Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê ragihand, hikûmeta wî ji bo ku pêşniyaryasaya Heşdî Şebiyê bişîne Parlamentoya Îraqê dixebite.
Her wiha diyar kir ku Îraq piştî derbaskirina qonaxa parastina serweriyê, derbasî qonaxa avakirinê bûye.
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî di dema civîna xwe ya bi serok û endamên Fraksiyona Bedrê ya li Parlamentoya Îraqê re de ragihand:
"Heşdî Şebî ji bo hikûmetê xwedî girîngiyeke taybet e û wekî beşeke sereke ya hêzên çekdar miamele pê re tê kirin."
Parlamentoya Îraqê sala 2016an yasayek ji bo Desteya Heşdî Şebiyê derxistibû lê pişt re biryar hat dayîn ku yasa were guhertin da ku xizmet, îmtiyaz û desthilata wê desteyê diyar bike.
Lê belê pêşniyaryasa di xula borî de beriya ku deng li ser were dayîn ji aliyê hikûmetê ve hatibû vekişandin.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriya Îraqê, Elî Zeydî gotiye:
"Hikûmet dê rêkarên xwe bidomîne da ku pêşniyaryasaya Heşdî Şebiyê bişîne parlamentoyê ji bo ku were pesendkirin."
“Îraq derbasî qonaxa avakirinê bûye”
Elî Zeydî diyar kiriye:
"Projeya hikûmeta me li ser bingeha avakirina dewletekê ye ku xwedî aboriyeke bihêz be.
Pêwîst e çareseriyên rîşeyî û avaker ji bo pirsgirêkan werin dîtin, ne ku werin rawestandin an jî ji bo demeke din werin bipaşxistin."
Wî her wiha amaje pê kiriye ku Îraq niha piştî derbaskirina qonaxa parastina serweriyê, "derbasî qonaxa avakirinê bûye."
.webp&w=3840&q=75)


