Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Zîqarê ya Îraqê serokê eşîrekê di daweta kurên xwe de gelek ajel kirin qurbanî.
Daweta 2 kurên serokê eşîreke navdar a parêzgeha Zîqarê ya li başûrê Îraqê, ji ber beşdariya bi hezaran mêvanan û serjêkirina bi sedan pez, hêştir û xezalan wekî yek ji "mezintirîn dawetên li Îraqê" tê binavkirin.
Li bajarê Nasiriyeyê yê navenda parêzgeha Zîqarê daweta 2 kurên Serokê Eşîra El-Budûrê Şêx Heyder Fehed Abir hat sazkirin.
Di dawetê de bi sedan serokeşîr, kesayetiyên civakî û xelkê parêzgehên başûr û naverasta Îraqê amade bûn.
Li gorî agahiyên Rûdawê, amadehiyên vê dawetê ji beriya çend rojan ve dest pê kiribûn û sifreyeke bêhempa hat danîn.
Ji bo vê dawetê zêdetirî hezar û 500 pez, 250 hêştir û hejmarek xezal hatin serjêkirin ku wekî diyarî ji aliyê eşîrên din ên Îraqê ve hatibûn şandin.
Beroşên mezin li çolê hatin danîn
Di dawetê de bi dehan beroşên mezin li qadeke berfireh a çola Nasiriyeyê ji bo çêkirina birinc û goşt hatin amadekirin.
Mêvanên dawetê beriya xwarinê dest bi şahiyê kir û pişt re xwarin xwar.
Dîmenên dawetê li ser torên civakî yên Îraqê deng veda.
Dawetên bi vî rengî li Îraqê wekî sembola "camêrî, merdî û mêvandariya resen a eşîrên başûrê Îraqê" tên qebûlkirin.
Her wiha tê bawerkirin ku komkirina bi hezaran kesan a li dora sifreyekê, nîşaneya bihêzbûna pêwendiyên civakî ye.



