Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan radigihîne ku ew kesên heqaret li alaya Amerîkayê kiriye hatine desteserkirin.
Berdevkê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan îro derbarê heqareta li alaya Amerîkayê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, li ser fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Zeydî, aliyên peywendîdar ew kes desteser kirin ku li Bexdayê heqaret li alaya Amerîkayê kiribû.
Lêpirsîn û rêkarên yasayî
Ev bûyer, di yek ji pêşandanên di çarçoveya çalakiyên "Roja Serweriyê" de qewimîbû.
Sebah Numan got, "Her kî tevlî vî karî bûbe, dê jêpirsîn pê re bê kirin."
Numan da zanîn ku dê li gorî yasa û normên dîplomatîk ên Îraqê rêkarên yasayî li hemberî wan kesan werin girtin.
Sebah Numan her wiha destnîşan kir ku hikûmeta Îraqê rêzgirtina li sembol û nûneratiyên dîplomatîk ên welatên dost ên li Îraqê, wekî erkekî yasayî û dîplomatîk dibîne.
Wî tekez kir ku her cure binpêkarin û heqaret di vî warî de dê bibe sedema cezayê yasayî.
Çi bûbû?
Hikûmeta Îraqê 30yê Îlona borî wekî "Roja Serweriyê" ragihandibû.
Ev roj hemdemî bi dawîbûna erkê leşkerî ya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Îraqê bû.
Bi vê boneyê li Bexda û parêzgehên din ên Îraqê gelek çalakî û pêşandanên leşkerî hatin lidarxistin.
Di yek ji çalakiyan de, otomobîleke leşkerî ya Heşdî Şebiyê wekî heqaretekê di ser alaya Amerîkayê re derbas bûbû.
Fermana komîteya lêkolînê
Her îro, Berdevkê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan ragihandibû:
"Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, îro fermana avakirina komîteyeke lêkolînê daye.
Armanca vê komîteyê ew e ku hûrgilî û sedemên wê binpêkirinê eşkere bike ku di çalakiyên 'Roja Serweriyê' de li hemberî alaya Amerîkayê çêbûye."
Numan her wiha got, "Serokwezîrê Îraqê ferman daye ku li hemberî binpêkar û kiryarên vî karî hemû rêkarên yasayî yên pêwîst werin girtin."
Wî da zanîn ku Serokwezîr tekez kiriye ku divê di demeke nêzîk de pêvajoya lêkolînê bi dawî bibe û encamên wê werin eşkerekirin.



