Hewlêr (Rûdaw) - Encumena Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê bi serokatiya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî civiya.
Civîn ji bo nirxandina êrişên Amerîka û Erebistana Siûdî yên li ser baregehên Heşdî Şebiyê hat lidarxistin.
Encumenê biryar da ku ji bo parastina serweriya Îraqê planeke ewlehiyê ya "bihêz" were amadekirin.
Her wiha hat destnîşankirin ku ew dê rê nedin gef li welatên cîran werin xwarin.
Hikûmetê bangî hemû aliyan kir ku ji bo parastina aramiya herêmê ji gavên tund ên ku xebatên sepandina yasayê asteng dikin dûr bikevin.
Amerîka û Erebistana Siûdî vê sibehê li 7 parêzgehan êrişî baregehên Heşdî Şebiyê kir.
Di van êrişan de 20 çekdar hatin kuştin û zêdetirî 32 çekdaran jî birîndar bûn.
Erebistana Siûdî roja berê komên çekdar ên Îraqî bi êrişkirina ser axa xwe tohmetbar kiribûn.
Vekişîna Koalîsyona Navneteweyî
Serokwezîrê Îraqê ji Wezareta Karên Derve ya Îraqê xwest ku li gorî peymanên navneteweyî rêkarên yasayî bide destpêkirin.
Zeydî tekez kir ku ew dê peymana ewlehiyê ya ji bo vekişîna Koalîsyona Navneteweyî ya heta dawiya Îlonê bi cih bînin.
Her wiha xebatên ji bo temamkirina plana kontrolkirina çekan a di bin destê dewletê de dê berdewam bikin.



