Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Ragihandin û Medyayê ya Îraqê (CMC) ji bo ku aboneyên Korek Telecomê hesabên xwe yên dîjîtal biparêzin heta dawiya îlonê dem da wan.
Komîsyonê ragihand ku piştî bidawîhatina vê demê, ew dê li Bexda û parêzgehên din ên Îraqê dest bi girtina navend û stasyonên ragihandinê yên Korek Telecomê bikin.
Di daxuyaniya CMCyê de bangî wan aboneyan hat kirin ku ji bo kodên piştrastkirinê, tesdîqkirina nasnameyê yan jî vegerandina hesaban xetên Korekê bi kar tînin û hat xwestin ku beriya bidawîbûna vê demê tedbîran wergirin.
Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku piştî girtina santralên Korekê, dê xizmetguzariyên girêdayî stasyonên şirketê asteng bibin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Komîsyon teqez dike ku piştî bidawîhatina dema diyarkirî, di çarçoveya tedbîrên yasayî û rêkxer ên li dijî şirketê de, dê gav bi gav dest bi girtina santral û navendên ragihandinê yên Korek Telecomê yên li Bexdaya paytext û parêzgehên din ên Îraqê were kirin."
Nakokiya demdirêj a yasayî û darayî
Ev gav di navbera saziya rêkxer û Korekê de li ser pabendbûnên yasayî û darayî yên şirketê, piştî nakokiyeke ku demeke dirêj e didome hat avêtin.
Piştî ku komîsyonê ji ber pabendbûnên darayî yên nehatine dayîn ceza li ser şirketê sepandin, dawiya sala 2023yan di xizmetguzariyên Korekê de qutbûn çêbûbûn.
Komîsyonê xizmetguzariyên înternetê yên şirketê yên li derveyî Herêma Kurdistanê sînordar kiribûn û li seranserê Îraqê jî pêwendiyên bi torên din re qut kiribûn.
Dawiya tebaxê dadgeheke Bexdayê ew biryara tedbîrî rakiribû ku bi awayekî demkî rê li ber biryara CMCyê ya rawestandina xebatên Korekê digirt.
Bi vî awayî dadgehê biryar da ku komîsyon dikare tedbîrên li hemberî şirketê bidomîne.
"Deynê zêdetirî 2 trîlyon dînaran"
Serokê CMCyê Belîx Ebû Kelal berê ji Rûdawê re ragihandibû ku Korek "pabendî biryarên komîsyonê nabe" û "her du alî ketine rêyeke teng."
Ebû Kelal da zanîn ku nakokî "bi temamî teknîkî ye" û eşkere kir ku zêdetirî 2 trîlyon dînaran (1,5 milyar dolar) deynê Korekê ji komîsyonê heye û ji milyarek dolarî zêdetir jî deynê derve yê şirketê heye.
"Ne banga betalkirina hejmaran e"
CMCyê di daxuyaniya xwe ya dawî de eşkere kir ku ev tedbîrên hatine wergirtin nayê wê wateyê ku bikarhêner sîm kartên xwe yên Korekê tune bikin yan dev ji hejmarên xwe yên niha berdin.
Komîsyonê got, "Ev tedbîr nayê wateya bangekê ku bikarhêner sîm kartên xwe yên Korekê ji holê rakin yan dev ji hejmarên xwe berdin."
Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin ku dema pêvajoya yasayî û rêkxer a derbarê şirketê de didome, armanca wan ew e ku derfeteke têrker bidin aboneyan da ku hesabên xwe yên dîjîtal biparêzin.



