Hewlêr (Rûdaw) - Bi destpêkirina sala xwendinê ya 2026-2027an a li Îraqê, li gorî şopandineke Tora Medyayî ya Rûdawê perwerdeya bi zimanê Kurdî li Besra û beşeke mezin a Nînowa û Selahedînê bi temamî hatiye paşguhkirin, li Necef û Enbarê jî bi awayekî sînordar tê xwendin.
Li ser rewşa perwerdeya bi zimanê Kurdî ya li Bexdayê, Birêvebirê Giştî yê Perwerdeyê yê Bexdayê Dr. Felah Qeysî ji Rûdawê re ragihand:
"Rewşa perwerdeya bi zimanê Kurdî heta radeyekê baş e.
Berê jî me karmendên fermî ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî û Tirkmenî dabîn kirine lê niha tayînkirinên nû nînin û kêmasiya mamosteyan di hemû pisporiyan de heye, di Kurdî de jî."
Felah Qeysî li ser girîngîdayîna bi waneya zimanê Kurdî got:
"Ev yek bi birêvebirî û birêvebirên beşan ve girêdayiye. Her kêmasiyek hebe li ser wan tê hejmartin.
Di perwerdeya me ya li Bexdayê de girîngiyeke zêde pê tê dayîn.
Me her tim pêşangeh vekirine û salane ahenga Newrozê jî dikin."
Alîkarê Serokê Encumena Parêzgeha Besrayê Usame Seed ji Rûdawê re da zanîn:
"Tevî ku dema borî hatibû gotin ku dê biryara hikûmî were dayîn da ku waneya Kurdî wekî Îngilîzî û Erebî bibe waneyek lê bicihanîna vê yekê pêwîstî bi fermana wezaretê heye ku heta niha derneketiye.
Ji ber vê yekê niha li ti dibistanên fermî û heta li dibistanên taybet ên Besrayê jî waneya Kurdî nayê xwendin."
Li parêzgeha Necefê girîngî bi xwendina zimanê Kurdî tê dayîn.
Birêvebirê Ragihandinê yê Perwerdeyê yê Necefê Wîsam Raziqî ji Rûdawê re ragihand:
"Waneya zimanê Kurdî li Necefê heye û di nêzîkî 150 dibistanên parêzgehê de tê xwendin."
Wîsam Raziqî li ser mamosteyên waneyê jî got:
"Nêzîkî 30 mamosteyên me yên zimanê Kurdî hene.
Piraniya wan xelkê Necefê ne. Her wiha çend mamoste jî hene ku bi eslê xwe xelkê Herêma Kurdistanê ne û niha li Necefê dijîn û waneyan didin."
Enbar, Selahedîn û Nînowa: Pirsgirêka kêmasiya mamosteyan
Berdevkê Encumena Parêzgeha Enbarê Mueyed Dilêmî ji Rûdawê re anî ziman:
"Li polên çarem û pêncem ên amadehiyê yên dibistanên nimûneyî, her wiha li hinek dibistanên taybet li gel zimanên Îngilîzî û Tirkî zimanê Kurdî tê xwendin."
Mueyed Dilêmî sedema kêmbûna xwendina waneyê bi nebûna mamosteyan ve girê da û got:
"Ew mamosteyên ku niha li Enbarê waneya Kurdî didin ji Bexdayê hatine."
Perwerdeya bi zimanê Kurdî li parêzgehên Selahedîn û Nînowayê li derveyî Herêmên Kurdistanî nîne.
Berdevkê Parêzgeha Selahedînê Cemal Egab ji Rûdawê re ragihand ku ji bilî navçeya Xurmatûyê, li ti cihên din ên Selahedînê waneya Kurdî nayê xwendin û ew ji bo vê mebestê li benda biryara Bexdayê ne.
Her wiha Endamê Encumena Parêzgeha Nînowayê Ehmed Dûberdanî tekez kir ku di nava sînorên parêzgeha wan de ji bilî Şingal, Başîk û Mexmûrê li ti cihên din zimanê Kurdî nayê xwendin.
Herêmên Kurdistanî: 125 hezar xwendekar bi Kurdî dixwînin
Li gorî şopandinên Rûdawê, di nava sînorê Herêmên Kurdistanî yên li derveyî birêvebiriya Herêma Kurdistanê de tevî paşguhkirina berdan a Bexdayê, xwesteka li ser perwerdeya bi zimanê Kurdî bi awayekî berbiçav zêde bûye.
