Hewlêr (Rûdaw) - Heşdî Şebiyê ragihand di êrişên hevbeş ên Amerîka û Siûdiyê de herî kêm 20 çekdarên wan mirine û 32 çekdar jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya Heşdî Şebiyê de hat gotin ew êrişî baregehên wan ên fermî yên li parêzgehên Bexda, Wasit, Nînowa (Mûsil), Besre, Kerkûk, Kerbela û Diyaleyê hatiye kirin.
Her wiha hat diyarkirin ku di êrişan de zerereke cuda ya madî gihîştiye baregeh, otomobîl û kel û pelên leşkerî.
Dibe ku hejmara miriyan zêde bibe
Heşdî Şebiyê ragihand ku komîteyên pispor ji bo nirxandina zereran û kontrolkirina agahiyan xebatên xwe yên li qadê didomînin û eger heye ku hejmara mirî û birîndaran zêde bibe.
Amerîka û Siûdiyê ragihand ku wan wekî bersiva êrişên li ser hêzên Amerîkayê û qadên petrolê yên Siûdiyê, komên çekdar ên nêzîkî Îranê yên li Îraqê kirine armanc.
Tohmetên Siûdiyê hatin redkirin
Êrişên Amerîka û Erebistana Siûdî piştî wê yekê hatin ku Riyadê ragihandibû wan çend dron xistine xwarê ku li rojhilatê welêt qadên petrolê kiribûn armanc.
Siûdiyê ji bo vê yekê komên ser bi Îranê yên li Îraqê tohmetbar kiribûn.
Lê belê wan komên çekdar tohmetên Siûdiyê bi rengê "çêkirî" bi nav kiribûn û hişyarî dabû Riyadê ku êrişî Îraqê neke.
Heşdî Şebiyê di daxuyaniyeke xwe de, ew êrişa Amerîka û Siûdiyê bi awayê "aloziyeke xeternak, binpêkirina serweriya Îraqê û êrişa li ser saziyên ewlehiyê yên fermî" bi nav kiribû.
.webp&w=3840&q=75)


