Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê toreke tawankaran têk bir ku li parêzgeha Musenayê bi rêya qulkirina boriya sereke, petrola xav didizî û qaçaxiya wê dikir.
Berdevkê Dezgeha Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Erşed Hakim ji Rûdawê re got:
"Di çarçoveya hewlên parastina samanên giştî û rûbirûbûna qaçaxiyê de, tîmên me toreke tawankaran têk bir ku ji boriyeke stratejîk a li parêzgeha Musenayê petrola xav didizî."
Operasyona ji Bexdayê heta Musenayê
Berdevkê dezgehê her wiha eşkere kir ku operasyon piştî komkirina agahiyên sixorî yên birêvebiriyên ewlehiyê yên Besre û Musenayê dest pê kiriye.
Tîmên dezgehê ji Bexdayê ve çavdêriya tevgera vê komê kiriye heta ku gihîştine cihê qaçaxiyê.
Li gorî zanyariyên Dezgeha Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê, di dema serdegirtinê de 4 gumanbar hatin girtin û dest li ser wan wesayîtan hat danîn ku ji bo veguhastina petrolê dihatin bikaranîn.
Boriya petrolê 270 metreyan di bin erdê re birine
Torê li nêzîkî boriya stratejîk a ku ji başûrê Îraqê ber bi Hedîseyê ve diçe, çewlîkek ji xwe re kiribû baregeh.
Lêkolînan nîşan daye ku wan boriya sereke li du cihan qul kiriye.
Wan bi boriyeke 270 metreyî ya di bin erdê re, petrol ber bi çewlîkê ve veguhastiye.
Her wiha wan kamyonên mîkser ên betonê guherandine û petrol di nav wan de veşartine da ku li xalên kontrolê guman li ser wan çênebe.
Dahata wan a mehane 500 milyon dînar bûye
Erşed Hakim got, "Lêkolînên destpêkê nîşan didin ku dahata mehane ya vê torê ya ji dizîna petrolê gihîştiye derdora 500 milyon dînarên Îraqê."
Hakim her wiha anî zimên ku ji ber zenggirtina cihê qulbûyî, diyar e ev kar demeke dirêj domiyaye.
Niha her du cihên qulkirî hatine çakkirin û tometbar jî ji bo darizandinê sewqî dadgehê hatine kirin.