Hejmara xwendekaran gihîştiye nêzîkî 125 hezar xwendekarî.
Hemû erkê çapkirina pirtûkan, pêdivî û dabînkirina meaşên mamosteyan jî li ser milê Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê ye.
Kerkûk: Di 562 dibistanan de 105 hezar xwendekar
Li parêzgeha Kerkûkê, perwerdeya bi zimanê Kurdî 105 hezar xwendekar di nav 562 dibistanan de pêşwazî kirine.
Birêvebirê Beşa Perwerdeya bi zimanê Kurdî ya Kerkûkê Kameran Elî ji Rûdawê re ragihand:
"Ji ber zêdebûna hejmara xwendekaran, Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê îsal milyonek û 200 hezar pirtûk ji baxçeyê zarokan heta pola 12an dabîn kirine."
Kameran Elî eşkere kir ku heta niha hezar û 50 xwendekar ji xwendina Erebî derbasî perwerdeya bi zimanê Kurdî bûne û tê pêşbînîkirin ku ev hejmar zêdetir bibe.
Kameran Elî li ser astengiyan jî got:
"Pêwîstiya 100 dibistanan bi nûjenkirinê heye û 40 ji wan gelekî kevn in.
Her wiha 30-40 dibistan bi sîstema sê danan dixebitin.
Ji sala 2017an ve hikûmeta Îraqê alîkariya perwerdeya bi zimanê Kurdî nekiriye û heta dibistanek jî nûjen nekiriye."
Kameran Elî destnîşan kir ku ji 8 hezar û 200 mamoste û karmendên perwerdeya bi zimanê Kurdî ku hemû bi ser Herêma Kurdistanê ve ne, hezar û 100 ji wan bi girêbest dixebitin.
Di du salan de 500 mamoste malnişîn bûne bêyî ku kesek li şûna wan were tayînkirin.
Li Xurmatûyê ji ber malnişînbûnê krîza karmendan heye
Li navçeya Xurmatûyê ya parêzgeha Selahedînê hejmara xwendekarên perwerdeya bi zimanê Kurdî di 35 dibistanan de gihîştiye nêzîkî 5 hezar xwendekarî.
Birêvebirê Perwerdeya bi zimanê Kurdî yê Selahedînê Tariq Ehmed ji Rûdawê re ragihand:
"Mamoste bi 3 qonaxan li pey hev malnişîn bûn û heta niha kes li şûna wan nehatiye tayînkirin.
Vê yekê valahiyeke mezin di mamosteyên waneyan de çêkiriye, bi awayekî ku beşek ji xwendekaran ji xwendina hinek waneyan bêpar mane."
Tariq Ehmed her wiha got ku 450 mamoste bi ser Herêma Kurdistanê ve û 300 mamoste jî bi ser Bexdayê ve ne lê heta niha avahiyeke nû ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî nehatiye çêkirin.
Pênc dibistan di rewşeke gelekî xerab de ne û dibistanek jî bi sê danan perwerdeyê didin.
Şingal: Çar dan û negihîştina pirtûkan
Li navçeya Şingalê 15 hezar xwendekar di 70 dibistanên perwerdeya bi zimanê Kurdî de dixwînin lê ji ber nebûna avahiyên serbixwe, tenê 26 avahiyên wan hene û yên din di nav avahiyên dibistanên Erebî de perwerdeyê dibînin.
Birêvebirê Perwerdeyê yê Şingalê Meyser Hecî ji Rûdawê re ragihand:
"Li Şingalê dibistanên me hene ku du dan, sê dan û heta çar danan perwerdeyê didin.
Piraniya xwendekarên Kurd neçar in piştî nîvro perwerdeyê bidin."
Meyser Hecî eşkere kir ku hezar mamoste û karmendên wan bi ser Herêma Kurdistanê ve ne lê pirsgirêka herî mezin a îsal, ji ber astengî û rêkarên îdarî negihîştina pirtûkên xwendinê ye.
Tevî ku zengilê xwendinê hatiye lêdan jî heta niha pirtûk li xwendekaran nehatine dabeşkirin.



