Hewlêr (Rûdaw) – Civînên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel serkirdeyên siyasî yên Iraqê berdewam in.
Di duyem roja serdana xwe de li Bexdayê Serokê Herêma Kurdistanê li baregeha Tevgera Hîkme, bi serokê wê tevgerê Emar Hekîm re dicive.
Li gor bernameya hatiye danîn, Serokê Herêma Kurdistanê dê li Bexdayê nêzikî 9 civînan pêk bîne, Nêçîrvan Barzanî ku dê li gel serkirdeyên Şîe û Sunne kom bibe, biryar e li gel Nûrî Malikî, Hadî Amîrî, Xemîs Xencer, Usame Nuceyfî û Tevgera Sedir bicive.
Serokê Herêma Kurdistanê bi serdaneke du rojî li Bexdayê ye û duh, 10/04/2021, li gel sê serokatiyên Iraqê, Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê û Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî civîn encam dan.


