Hewlêr (Rûdaw) - Emîndarê Giştî yê Esaîb Ehlî Heqê Qeys Xezelî ragihand ku Amerîkayiyan ji wan xwestiye beşek ji çekên xwe yên stratejîk radestî artêşa Îraqê bikin lê wan ev pêşniyar red kiriye.
Qeys Xezelî her wiha eşkere kir ku ew çekên xwe wekî Elewiyên li Sûriyeyê û PKKyê radest nakin û got:
"Mihemed Şiya Sûdanî baca piştgiriya Îranê da û ji ber vê yekê nekarî cara duyem bibe serokwezîr."
Qeys Xezelî ji medyaya fermî ya Îraqê re axivî û da zanîn ku 30ê Îlonê xwedî girîngiyeke mezin e.
Li gorî gotina Xezelî, ev dîrok dikare di aramiya dewleta Îraqê û derbaskirina encamên êrişa Îsraîlê ya li ser Komara Îslamî ya Îranê de bibe gaveke diyarker.
Xezelî diyar kir ku sînordarkirina çekan di destê dewletê de pirsgirêkeke girîng e û daxwaza her welatî û aliyekî siyasî aramiya dewletê ye.
Xezelî anî zimên ku eger hêzeke siyasî beşek ji dewlet û pêkhateya hikûmetê be, komkirina çekan a di çarçoveya dezgehên dewletê de di berjewendiya wê de ye.
Biryar e 30ê Îlonê hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê hêzên xwe ji Îraqê vekişînin.
Vekişîna van hêzan yek ji mercên sereke yên hinek komên çekdar ên Şîe bû ku çekên xwe bixin bin kontrola dewletê.
"Em wekî PKKyê çekan radest nakin"
Qeys Xezelî amaje pê kir ku di navbera danîna çekan û radestkirina wan de cudahiyeke mezin heye û pê de çû:
"Em radestkirina çekan bi wî awayê ku Elewiyên li Sûriyeyê û PKKyê kir red dikin.
Her kesê ku bi vî rengî çekan deyne, bila xwe amade bike ku rih û simbêlên wî werin kurkirin."
Emîndarê Giştî yê Esaîb Ehlî Heqê ragihand ku çekên çêkirî yên berxwedanê hene û li ser wan çekan xwedî tecrubeyeke bilind in.
Xezelî got ku divê sedema sereke ya çeknedanîna hinek koman were çareserkirin ku ew jî hebûna artêşa biyanî ye.
Amerîka wan komên çekdar ên Şîe yên nêzîkî Îranê bi êrişkirina li ser berjewendiyên xwe yên li Îraq û herêmê tohmetbar dike.
Esaîb Ehlî Heq yek ji wan koman bû ku biryar da pêwendiyên xwe bi hêzên xwe yên di nav Heşda Şebiyê de qut bike da ku çek bikevin bin kontrola dewletê.
Qeys Xezelî eşkere kir ku dan û standinên li ser sînordarkirina çekan ne bi aliyê Amerîkayê re lê bi hikûmeta Îraqê re hatine kirin.
Xezelî got ku bi rêya navbeynkarekî peyamek ji Amerîkayiyan gihîştiye wan û tê de ji Esaîb Ehlî Heqê xwestine ku beşek ji çekên xwe yên stratejîk radestî artêşê bikin da ku vetoya li ser wan rabe.
Xezelî anî zimên ku bersiva wan ew bûye ku divê kontrolkirina çekan a di destê dewletê de biryareke niştimanî be.
Xezelî li ser Hêzên Pêşmergeyan jî daxuyanî da û diyar kir ku Pêşmerge hêzeke fermî ye lê di bin fermandariya siyasî ya Herêma Kurdistanê de ye û rasterast bi Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê ve ne girêdayî ye.
Xezelî got divê Pêşmerge pêbendî rênimayên Fermandarê Giştî be û serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê pêwendiya xwe bi Pêşmergeyan re bibire.
"Sûdanî baca piştgiriya Îranê da"
Qeys Xezelî bal kişand ser pêwendiyên bi Tehranê re û got:
"Îraq ji ber sedemên cografî, dîrokî û civakî her tim di rêza pêşîn a piştgiriya Îranê de bûye.
Mihemed Şiya Sûdanî ji ber helwesta piştgiriya Îranê baceke giran da û nekarî cara duyem bibe serokê hikûmetê."
Emîndarê Giştî yê Esaîb Ehlî Heqê her wiha destnîşan kir ku Amerîka û welatên Rojava heta niha bi guman li Îraqê dinêrin û hikûmeta Elî Zeydî di çavê wan de di bin ceribandinê de ye.
Xezelî anî zimên ku hikûmetê çend caran daxwaza pereyê neqdî kiriye lê wan tenê 500 milyon dolar dane wan.


