Silêmanî (Rûdaw) – Li gorî amarên dawîn ên Wezareta Tendurustiyê ya Herêma Kurdistanê, hejmara kesên ku nexweşiya dil girtine gihiştiye 136 hezar kesan.
Wezareta Tendurustiyê ya Herêma Kurdistanê eşkere kir, ku di sala 2016ê de hejmara kesên ku nexweşiya dil girtine, li gorî salên din zêdetir bûye.
Gulale Sabîr yek ji wan kesan e ku ji ber nexweşiya dil serdana Nexweşxaneya Taybetî ya Pisporên Dil li Silêmaniyê kiriye û pizîşkan piştî kontrolan jê re gotine ku di dilê wî de nexweşî heye.
Gulale Sabîr dibêje; “Em di male de 10 kes in. Meaşê me jî nîne ku bikarin bidin pizîşkan û kontrol bibin. Ez ji destê nexweşiyê dinalim. Eger baş bûma nedihatime vê derê.”
Hinek ji nexweşên dil jî ku bi dermanan nexweşiyên wan nayên çareserkirin, dikevin bin neştergeriyê.
Sedemên nexweşiya dil pir in. Pizîşkek ji Nexweşxaneya Taybetî ya Pisporên Dil dibêje; “Cigarekişan, şekir, stras, xwarinên ne tendurust tev de dibin sedema nexweşiyê.”
Tenê li bajarê Silêmaniyê, di sala 2016ê de, 17 hezar kesan ji ber nexweşiyên dil serdana nexweşxaneyan kiriye û ji van 9 hezar kes ew kes bûne nexweşiya dil girtine.
Rêvebera Nexweşxaneya Taybet a Pisporên Dil Niyan Hemeemîn Ehmed dibêje; “Zêdebûna amaran metirsiyê li ser hikûmetê jî zêde dike. Ev yek ji bo hikûmetê dibe bar, ji ber ku divê pêwîstiyên pizîşkî û dermanan dabîn bike.”
Li gorî amarên Rêxistina Tendurustiya Cîhanî, di cîhanê de nexweşiya dil sedema serke ya mirinê ne. Pispor jî dibêjin, ji bo hemwelatî xwe ji nexweşiya dil biparêzin, divê werzîşê b I awayekî peryodîk bikin û xwe ji xwarinên hazir û cigareyan dûr bixin.



