Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî bi sedema vekişîna hêzên Koalîsyonê peyamek belav kir û ragihand ku 1ê Çiriya Pêşîn a 2026an destpêka qonaxeke nû ye û ew dê çekên hemû komên ne Îraqî ji wan bistînin.
Zeydî da zanîn ku dê ev mijar heta 30ê Hezîrana 2027an bi temamî were çareserkirin.
Her wiha diyar kir ku ew dê çekên hemû komên çekdar ên ne Îraqî jî ji holê rakin.
“Serweriya tam a Îraqê”
Serokwezîrê Îraqê îro (1ê Çiriya Pêşîn a 2026an) di peyama xwe de got:
"Ez vê roja mezin li we pîroz dikim ku bi bidawîhatina erkê Koalîsyona Navneteweyî ya li Îraqê û vekişîna temam a hêzên wan bi rêya bejahî, asmanî û deryayî, destkefteke mezin a niştimanî ye."
Zeydî bi bîr anî ku “bi vê yekê re serweriya tam û giştî ya Îraqê hatiye misogerkirin.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê (Elî Zeydî) amaje pê kir ku “bidestxistina serweriya niştimanî destkefteke mezin e” û anî zimên ku "Ev yek bi kerema Xwedê û rola girîng a Merciyeta Bilind a Olî pêk hatiye.”
Li gorî gotina Serokwezîrê Îraqê, “xelkê dilsoz mil bi milê hemû hêzên çekdar bûye bingehê sereke yê têkoşîna li dijî DAIŞê.”
Heta Hezîrana 2027an…
Elî Zeydî li ser mijara çekan jî wiha gotiye:
"Roja 1ê Çiriya Pêşîn a 2026an dê bibe destpêkeke cidî ji bo çareserkirina mijara çekên li derveyî kontrola dewletê û pêbendbûna bi mafên destûrî.
Ev yek dê li gorî nexşerêyeke zelal û planeke demkî ya lihevkirî be ku ji 30ê Hezîrana 2027an derbas nabe."
Serokwezîrê Îraqê destnîşan kir ku hikûmet dixebite da ku çekên hemû komên çekdar ên ne Îraqî yên li ser axa Îraqê ji wan bistîne.
Zeydî daxuyand ku ev gav bi awayekî tê avêtin ku ewlehî û aramiya welêt bê parastin û sînor bikevin bin kontrolê.
Parastina asmanî û pêwendiyên cîrantiyê
Elî Zeydî li ser pêwendiyên bi welatên cîran re jî got ku hikûmeta Îraqê rê nade ax û asmanê welêt ji bo ti tevgera ku “gefê li aramiya welatên cîran bike” bibe dergeh yan xala destpêkê.
Wekî ku di peyama Serokwezîrê Îraqê de hatiye diyarkirin, hikûmeta Îraqê ji bo bihêzkirina serweriya asmanî ya welêt, dê bi rêya kirîna pergaleke temam a parastina asmanî piştgiriyê bide saziyên ewlehiyê.
Her wiha hikûmet dixebite ku Yasaya Heşdî Şebiyê derxe û pêgeha wê di nava pergala ewlehiyê de wekî beşeke bingehîn a di bin fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar de bi cih bike.
Elî Zeydî di dawiya peyama xwe de got ku “Îraq ber bi qonaxeke nû ve gavan diavêje da ku serweriya tam a niştimanî, aramiya civakî û bipêşketinê bi dest bixe” û şiyanên dewletê ji bo bipêşketineke domdar û baştirkirina jiyana welatiyan bi kar bîne.



