کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kerarê 4 salî û bavê wî / Wêne: Torên civakî

Kerarê 4 salî û bavê wî / Wêne: Torên civakî

ÎRAQ

Biryara girtina zarokekî 4 salî hat dayîn: ‘Bi xeletî bûye’

RÛDAW

RÛDAW

21-05-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW21-05-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Bexdayê 15 DAIŞiyên Fransiz hatin darizandin: Ji bo 6 kesan cezayê heta hetayê
ÎRAQ18-11-2026

Li Bexdayê 15 DAIŞiyên Fransiz hatin darizandin: Ji bo 6 kesan cezayê heta hetayê

DAIŞê li Nînowayê êrişî xaleke leşkerî kir
ÎRAQ15-11-2026

DAIŞê li Nînowayê êrişî xaleke leşkerî kir

Mesrûr Barzanî û Elî Zeydî civiyan: Mûçe, budce û êrişa li Kormorê hatin gotûbêjkirin
ÎRAQ09-11-2026

Mesrûr Barzanî û Elî Zeydî civiyan: Mûçe, budce û êrişa li Kormorê hatin gotûbêjkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Diyaleyê ya Îraqê biryara girtina zarokekî 4 salî hat dayîn.

Sedema biryarê jî li gorî polîsan "xeletiya di nivîsîna nav de" ye û li cihê bavê wî navê wî zarokî hatiye nivîsandin.

Li navçeya Baqûbeyê yê parêzgeha Diyaleyê ya Îraqê dema xortekî 13 salî yê bi navê Hadî Omer bi motosîkleta xwe li zarokekî 4 salî yê bi navê Kerar Fehed xist ji ber vê yekê ew xort hat desteserkirin û paşê ji ber ku temenê wî biçûk bû, bi kefaletê hat berdan.

Zîne Xelefa dayîka wî xortî, piştî ku kurê wê 4ê Gulanê hat berdan, çûye Baregeha Polîsan a Mefreqê ya li bajarê Baqûbeyê.

Zîne Xelefê belgeyeke dadgeriya lêkolînê bi xwe re biriye ku tê de gilî kiriye qaşo ew ji ber wê bûyerê rastî gefan hatiye.

Di dema îfadeyê de dadger navê Kerar Fehed wekî beşek ji bûyerê bi kar aniye.

"Xeletî di navê wî de hatiye kirin"

Birêvebirê Ragihandin û Pêwendiyan ê Fermandariya Polîsên Parêzgeha Diyaleyê Heysem Şemerî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir:

"Dadgerê lêkolînê wiha zaniye ku Kerarê 4 salî ew kes e ku giliyê wî hatiye kirin.

Di biryara bangkirina wî ya dadgehê de navê wî hatiye nivîsandin lê belê yê ku gilî lê hatiye kirin bavê Kerar e û navê wî Fehed Subhî ye."

Biryara girtinê li gorî madeya 432yemîn a Yasaya Cezayan a Îraqê hatiye dayîn ku taybet e bi gefên devkî.

Cezayê wê jî dikare bigihêje girtina salêkê û cezayê pereyan.

Polîsan dît ku yê li ser kaxezê navê wî heye zarokekî 4 salî ye

Heysem Şemerî da zanîn ku ev pirsgirêk ne girêdayî polîsan e û girêdayî dadger û dadgehê ye ku biryar daye.

Şemerî destnîşan kir ku piştî biryar gihîştiye destê polîsan, wan zaniye ku ew kes zarokekî 4 salî ye.

Piştî derket holê ew kesê ku biryara girtinê jê re derketiye Kerarê 4 salî ye, gilîdarê gotinên xwe guherandine û gotiye mebesta wî bavê Kerar e, ne zarok bi xwe.

Ev pirsgirêk jî li gorî rêkarên yasayî hat sererastkirin.

Pirsên