کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

ÎRAQ

Ketîbeyên Hizbulahê: Hatina Curf Sexrê dê di ser can û cesedê me re be

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

19-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran19-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Bexdayê 15 DAIŞiyên Fransiz hatin darizandin: Ji bo 6 kesan cezayê heta hetayê
ÎRAQ18-11-2026

Li Bexdayê 15 DAIŞiyên Fransiz hatin darizandin: Ji bo 6 kesan cezayê heta hetayê

DAIŞê li Nînowayê êrişî xaleke leşkerî kir
ÎRAQ15-11-2026

DAIŞê li Nînowayê êrişî xaleke leşkerî kir

Mesrûr Barzanî û Elî Zeydî civiyan: Mûçe, budce û êrişa li Kormorê hatin gotûbêjkirin
ÎRAQ09-11-2026

Mesrûr Barzanî û Elî Zeydî civiyan: Mûçe, budce û êrişa li Kormorê hatin gotûbêjkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Ketîbeyên Hizbulahê yên Îraqê gef li wan hêzan xwar ku dixwazin herin nahiyeya Curf Sexrê yê parêzgeha Babilê ya Îraqê û ragihand ku hatina wan dê "di ser can û cesedê me re be."

Berdevkê Ketîbeyên Hizbulahê her wiha peyameke tund da berpirsên li Herêma Kesk a Bexdayê û Serokê Amerîkayê Donald Trump.

Berdevkê Ketîbeyên Hizbulahê îro li ser rewşa nahiyeya Curf Sexrê got:

"Gelek xelkê me li Curf Nesrê bûye qurbanî û hatina ji bo Curf Nesrê dê di ser can û cesedê me re be."

Berdevkê Ketîbeyên Hizbulahê bal kişand ser kuştiyên koma xwe yên li wê herêmê û anî zimên:

"Em bi mêrxasî li hemberî zilmkarên berê û yên niha sekinîn. Me 200 şehîd û 850 birîndar dane."

Peyamek ji bo Trump

Di beşeke din a axaftina xwe de berdevkê komê êrişî aliyên li Herêma Kesk a Bexdayê û Serokê Amerîkayê Donald Trump kir û got:

"Yên ku xeyalan li Herêma Kesk belav dikin, bila ji Trumpê kêmhiş re bibêjin ku xwediyê vê axê em in."

Her wiha Berdevkê Leşkerî yê Ketîbeyên Hizbulahê Cafer Huseynî di peyameke cuda de êrişî berpirsên li Herêma Kesk kir û ji çekdarên koma xwe xwest ku çekên xwe biparêzin.

Cafer Huseynî di peyama xwe de wiha axivî:

"Yên li Herêma Kesk in xeyalan dibînin. Xwedê qenciyeke gelekî mezin daye me û îro deriyê cîhadê vebûye.

Wê derfetê bi şiyana xwe bi kar bînin û çekên xwe biparêzin.

Li hemberî dijminan gelekî tund bin û bi hev re jî nerm û dilovan bin."

Pirsên