Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ragihand ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî dê ji Îraqê vekişin û got, "Em dê 30ê Îlonê li hemû axa Îraqê serweriya xwe îlan bikin."
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî îro li Bexdayê beşdarî çalakiyeke Weqfa Sunnî ya Îraqê bû.
Ev çalakî bi helkefta rojbûna Pêxember Mihemed hatibû lidarxistin.
Elî Zeydî di vê çalakiyê de axivî û diyar kir ku ew ji roja hatine ser peywirê ve dixebitin da ku Îraqê wekî welatekî xwedî serweriyeke temam ji nû ve ava bikin.
Wî destnîşan kir ku bernameya hikûmetê li ser "avabûn, reform, têkoşîna li dijî gendeliyê û xurtkirina jîngeha kar a berhemdar" hatiye avakirin.
Zeydî anî zimên ku ew giringiyê didin xurtkirina saziyên ewlehiyê yên ku di çarçoveya destûrê de dixebitin.
"Nabe ku Îraq zererê bide kesên din"
Serokwezîrê Îraqê spasiya merceyên olî yên li Necefê û hemû saziyên olî yên li welêt kir.
Wî da zanîn ku ev sazî bang dikin da ku ewlehiya Îraqê û gelê wê were parastin, aştiya civakî pêk were û hiqûq li ser her kesî wekî hev were bicihkirin û got:
"Nabe ku Îraq bibe baregehek ji bo ku zererê bide kesên din."
Vekişîna hêzên Koalîsyonê
Zeydî da zanîn ku dê hêzên Koalîsyona Navneteweyî 30ê Îlonê ji Îraqê vekişin.
Zeydî got, "30ê Îlonê dê Îraqî li hemû axa pîroz a Îraqê serweriya xwe bi temamî îlan bikin."
Serokwezîrê Îraqê diyar kir ku aloziyên li herêmê yên ku demeke dirêj e didomin, li welatên Ereb û Îslamî dibin sedema parçebûnan.
Wî got divê ji bo biryar û helwestên hevpar ên ku xizmeta gelan dikin, ew pêbendî wan nirxan bibin ku di peyama Pêxember de hene.
.webp&w=3840&q=75)


