Hewlêr (Rûdaw) - Li Îraqê dê 6 welatiyên Fransayê yên endamên DAIŞê bidarizîne û berpirsyariya darizandina bi hezaran endamên gumanbar ên rêxistina DAIŞê jî digire ser milê xwe.
Çavkaniyeke dadgeriyê ya Îraqê ji AFPyê re ragihand ku biryar e îro 6 welatiyên Fransiz bên darizandin.
Girtîgehên Îraqê ku berê jî ji gumanbarên DAIŞê tijî bûn, ji par ve bi hezaran girtiyên din ji Sûriyeyê ji bo wan hatine veguhastin.
Nasnameya wan kesan hîn bi nezelalî maye lê ew beşek in ji komeke ji 47 welatiyên Fransiz ku par ji Sûriyeyê ji bo girtîgehên Îraqê hatibûn veguhastin.
Li gorî medyaya Fransayê, di nava wê koma mezin de Adrien Guihal jî heye ku sala 2016an li ser navê DAIŞê berpirsyariya êrişa bajarê Niceyê yê Fransayê girtibû ser xwe.
Sala 2014an DAIŞê beşeke mezin a axa Sûriye û Îraqê dagir kir û gelek komkujî pêk anîn.
Sala 2017an Îraqê bi piştgiriya hêzên navneteweyî serkeftina li dijî DAIŞê ragihand.
Her wiha Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 2 salan piştî wê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bi temamî dawî li serweriya erdnîgarî ya wê rêxistinê anî.
Mijareke cihê nîqaşê
Sala 2019an li Îraqê cezayê bidarvekirinê li 11 welatiyên Fransiz hatibû birîn lê pişt re cezayê wan guherî zindana heta hetayê.
Hinek komên mafên mirovan darizandina dosyeyên terorê yên li Îraqê wekî pêvajoyeke bi lez û bez û bêyî liberçavgirtina rêkarên durist ên yasayî bi nav kirine.
Li Fransaya ku bi berdewamî bûye armanca êrişên tundrewan, vegerandina gumanbarên DAIŞê û endamên malbatên wan mijareke cihê nîqaşê ye.
Roja pêncşemê hejmarek parêzerên Fransiz vegerandina wan welatiyên Fransiz ên ku li Îraqê girtî ne xwest û hişyarî da ku dibe rûbirûyî cezayê bidarvekirinê bibin.
Veguhastina girtiyên DAIŞê
Meha Sibatê, zêdetirî 5 hezar û 700 girtiyên DAIŞê yên ji zêdetirî 60 welatan ji aliyê Amerîkayê ve ji bo Îraqê hatin veguhastin, piştî ku bi salan di wan girtîgehên Sûriyeyê de bûn ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve dihatin birêvebirin.
Di nava wan de herî kêm 5 welatiyên Fransiz jî hebûn ku emrê hinekan ji wan di bin 18 saliyê de bû dema ku dayîk û bavên wan tevlî DAIŞê bûn.
Vê mehê desthilata dadgeriyê ya Îraqê ragihand ku lêpirsîna li gel wan temam kiriye û dosyeyên wan derbasî qonaxa darizandinê dibin.
Her wiha amaje pê kir ku zêdetirî 450 welatiyên Sûriyeyî tên berdan, piştî ku di lêkolînan de ti delîl nehatiye dîtin ku rêkarên yasayî li dijî wan bên girtin.
Meha Nîsanê jî Îraqê du girtiyên biyanî yên ji Fînlanda û Amerîkayê radestî welatên wan kirin.



