کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

 Pêşmergeyê PDKÎ, Osman Feyze ku termê wî îro ji bin kavilên mala wî hat derxistin.

Pêşmergeyê PDKÎ, Osman Feyze ku termê wî îro ji bin kavilên mala wî hat derxistin.

Kurdistan

Pêşmergeyekî din ê PDKÎ canê xwe ji dest da

RÛDAW

RÛDAW

29-09-2022
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW29-09-2022

Nûçeyên Têkildar

Li Merîwanê krîza perwerdeyê: Erdên dibistanan dibin xanî
Kurdistan13-09-2026

Li Merîwanê krîza perwerdeyê: Erdên dibistanan dibin xanî

Bajarê Kobaniyê di şînê de ye: 10 kesan canê xwe ji dest da
Kurdistan13-09-2026

Bajarê Kobaniyê di şînê de ye: 10 kesan canê xwe ji dest da

Li Mûşê 7 jinan mil dan hev û dikana xwarinên herêmî vekir
Kurdistan13-09-2026

Li Mûşê 7 jinan mil dan hev û dikana xwarinên herêmî vekir

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşmergeyekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK) ku di bombebarana doh Çarşembê de çarenivîsa wî ne diyar bû, îro termê wî di bin kavilên mala wî ya herifî de hat dîtin.

Îro Pêncşemê 29ê Îlona 2022ê Berpirsê Navenda Pêşmerge ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Kawe Behramî ji Rûdawê re got, vê sibê termê Pêşmerge Osman Feyze hat dîtin ku mûşekek li mala wî ketiye û şehîd bûye. Kawe Behramî got: “Tenê ew bi xwe şehîd bûye û endamên din ên malbata wî silamet in.”

Di bombebaran û mûşekbarankirina doh a Komara Îslamî ya Îranê bo ser bingeh û baregahên partiyên Rojhilatê Kurdistanê de heta niha 17 kesan canê xwe ji dest dane û 46 kes jî birîndar in û tendirûstiya 10 ji birîndaran necîgir e.

Yek ji wan kesên ku rewşa wan a tendirustiyê giran e, zarokê pêşmergeyeke jin a PDKÎ ye ku piştî canjidestdana dayîka xwe ji dayîk bûye.

Di bombebarankirina doh de, pêşmergeyeke jin a ducanî bi navê Reyhane Kenanî bi dijwarî birîndar bûbû û piştre canê xwe ji dest da. Lê zarokê wê hat rizgarkirin.

Îro Pêncşembê bavê wî zarokî, Zanyar Rehmanî ji Rûdawê re da zanîn ku li ser wesiyeta dayîka wî me navê wî kiriye Wanyar û got: “Dema dayîka wî şehîd bûye, oksîjena pêwîst neçûye mejiyê wî û niha tenê dilê wî kar dike.”

Pirsên