Hewlêr (Rûdaw) - Bi serdana Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ya Washingtonê re û civîna wî ya bi Donald Trump re bû sedema nerazîbûnan hinek komên çekdar ên Îraqê.
Wan komên çekdar ragihand ku ew çekên xwe danaynin.
Li gorî biryarê, di serdana Elî Zeydî de dê 15 peymanên girîng ên aborî û enerjiyê werin îmzekirin.
Lê belê pirsa çekan û komên çekdar dê bibe mijareke aloz a dan û standinan.
Ew beşa "Bereya Berxwedanê" ya ku heta niha çekên xwe radestî dewletê nekirine, ne tenê li dijî peymanên ewlehî û siyasî ne, ew peymanên aborî jî wekî "dagirkeriya aborî" bi nav dikin.
Heta ew komên Heşdî Şebiyê yên ku piştgiriyê didin Elî Zeydî jî ji zêdebûna serdestiya Amerîkayê ya li Îraqê dilgiran in.
"Pêwîst e çareserî navxweyî be"
Berdevkê Hevpeymaniya Xedematê (ku girêdayî Ketayîbî Îmam Elî ye) Husam Rubeyî ji Rûdawê re axivî û got:
"Pêwîst e çareseriya vê mijarê niştimanî û navxweyî be û nabe destê derve tê de hebe. Pêwîst e hikûmeta Îraqê bi vîna xelkê vê rewşê çareser bike."
Di heman demê de, Parlamenterê Hevpeymaniya Bedirê Hamid Mûsewî diyar kir ku ew piştgiriyê didin serweriya Îraqê û wiha pê de çû:
"Em hêvîdar in serdan serkeftî be, bi mercê ku Amerîka pêbendî daxwazên niştimanî yên Îraqê yên wekî parastina serweriyê bibe.
Em qebûl nakin ku Îraq bibe qada dijberiyan, bi taybetî di demekê de ku li herêmê alozî hene."
Bexdayê çav berdaye şirketên Amerîkayê daye
Ji aliyê aborî ve, hikûmeta Îraqê dixwaze bi rêya 15 peymanên cuda, şirketên mezin ên Amerîkayê di sektorên jêrxan û enerjiyê de bikişîne Îraqê.
Parlamenter Amir Ebdulcebar bal kişand ser girîngiya vê pêwendiyê û got:
"Pêwîstiya me bi vekirina pêwendiyên aborî û ewlehiyê heye da ku em asayîşa welêt biparêzin.
Lê divê peyman bi awayekî bin ku berjewendiyên her du welatan biparêzin."
Petrola Îraqê û serdestiya Washingtonê
Niha dahata firotina petrola Îraqê di bin kontrola Washingtonê de ye û diçe Banka Navendî ya Amerîkayê.
Bexda çaverê dike ku bi anîna şirketên mezin ên wekî Chevron, Halliburton, HKN û KBRyê, rola Amerîkayê di dîtin, hilberîn û hinartina petrolê de zêdetir bike.
Ev jî gavek e ku komên çekdar bi guman lê dinêrin.
Mijarên sereke yên serdana Zeydî ya Amerîkayê ev in:
Pirsa çekan: Çarenivîsa komên çekdar û bêçekkirina wan.
Aborî: Îmzekirina 15 peymanan di sektorên cuda de.
Enerjî: Anîna şirketên mezin ên petrol û gazê ji bo Îraqê.
Serwerî: Parastina Îraqê ji aloziyên herêmî.
Ev serdan di demekê hestiyar de tê kirin ku Îraq di navbera zexta komên çekdar ên navxweyî û pêwîstiya welêt bi piştgiriya aborî û siyasî ya Amerîkayê de, di bin ceribandineke dijwar de ye.


