke telefonê bidî wan lê ev rewş li Herêma Kurdistanê kêmtir e.
Ji mêj ve plan ji bo vî karî hatiye danîn û eger di nava gera bê de bûya nedihat kirin lê 5 roj mane ji bo destpêkirina gera nû ya parlamentoyê û kar bi zîrekî hatiye kirin."
Hakim Ehmed Enwer li ser agahdariya wan a ji dosyeya îro eşkere kir ku ti hevahengiyek bi wan re nehatiye kirin û li pey çû:
"Tenê di du hefteyên borî de sê pêwendiyên me bi Serokê Desteya Destpakiyê û du alîkarên wî re çêbûn.
Hinek agahî li ser milkên Ednan Cumeylî yên li Herêma Kurdistanê hebûn, me jî alîkarî kir û em amade ne alîkariyê bikin."
Gendeliyên mezin li wezaretên Parastin û Elektrîkê
Parlamenterê Îraqê Şêrwan Duberdanî ragihand ku ev tenê dosyeya Ednan Cumeylî nîne û gelek dosye ne û gelekî berfireh in û hinek ji wan nêzîkî Mihemed Şiya Sûdanî ne. Wî diyar kir:
"Wezaretên Parastin, Karên Navxwe û Pîşesaziyê xwediyê dosyeyên gelekî mezin ên gendeliyê ne.
Beriya çend rojan ew 800 otomobîlên ku zêdetirî 862 milyaran bûn û bi 300 hezar dolarî peyman kiribû eşkere bûn.
Ew parlamenterên ku bi salan e êrişî avakirin û bipêşketina Kurdistanê dikin, îro bi xwe li ser gendeliyê hatine girtin.
Eger ew li ser lêkolînên xwe rijd bin, dê ti kes nemîne ku hikmê Îraqê bike çimkî dê hemû gendelkar derkevin."
Duberdanî amaje pê kir ku dema xezîneya dewletê pêşkêşî Elî Zeydî hatiye kirin tenê trilyonek tê de hebû û destnîşan kir:
"Xerabtirîn budceya Îraqê ya sê salên borî ye çimkî du sal in her budce nîne. Gelek kes hene ku agahiyên wan hebûn, hatine agahdarkirin û reviyane.
Herî zêde gendelî di wezaretên Elektrîk û Petrolê de ye. Tenê di dosyeya Ednan Cumeylî de 128 kes têkildar in."
Li gorî gotina wî, "Di 22 yan jî 23yê Tîrmehê de Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî dê li Amerîkayê be û beriya wê demê dixwaze kabîneya xwe temam bike û wan dosyeyan veke. Elî Zeydî di êvara 27ê Nîsana 2026an de ji bo avakirina hikûmeta nû hat raspartin û tenê 30 roj li pêşiya wî hebûn da ku kabîneya xwe pêşkêş bike."
Şerê aborî û metirsiya li ser budceya 2027an
Endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Îraqê Cemal Koçer ragihand ku ji ber Ednan Cumeylî zêdetir li herêmên Suneyan kar kiriye, piraniya kesên ku têkildar bûne Sune ne lê Şîe jî tê de hene û hinek ji wan nêzîkî Sûdanî ne.
Wî diyar kir ku yek ji girtiyan serokê Hevpeymaniya Ezmê ya Suneyan Musena Samerayî ye.
Her wiha Alîkarê Wezîrê Petrolê Elî Mearij Behadilî yê ku berê ji aliyê Xezîneya Amerîkayê ve hatibû cezakirin jî hatiye girtin.
Cemal Koçer anî zimên ku Zeydî dixwaze şebekeyên gendeliyê bibîne ne tenê kesan û li pey çû:
"Ev girtin dê hemû Îraqê li xwe bigire çimkî ev beşek ji şerê herêmê ye. Eger niha ev kar nehatibûya kirin, ew milyarên dolaran ên ku parlamenteran xerc kirine, dê ji budceya 2027an bihatana kişandin û dewlet dê birûxiya.
Eger ev pêngav raneweste, dê budceyeke temam ji wan birêvebiran bê wergirtin çimkî budceyên salên 2027, 2028 û 2029an di bin metirsiyê de bûn."
Gelo dê serên mezin neyên eşkerekirin?
Endamê Berê yê Komîteya Darayî ya Îraqê Samî Etrûşî axivî û diyar kir ku gendeliya li Îraqê bûye diyarde û hewl didin rêyên nû bibînin.
Wî destnîşan kir ku pirsgirêk ne ji Sûdanî ye, “dibe ku Fayeq Zêdan afirînerê mijarê be” û eşkere kir:
"Dosyeya trêna Îraqê bi 22 milyar dolaran hatibû dabînkirin lê niha rawestiyaye çimkî gendeliya wê gelekî mezin bû.
Wezaretek nîne ku gendelî tê de nebe. Pereyekî zêde yê Wezareta Parastinê heye, di serdema me de jî wezîrê Wezareta Bazirganiyê wezîrekî bankirî bû ku gendelî dikir."
Endamê Berê yê Komîteya Darayî ne geşbîn e û ev reşbîniya xwe wilo anî zimên:
"Serên mezin nayên eşkerekirin û pişt re dê her yek ji wan were bêdengkirin, tenê ji wan re dibêjin pereyan bînin û ev jî ne çareserî ye."
Fişara Amerîkayê û guherînên siyasî
Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde li ser beşdariya Amerîkayê ya di operasyonan de ragihand:
"Li vir nûçe hatiye belavkirin lê dengvedaneke wê ya mezin çênebûye çimkî kesên payebilindtir mane ku bên girtin.
Amerîka bi awayekî rasterast tevlî operasyonê nebûye lê Xezîneya Amerîkayê agahiyên temam dane Îraqê da ku gavên cidî biavêje.
Alîkarî bi awayekî bûye ku agahî li ser wan kesan jî dane ku alîkariya komên çekdar dikin."
Diyar Kurde destnîşan kir hinek birêvebirên gelekî payebilind hene ku heta di nava hikûmeta Zeydî de jî cih digirin û divê ew rûbirûyî wan bibe û got:
"Pakêteke wan a cezayan hebû lê ji ber serdana Tom Barrack hat bipaşxistin. Ednan Cumeylî dê bandorê li ser pêwendiyên Îraq û Amerîkayê bike çimkî di lîsteya kesên cezakirî de bûye.
Fişareke mezin li ser hikûmeta Îraqê tê kirin da ku van daxwazan bi cih bîne ta ku şefafiyet bigihe lûtkeyê û êdî derfet ji bo gendeliyê nemîne."
Ev pêngav di demekê de ye ku pêvajoya siyasî ya Îraqê rastî guherînên mezin tê.
Peyama Amerîkayê ya 24ê Nîsana borî ji aliyê Şîeyan ve wisa hat xwendin ku mebesta wan redkirina Basim Bedrî û Îhsan Ewadî ye ku du namzedên hevrik ên eniya Hevpeymaniya Avakirin û Bipêşxistinê û Dewleta Qanûnê bûn.
Du rojan piştî wê, Nûrî Malikî û Mihemed Şiya Sûdanî li mala serokê Desteya Heşdî Şebiyê Falih Feyad civiyan û li ser Elî Zeydî gihiştin lihevtêgihîştinekê ku zêdetir bi razîbûna Malikî bû.


