Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îraqê da zanîn ku piştî temambûna vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî, Îraq dê derbasî "qonaxeke nû" bibe û ji bo kontrolkirina çekan planeke nû tê bicihanîn ku heta Hezîrana 2027an bi dawî dibe.
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên di hevpeyvînekê de got ku bi vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî, Îraq dest bi qonaxeke nû dike.
Fuad Husên her wiha da zanîn ku dan û standinên bi serkirdeyên komên çekdar re yên li ser radestkirina çekan berdewam dikin.
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê destnîşan kir ku Bexda di vê dosyeyê de planeke nû pêşkêş dike û anî zimên:
"Pêvajoya sînordarkirin û komkirina çekan a di destê dewletê de heta Hezîrana 2027an bi dawî dibe."
Husên her wiha da zanîn ku mijara radestkirina çekan mijareke navxweyî ya Îraqê ye.
Cezayên li ser xeta asmanî ya Îranê
Fuad Husên di beşeke din a axaftina xwe de bal kişand ser rawestandina geştên asmanî yên bi Îranê re û eşkere kir ku Bexda ji bo dayîna destûrê ya pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji xetên asmanî yên Îranê re, mijara cezayan bi Amerîkayê re gotûbêj dike.
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê diyar kir ku hikûmeta Îraqê, Îran ji qedexekirina firînê agahdar kiriye.
Fuad Husên da zanîn ku ev yek li gorî cezayên nû yên Amerîkayê ye ku sektora hewavaniyê ya Îranê û wan şirket û aliyan dike armanc ên ku xizmetguzariyan didin balafirên Îranê yên di bin cezayan de.
Bandora şer û Tengava Hurmizê
Wezîrê Karên Derve li ser bandorên şer û aloziyên Îranê yên li ser herêmê û Îraqê hişyarî da û anî ziman:
"Aboriya Îraqê qurbaniya yekem a wî şerî ye ku niha Îran tê de ye."
Fuad Husên her wiha amaje bi hinartina petrolê kir û destnîşan kir ku Îraq bi hevahengiya li gel aliyê Amerîkî bi rêya Tengava Hurmizê hinartina petrola xwe didomîne.
Husên anî zimên ku aloziyên li Tengava Hurmizê ji bo Bexdayê çavkaniya dilgiraniyeke mezin in, ji ber ku Îraq wekî çavkaniya sereke ya dahata xwe pişta xwe dispêre hinartina petrolê.



