Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan diyar kir ku divê pêwendiyên aborî, siyasî û çandî yên di navbera welatê wî û Herêma Kurdistanê de bihêztir bibin.
Pizîşkiyan her wiha da zanîn ku ew amade ne bi rêya guftûgo û diyalogê her pirsa li gel welatên cîran çareser bikin.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro li Tehranê bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî re civiya û qala pêwendiyên navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê kir.
Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku pêwendiyên dîrokî, çandî û civakî yên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de kevnar in û got:
"Ji bo Komara Îslamî ya Îranê xwedî girîngiyeke taybet in û pêwîst e bên bipêşxistin."
Pêwendiyên kûr ên gelên herêmê
Serokkomarê Îranê di beşeke din a axaftina xwe de bal kişand ser pêwîstiya xurtkirina hevahengî û nêzîkbûna welatên herêmê û anî zimên:
"Em di wê baweriyê de ne ku gelên herêmê xwedî pêwendiyên kûr û kevnar in.
Divê bi piştgêrîkirina li ser van hevpariyan, rêya hevkarî, aramî û bipêşketinê xweş bikin."
Mesûd Pizîşkiyan hebûna Amerîkayê ya li herêmê wekî "destwerdana" di kar û barên welatan de bi nav kir û got:
"Ew bi rêya çêkirina nakokî û pevçûnên di navbera gelên herêmê de hewl didin şiyanên welatan lawaz bikin û dest deynin ser çavkanî û samanên wan.
Ji ber vê yekê divê em bi zêdekirina hevahengî û guftûgoyê, zemîna nearamî û nakokiyan kêm bikin."
Dan û standina li gel cîranan
Serokkomarê Îranê amadebûna welatê xwe ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi welatên cîran re bi rêya diyalog û dan û standinan nîşan da û got:
"Eger hinek alî xwedî daxwazên rewa bin, em amade ne di çarçoveya lihevtêgihiştin û rêzgirtina dualî de li pey pirsgirêkan biçin û çareseriyê ji wan re bibînin.
Di heman demê de em li bendê ne ku hemû alî pabendî prensîbên cîrantiya baş bin û xwe ji zêdegavî û kiryarên nerast dûr bixin."
Êrişên li ser Herêma Kurdistanê
Ev daxuyaniyên Mesûd Pizîşkiyan di demekê de ne ku ji destpêka şerê 40 rojî ve ku 28ê Sibata îsal dest pê kiribû, hêzên çekdar ên welatê wî gelek caran bi hinceta ku zererê didin berjewendiyên Amerîkayê û partiyên Rojhilatê Kurdistanê, bi mûşek û dronan êrişî deverên cuda yên Herêma Kurdistanê kir.
Li gorî lêkolîn û amarên Tora Medyayî ya Rûdawê, ji 28ê Sibatê heta 15ê Îlonê, bi kêmanî bi hezar û 2 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.



