کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Deriyê Rebîayê\ Wêne: Arşîv

Deriyê Rebîayê\ Wêne: Arşîv

ÎRAQ

Samer Qasim Dawid: Rebîa dê bibe alternatîfa deriyên Herêma Kurdistanê

RÛDAW

RÛDAW

09-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW09-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Bexdayê 15 DAIŞiyên Fransiz hatin darizandin: Ji bo 6 kesan cezayê heta hetayê
ÎRAQ18-11-2026

Li Bexdayê 15 DAIŞiyên Fransiz hatin darizandin: Ji bo 6 kesan cezayê heta hetayê

DAIŞê li Nînowayê êrişî xaleke leşkerî kir
ÎRAQ15-11-2026

DAIŞê li Nînowayê êrişî xaleke leşkerî kir

Mesrûr Barzanî û Elî Zeydî civiyan: Mûçe, budce û êrişa li Kormorê hatin gotûbêjkirin
ÎRAQ09-11-2026

Mesrûr Barzanî û Elî Zeydî civiyan: Mûçe, budce û êrişa li Kormorê hatin gotûbêjkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îraqê ji bo ku bazirganiya xwe ya li gel Tirkiyeyê bide ser rêya Sûriyeyê û neçarî deriyên Herêma Kurdistanê nemîne, li ser vekirina deriyê Rebîayê dixebite.

Birêvebirê Giştî yê Desteya Deriyên Sînorî yê Îraqê Samer Qasim Dawid ji Rûdawê re ragihand ku dê di vê mehê de deriyê sînorî yê Rebîayê (bi Sûriyeyê re) were vekirin.

Samer Qasim Dawid got ev derî dê bibe "vebijarkeke alternatîf" ji bo hinartin û hawirdekirina kel û pelan a ji bo Tirkiyeyê.

Samer Qasim Dawid diyar kir ku bikaranîna rêya Sûriyeyê bi şêwazê karkirina deriyên Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye.

Dawid di berdewamiyê jî de got, "Eger deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bibin elektronîk û bi sîstema ASYCUDAyê ve werin girêdan, hingê pêdiviya me bi rêya Sûriyeyê nabe."

Ev daxuyaniya berpirsê Îraqî nîşan dide ku Bexda dixwaze zextê li Hewlêrê bike da ku deriyên sînorî bixe bin sîstema gumrika navendî ya Îraqê.

Beriya niha Serokê Desteya Deriyên Sînorî yê Îraqê Omer Waîlî gotibû ku deriyê Rebîayê dê 1ê Gulana 2026an bi fermî were vekirin.

Aliyê Sûriyeyê yê vî deriyî (Til Koçer) niha di destê artêşa Sûriyeyê de ye, di demekê de ku berê di destê HSDyê de bû.

Deriyê Rebîayê 120 kîlometreyan dûrî bajarê Mûsilê ye.

Birêvebirê nahiyeya Rebîayê Fewaz Meşean, bal kişand ser giringiya cografî ya vî deriyî û got:

"Rêya di Rebîayê re ji Nisêbînê heta Nînowayê tenê 180 kîlometre ye lê rêya niha ya Îbrahîm Xelîlê nêzîkî 300 kîlometreyî ye."

Pirsên