کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Nêçîrvan Barzanî bi nûnerên pêkhateyan re civiya / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî bi nûnerên pêkhateyan re civiya / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

ÎRAQ

Nêçîrvan Barzanî bi nûnerên pêkhateyan re civiya

RÛDAW

RÛDAW

05-05-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW05-05-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Bexdayê 15 DAIŞiyên Fransiz hatin darizandin: Ji bo 6 kesan cezayê heta hetayê
ÎRAQ18-11-2026

Li Bexdayê 15 DAIŞiyên Fransiz hatin darizandin: Ji bo 6 kesan cezayê heta hetayê

DAIŞê li Nînowayê êrişî xaleke leşkerî kir
ÎRAQ15-11-2026

DAIŞê li Nînowayê êrişî xaleke leşkerî kir

Mesrûr Barzanî û Elî Zeydî civiyan: Mûçe, budce û êrişa li Kormorê hatin gotûbêjkirin
ÎRAQ09-11-2026

Mesrûr Barzanî û Elî Zeydî civiyan: Mûçe, budce û êrişa li Kormorê hatin gotûbêjkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi nûnerên pêkhateyên Kurdên Êzidî, Feylî û Sabiî yên Mendayî yên li Parlamentoya Îraqê re civiya.

Nêçîrvan Barzanî di civînê de ragihand ku ew dê ji bo beşdarbûna pêkhateyan a di pêvajoya siyasî û birêvebirina welêt de çi ji destê wan were bikin.

Rojev rewşa pêkhateyan bû

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de nûnerên pêkhateyan qebûl kirin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa pêkhateyan ên li Îraq û Herêma Kurdistanê hatiye gotûbêjkirin.

Di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê pêkhate bi awayekî çalak beşdarî pêvajoya siyasî bibin û mafên xwe yên destûrî bi dest bixin.

"Dê bibe sedema aramiya siyasî"

Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe ya ji bo mafên hemû pêkhateyan ducare kir.

Nêçîrvan Barzanî her wiha diyar kir kur beşdarbûna pêkhateyan a di birêvebirina welêt de dê bibe sedema çespandina aramiya siyasî û prensîbên dadperwerî û wekheviyê.

Nûnerên pêkhateyan jî ji ber piştgiriya wî ya berdewam a ji bo mafên wan, spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

Nûneran, rola Serokê Herêma Kurdistanê ya di parastina bihevrejiyanê de bilind nirxand.

#WÊNE - Nêçîrvan Barzanî bi nûnerên Kurdên Êzidî, Kurdên Feylî û Sabiyên Mendayî yên li Parlamentoya Îraqê re civiya

💢 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku ew dê ji bo beşdariya wan a di pêvajoya siyasî û birêvebirinê de her tiştî bikin pic.twitter.com/sYhPcDEfVB

— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 5, 2026

Pirsên