Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Fermanderê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sabah Nûman destnîşan kir ku dê Herêma Kurdistanê jî ji pergalên parastina asmanî yên ku Îraq bi pêş dixe para xwe bistîne.
Nûman ji Rûdawê re axivî û got, “Herêma Kurdistanê parçeyekî xaka Îraqê ye.
Pêkanîna ewlehî û parastina herêmê, erkê serweriyê yê hikûmeta navendî û hêzên ewlehiyê yên Îraqê ye.”
Nûman da zanîn ku dê Herêma Kurdistanê ji pergalên parastina asmanî sûdê wergire.
Wî her wiha diyar kir ku dê herêm ji wan pergalên din jî sûdê wergire ku dê şiyana Pêşmerge û hêzên parastina sînorên herêmê zêde bikin.
Ji bo pergala parastina asmanî peyman hatin îmzekirin
Nûman eşkere kir ku Îraqê ji bo bipêşxistina şiyana xwe ya parastina asmanî bi gelek şirket û welatan re peyman îmze kirine.
Li gorî daxuyaniya Nûman, Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ferman daye ku dema plana parastina asmanî ji 6 salan dakeve 3 salan.
Nûman da zanîn ku dê di demeke nêzîk de pergalên bipêşketî yên parastina asmanî werin sazkirin.
"Dê ji bo mayîna çekan a li derveyî dewletê ti hincet nemîne"
Nûman li ser komkirina çekên li Îraqê yên di bin kontrola dewletê de jî axivî.
Nûman diyar kir ku bi bidawîbûna erka Koalîsyona Navneteweyî ya li Îraqê di 30ê Îlonê de, dê hincetên hinek komên çekdar ên ji bo hilgirtina çekan ji holê rabin.
Nûman bal kişand ser wê yekê ku diyaloga bi komên çekdar re didome û ew li dijî şerê navxweyî ne.
Wî diyar kir ku li welêt biryara şer tenê dikare ji aliyê Fermanderê Giştî yê Hêzên Çekdar û hêzên siyasî ve were dayîn.
Ji bo êrişa li dijî ofîsa Mesrûr Barzanî komîteya lêpirsînê
Nûman behsa armancgirtina ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî kir.
Wî eşkere kir ku Serokwezîrê Îraqê ferman daye ku derbarê bûyerê de komîteyeke veşartî ya lêpirsînê were avakirin.
Nûman da zanîn ku dê komîte bi saziyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê re di nava hevahengiyê de bixebite.
Nûman li ser vê yekê got, “Ji bo eşkerekirina faîlên êrişê û ducarenebûna bûyerên wiha dê karên pêwîst werin kirin.”
.webp&w=3840&q=75)

