کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Dadgeha Bilind a Federal / Wêne: Arşîv

Dadgeha Bilind a Federal / Wêne: Arşîv

ÎRAQ

Encumena Dadweriyê ya Îraqê ji Bexda û Hewlêrê xwest ku pêbendî destûrê bin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

25-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran25-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Wezîrê Parastinê yê Îraqê: Bila baregehên li nava bajaran bên valakirin
ÎRAQ25-11-2026

Wezîrê Parastinê yê Îraqê: Bila baregehên li nava bajaran bên valakirin

Elî Zeydî: Biryara me Îraqî ye û em rewayetiyê ji ti aliyên derveyî wernagirin
ÎRAQ25-11-2026

Elî Zeydî: Biryara me Îraqî ye û em rewayetiyê ji ti aliyên derveyî wernagirin

Li Musenayê cara yekem e li 45 dibistanan waneya Kurdî tê dayîn
ÎRAQ22-11-2026

Li Musenayê cara yekem e li 45 dibistanan waneya Kurdî tê dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Encumena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê ji hikûmeta federal a Îraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû hêzên siyasî xwest ku pêbendî xalên Destûra sala 2005an bin.

Encumenê tekez kir ku Dadgeha Bilind a Federal tenê aliyê desthilatdar e ku dikare bendên destûrê şîrove bike.

“Îraq dewleteke federal e”

Îro Encumena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Îraq dewleteke federal a yekgirtî û serbixwe ye. Sîstema desthilatdariyê tê de komarî, parlamentoyî û demokratîk e.

Garantiya vê yekê jî bendên Destûra sala 2005an in ku şîrovekirina xalên wê tenê di desthilata Dadgeha Bilind a Federal de ye."

Encumena Bilind a Dadweriyê bangî hikûmeta navendî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû hêzên siyasî yên pêwendîdar kir ku pêbendî naveroka destûrê bin.

Daxuyaniya Serokwezîriya Îraqê

Berê sibeha îro, Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî di daxuyaniyekê de destnîşan kir ku biryarên Îraqê "mijareke neteweyî ya xwerû ne."

Li gorî daxuyaniyê, hikûmet rewatî û hêza biryarên xwe ji helwest yan arasteyên ti welat û aliyekî derve nagire.

Ofîsa Serokwezîrê Îraqê da zanîn ku ew rêkarên hikûmet di nava sînorên navneteweyî yên naskirî yên Îraqê de digire ber xwe, ji îradeya wê ya serbixwe tên.

Her wiha hat diyarkirin ku hikûmet tenê xwe dispêre desthilatên destûrî û berpirsyariyên xwe yên yasayî.

Ofîsa Serokwezîrê Îraqê di daxuyaniyê de got, "Biryara me Îraqî ye, îradeya me niştimanî ye, çavkaniya me destûr û yasa ne. Berjewendiya bilind a Îraqê ew pîvan e ku helwest û gavên me diyar dike."

Alozî ji ber biryarên li ser dosyeya petrolê derketibû

Ev daxuyanî piştî wê yekê hatin ku roja sêşemê Bexdayê li ser dosyeya petrolê, qadên petrolê û deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê rêze-biryar û rêkarên îdarî, ewlehî û teknîkî derxistin.

Van biryarên Bexdayê nerazîbûn û bertekên tund ên serkirdayetiya Herêma Kurdistanê li pey xwe anîbûn.

Pirsên