Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ferman da ku ji bo çek tenê di bin kontrola dewletê de bin projeyasayek were amadekirin.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Îraqê (INA), Zeydî li Bexdayê bi Serokê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoyê Xalid Ubeydî re rûniştiye.
Di hevdîtinê de rewşa welêt, xebatên yekîneyên ewlehiyê yên ji bo parastina aramiyê, parastina sînoran û qada asmanî ya li hemberî gefên cuda hatine gotûbêjkirin.
"Gefên çekên bê kontrol"
Zeydî ferman da ku "li gorî rêkarên destûrî ji bo komkirina çekan a di bin kontrola dewletê de projeyasayek were amadekirin” û diyar kir ku "metirsiya herî mezin a li ser dewletê çekên bê kontrol in."
Wî anî zimên ku ev rewş serweriya qanûnê qels dike û otorîteya saziyên ewlehiyê kêm dike.
Zeydî bal kişand ser girîngiya xurtkirina pêgeha dewletê ya ji bo peydakirina aramiya navxwe.
Serokwezîrê Îraqê destnîşan kir ku divê di navbera dezgehên bicihhêner û yasadanînê de hevahengî û hevkarî zêde bibe û diyar kir ku ev yek “ji bo xurtkirina aramiyê, derxistina yasayan û dabînkirina zemîna yasayî ya ji bo bernameyên hikûmetê girîng e.”
Xebatên komkirina çekan
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan 3yê Hezîranê ragihandibû ku ji bo komkirina çekan komîteyek hatiye avakirin û wê dest bi karên xwe kiriye.
Hebûna çekên li derveyî kontrola saziyên dewletê li Îraqê yek ji pirsgirêkên sereke yên ewlehî û siyasî ye.
Li welêt hinek komên çekdar di bin banê Heşdî Şebiyê de û hinek jî serbixwe çalakiyan dikin.
Hikûmeta Îraqê armanc dike ku ji bo “xurtkirina aramiya navxwe” û “rêlibergirtina bandorên aloziyên herêmî” hemû çekan bixe bin kontrola dewletê.
Tê çaverêkirin ku ev xebatên komkirina çekan heta dawiya îlonê bi dawî bibin.



