Hewlêr (Rûdaw) – Li Gundê Şûtazin ê li herêma Oremarê ser bi Colemêrga Bakurê Kurdistanê ve du malbatên xwîndarî bi navbeynkariya rîspî û kesayetên diyar ên Bakur û Başûrê Kurdistanê li hev hatin.
Li Gundê Şûtazin ê li herêma Oremarê herdu malbatên Abdulmecîd û Sait Dewrês, berî 16 salan ji ber kuştina kesekî û birîndarbûna du kesên din, xwîndarî ketibû navbera wan.
Herwiha ji ber wê xwîndariyê hinek malbatan cih û warên xwe bicî hiştibûn û çûbûn navçeya Şemzînan û hinekan jî malên xwe bar kiribûn bo Wanê.
Piştî 16 salan ev herdu binemalên ji eşîra Oremarî, bi navbeynkariya eşîr, rîspî û kesayetên diyar ên Bakur û Başûrê Kurdistanê li hev hatin û duh li herêma Oremarê bi merasîmeke mezin xwîndariya di navbera herdu aliyan de bi dawî hat.
Herdu aliyan jî li ser bidawîbûnavê xwîndariyê kêfxweşiya xwe derbirîn û tekez kirin ku divê eşîrên herêmê tifaqa xwe xurt bikin û rê bi nakokî û pirsgirêkan nedin ku dibin sedema nearamiyê li nav civaka Kurdî.

