Hewlêr (Rûdaw) - Dîtina bi milyonan dolaran a li malên berpirsan, xelkê Îraqê şok kiriye.
Berê bêbelge qala gendeliyê bihata kirin lê niha xelk bi belge qala wan milyar dînarên dikin ku tenê li mala berpirsekî hatine girtin.
Elî Îdamiyê ku malnişînekî Îraqî ye, bi tundî gendelî rexne kirin û got:
“Eger tenê li mala alîkarekî wezîr ew qasî pere, zêr û otomobîl hatibin girtin, gelo yên din çi qas birine?
Mala alîkarê wezîrekî bi qasî pereyê welatekî ye."
Tenê li mala Ednan Cumeyliyê Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Îraqê dest danîn ser 98 milyar dînaran, 11 milyon dolaran, 3 kîlo zêr, 20 otomobîlan û 70 milkan.
Ev amar bes e da ku eşkere bibe ka çawa trîlyon dînarên Îraqê ji milkê giştî bûne samana kesane.
22 berpirs hatine desteserkirin
Atwan Etwaniyê Serokê berê yê Komîteya Darayî ya Parlamentoyê, amaje bi wê yekê kir ku qebareya gendeliyê gelekî mezin e û got:
"Hejmar û amarên cuda li ser pereyan hene lê bi her awayî be qebare gelekî mezin e.
Rêbazên yasayî dê bi ser hemû kesan de werin pêkanîn. Dibe ku dem pêwîst be lê Îraqê li ser têkoşîna dijî gendeliyê û spîkirina pereyan îmze kiriye."
Heta niha di çarçoveya vê pêngavê de 22 berpirs û parlamenter hatine desteserkirin.
Li gorî lêkolînên Komîteya Destpakiyê, tenê di 10 dosyeyên diyarkirî de bi qasî 6 milyar dolaran gendelî hatiye kirin.
Dosyeyên mezin ên gendeliyê
Endamê Komîteya Destpakiyê Heyder Muhan qala curê wan dosyeyên ku şandine dadgehê kir û got:
“Wan dosyeyên ku me temam kirine me dan dadgehê. 10 dosyeyên girîng û cuda bûn, wekî dosyeyên hilberînê, xanî û zeviyan û bicihkirina projeyan û dosyeya gendeliyê.
Di rastiyê de miqdarê pereyî di navbera 2, 4 û 6 milyar dînaran de ye û lêpirsîna li ser wan didome."
Par, Desteya Destpakiyê ya Îraqê ragihandibû ku 31 hezar dosyeyên gendeliyê li dadgehan hatine qeydkirin.
Her çend heta niha encamên piraniya van dosyeyan û çarenivîsa tam a "Diziya Sedsalê" bi zelalî ji bo raya giştî eşkere nebûbin jî xelkê Îraqê li benda gavên cidîtir e da ku serwet û samana wan a talankirî vegere.


.jpg&w=3840&q=75)