Hewlêr (Rûdaw) - Çar serkirdeyên Îraqê civiyan û pişgirî da destpêşxeriya Serokê Encumena Bilind a Dadweriyê ku bi mebesta çareserkirina krîza destûrî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, 1ê Kanûna Pêşîn a 2026an diyalogeke niştimanî bê lidarxistin.
Wan her wiha xwest pejirandina bûdceya giştî ya 2027an û têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya petrolê bên bilezkirin.
Serokkomarê Îraqê Nizar Amêdî, Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî, Serokê Parlamentoya Îraqê Heybet Helbûsî û Serokê Encumena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê Fayîq Zêdan îro civiyan.
Diyaloga niştimanî ya li ser krîza destûrî
Li gorî daxuyaniyeke Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê, di civînê de li ser rewşa giştî ya welêt û wan dosyeyên ku ji bo rûbirûbûna astengiyan xwedî pêşengî ne, dan û standin hat kirin.
Di beşeke daxuyaniyê de li ser vê destpêşxeriya dadweriyê wiha hat gotin:
"Beşdarên civînê piştgirî da destpêşxeriya Serokê Encumena Bilind a Dadweriyê ku di 1ê Kanûna Pêşîn a 2026an de bi serpereştiya wî, bi amadebûna her çar serkirdeyan û bi mêvandariya beşek ji aliyên pêwendîdar an her aliyekî alîkar diyalogeke niştimanî bê lidarxistin.
Ev diyalog ji bo çareserkirina krîza destûrî ya di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye da ku li gorî destûrê çareserî bê dîtin."
Bûdceya 2027an û dahatên dewletê
Li ser dosyeya darayî û aboriyê, çar serkirdeyên Îraqê tekez kir ku pêwîst e di pejirandina bûdceya giştî ya federal a sala 2027an de lez were kirin.
Her wiha hat xwestin ku dan û standin û lihevtêgihiştin werin domandin bi rengekî ku mafên hemû parêzgehan û berjewendiya welatiyan li gorî destûr û yasayan bê misogerkirin û pêşengî ji bo xizmetguzariyan be.
Di civînê de tekezî li ser zêdekirina dahatên dewletê û curbecurkirina çavkaniyên wê hat kirin da ku di bin siya aloziyên li herêmê û bilindbûn û daketina hinartina petrolê ya cîhanî de, piştgirî ji bo aboriya niştimanî û pêdiviyên bipêşketinê bê dabînkirin.
Têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya petrolê
Di mijareke din a civînê de, pesnê wan rêkaran hat dayîn ku hikûmetê li devera Curf el-Nesirê girtine ber xwe.
Her wiha ji bo birêvebirina dosyeya ewlehiyê û çespandina aramiya li seranserê welêt, tekezî li ser girîngiya hevahengiya hêzên ewlehiyê û aliyên pêwendîdar hat kirin.
Her çar serkirideyîn Îraqê piştgiriya xwe ji bo gavên hikûmetê yên di rûbirûbûna gendeliyê û qaçaxçîtiya petrol û berhemên wê de ducare kir.
Wan destnîşan kir ku divê di navbera dezgehên çavdêrî, ewlehî û dadweriyê de hevahengî hebe da ku kesên destê wan di vî karî de heye li gorî yasayê werin darizandin û samana giştî û ya petrolê bê parastin.
Garantîkirina vegera koçberan
Di dawiya civînê de, çar serokatiyan biryar da ku hewlên xwe zêdetir bikin ji bo garantîkirina vegera hemû awareyan a ji bo cih û warên wan li seranserê Îraqê.
Ev gav jî dê bi rêya girtinabera rêkarên pêwîst ên ewlehî, xizmetguzarî û birêvebirinê be da ku rewşeke guncav ji bo vegereke parastî û birûmet bê pêkanîn, aramî li deverên wan çêbibe û jiyan vegere van deveran.



